Şev banga evînê ya xweşcivaniya / canciwaniya mirovên li welatekî bihuştîn û carinan şahidên keserên bindestiyê ne, lê evînê jî dibarînin û guh nadin şert û mercan. Evîn delodîn e, şert û mercan nas nake, kêlîkên mirinê jî di bin barana evînê yên şevên reştarî. Lê gelo bindest dizanin evîn çiye, yan jî bextewarî, belkî ew ji her kesî bêhtir dizanin. Hesret, bêrîkirin carinan rastiyê, heqîqetê bêhtir radixin ber dilan û em bindest çêtir dizanin evîndar bin, bikenin, şadbin, şer bikin û xweş bimirin, mirineke bişadî bi tenê para şerkerê bindestan e. Şer û çiya, şev û berbang, bêhna axê û ya çilo xweşdîmenên benginiyeke bêhempa ne. Wele tehma hejîrên Bagokê xweştirin ji şerava/ şeraba tiriyê bordoya Fransayê.
Va firtoneya şoreşa welatê min ev ji dilê min herikandin;
Çengek ax dixwazim,
Bila bi dest min bikeve çengek ax
li ser vê axa zêrîn,
Qevdek çilo li ser bedena min a sar
bêhna bengînî
ev xweşrengîna dilê te ye
Tew awirên şevxeniqîn!
Tu pênc salî bûyî
beriya vê jî
Destpê kir vê serboriya
niha di çilî re bihurî yî
Hê jî didome
Dizanim tu baş î
pir delal î
Bêriya te dikim
Car na hev bibînin
Rihan hene li ba we
Bêhna te ji wan tê
Wek a şemamokan
Ji xwe şemaokan bêhn ji te dizîne
Li ber agirê şewata çekan
yê cergsotîn
Li qada şikefta Casenayê
Belê min ê qala helbestên dilşewat ên hêja Îlhan Dayan bikira, lê evînê berê min da ku! Ma ne jiyan şev, şevreşk û şevlêgeriyana bahozê ye, li welatê min!
Şevê diyarî dane helbestvanê me.
Lê diyariyên çawa!
Diyarî ji dil in, mirov şad dikin, ji hezkirinekê tên. Ma ne her hezkiriyek dil heye…
Tew diyarî ji şevê bin, bila bimre dilo, ma ew diyariya şevê koran bi çav dike, ka yê me bindestan,
Ka yê me xêrnediyan. Lê na xêrdîna herî giranbuha berxwedan û şerkeriya azadiyê ye… bê azadî em ê çi bikin ji diyariyan.
Bila diyariyên şevê yên pîroz û qedîm bin jî!
Bila ji dilê yarê firiyayî asîmanê dilê me bin jî!
Ma li welatekî bahozbarîn û hêrsa Bayê Kur dê diyarî çi bin?
Ka em binêrin bê şevê çi diyarî dane me bi navberiya Îlhanê delal;
diyariyên şevê
-1-
Îşev
dilê te di newala awirên min de lê dixe
û ez xwe di kurahiya çavên te de wenda dikim
li ser zinarekî roj hiltê
û nerînên te bi kenê min re şa dibin
-6-
her şev
dilê xwe bi şewqa çavên te dişom
û ramûsanek di bîra min de
her şînspî ye jiyan
-9-
Îşev
li ser qurbangeha xwestekên te
çavên xwe dihêlim û diçim
ma ne pêlîstok dixwestin
-10-
Îşev
qêrîneke matmayî
dipengizî ji nav lêvên min
û tenê dixwazim
kevirên Mêrdînê bibihîze
qêrîna dilê min
Ku mirov şervan û dîlê azadiyê be, ne hest ji rêzê ne ne jî jiyan. Belkî ev alozî jirêzêya jiyana mirov be. Ku tu Kurd bî û welatê te Kurdistan û jiyan qada şerê azadiyê be, li her derê zilm, lêdan û xwînxwarî bibare helbet dê rewş banga bablîstoka dil, firtone, bahoz, evîn, azadî/vejen (enerjî), Gerdûn-Xweza û zeman be, her sê stûnên hebûnê… em dê hebûna xwe li ser qada azadiyê misoger bikin. Wê wexta dê dil azad, bengînî şênber, dilşadî têrker be!
Lê ji bona evînê û dil rewş ne girîng e!
De ka em guh bidin lêdana dilê ciwan;
çima
-1-
şeveke bêdemsal û xemrî ye û şaşika heyvê
stêrkên serxweş di lêhiyeke bêav de dixeniqîn
li derve tiştek dibare dizanim ne baran e
na ne berf ne jî terez e tiştekî din
ez dibêjim şeveke stewr e tu bêjî xezeb dibare
-3-
demsal tunebû şevê şîn digerand
heyva şaşik kesk rûyê xwe
bi neynûkên kalemêrekî diqelişand
zarok dimirin li kolanên vî welatî
dayikan dengê xwe difetisand di gewriya mirinê de
demsal kuştî şev xwînî bû
jinên çavbelek bi agir dixemilandin bejnên xwe
ava çemên vî welatî ji hebûna xwe şerm dikirin
demsal mirî dilê dayikan goristana zarokan
û ji evînên wan dûmaneke reş difiriya
hêsirên tagirtî diyarî diman
Bi evînê em biqedînin Diyariyên Şevê. Lewra li welatê me, li welatê çiyê jiyan bixwe evîn, şer û bahoz e, germ e. Germa jiyanê, germa evîna dilşewat û germa berxwedana azadî û xwebûnê ye. Niha em nêzikî lûtkeya azadiyê ne. De bila hebûn û jiyan ji cangoriyên me, ji keser, birîn û elemên me, ji jinên çilkezî yên şervan şerm bike. Ji xwe kezîzerên me yên şervan diyariya vê sedsalê ne, na wele hezara sal û bêdawiya abadîn in. Evîna wan ji xwe kulîlka bi germahiya dil şewitînî melûl e. De peyv bes e… Ev in ristê dilê sîh salî di zindanê de…
evîn
… …
dizanim
rûyê te bêndera stêrkan e
evîna te mîhrîcana helbestê
û ramûsanên te yên beybûnî
cejna lêvên tî mayî ye
dema lêvên me dibin mêvanên hev
şahiyeke xwedevanî dest pê dike
û pênûsa di destê Ehmedê Xanî de
dê li ser rûpelên spî bi cizbê bikeve
û dê ji nû ve biwelide Mem û Zîn
vê biharê
berî cejna Newrozê were
kenê xwe yê jîndar
li beriya awirên min raxe
û bila bêhna bîhokan bê ji jiyana me
Diyariyên Şevê
Îlhan Dayan
Helbest
104 rûpel
Weşanxana Payîz-2021
Li hêviya xwendin û parvekirina hestên dilê we ye!