Di 19ê Adarê de Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê û Serokê Yekîtiya Şaredarên Tirkiyeyê Ekrem Îmamoglu hate binçavkirin, di 23ê Adarê de jî hate girtin.
Bêgûman li Tirkiyeyê ev cara ewile ku şaredarek tê girtin û ji erkê tê durxistin. Bi taybet ji 2016an û vir ve bi dehan şaredarên DEM Partî bi awayekî derqanî û senaryoyên çêkirî hatine girtin. Di serî de gelê Kurd, hêzên demokrasiyê û azadîxwaz li dijî van kiryaran bi rojan li qadan di nava çalakiyan de bûn.
Daraza ku bi destê deshilata AKPê ve ji nû ve hatiye rêxistinkirin û tê bi rêvebirin di 24 salên dawî de bi biryar û kiryarên xwe ve peymanên navneteweyî binpê dike. Ne tenê binpêkirina zagon ango hiqûqê, di vir de înkara îradeya gel jî heye. Deshilata ku îradeya gel înkar dike û xwe di ser civakê re dibîne ne, mumkune ku li gorî hiqûqê jî tevbigere.
Bêgûman sedemên ku rê li ber vê bêhiqûqiyê vedikin hene. Deshilata AKP di nava van 24 salan de bi hemû dînamîkên Komara Tirkiyeyê lîst. Qaşo li gorî destûrê, Komara Tirkiyeyê dewleteke demokratîk, laîk û civakî ye ku bi hiqûqê tê birêvebirin. Di haman desturê de tê gotin ku “Ev made hêmanên bingehîn in ku nasnameya destûrê ya Komara Tirkiyeyê diyar dikin û nayên guhertin.”
Lê di roja me ya îro de gelo em dikarin bêjin ku deweleta Tirkiyeyê li gorî vê tê bi rêvebirin. Nexêr, destûr û madeyên ku tê de hatine diyar kirin hemû li gorî berjewendiyên deshilatê ji aliyê darazê ve hatine nermkirin. Ango li gorî berjewendiyên wê tên bikar anîn. Ji ber vê yekê îro li Tirkiyeyê ji biçûk heya mezin herkes bi awayekî buye maxdûrê vê darazê.
Divê were zanîn li hemû welatên ku serweriya hiqûqê lê lewaz bûye ango nemaye zextên deshilata siyasî pêşdikevin. Ev zext bi demê re serxwebûna darazê jî ji holê radike. Li gel vê hemû dadgeh dikevin bin bandora îradeya deshilata siyasî û li gorî berjewendiyên wê teşe digrin. Di encama vê polîtîka hiqûqê de daraz jî dibe aliyek ango aliyê deshilata siyasî.
Ev bi xwe re rê li ber gelek bêhiqûqiyên mezin vedike. Di çarçoveya berjewendiyên deshilata siyasî de bêyî ku delîl an jî îspat hebin, bi senaryoyên û derew mirov rojnameger, çalakvan û siyasetmedarên mûxalîf tên girtin ango tên bêdengkirin. Ev jî bi xwe re mafê darazandina adîl binpê dike.
Bi van binpêkirinan sînordarkirina azadiya ramanê û zexta li ser çapemeniyê zêde dibin, rojnameyên serbixwe tên girtin an jî sansurkirin. Rojnameger bi girtîgehê tên tehdîtkirin. Kontrolên li ser medyaya civakî û înternetê zêde dibin. Ger îro li zîndanên dewleta Tirk bi dehan rojnameger girtîne û gelek saziyên çepemeniyê hatine girtin an jî sansorkirin ev yek di encama vê siyasetê de pek tên.
Deshilat darazê ne tenê li gorî berjewendiyên xweyên siyasî, di her beşê civakê de bi bandor bikar tîne. Şîrket ango dezgehên li gorî berjewendiyên wê kar nekin yan jî xebata didin meşandin ne li gorî polîtîkaya wê ya aboriyê be bi destê darazê van desteser dike ango arîzîkirin dike. Ev muamelya keyfî ki gorî berjewendiyên deshilata siyasî şekil dikgre bi awayekî neyînî bandorê li aboriya welat jî dike.
Her çiqas îro gelek şaredariyên DEM Partî bi hincetên cûda hatibin dagirkikrin jî, di bingeha xwe de ev siyaset heye. Zextên li ser qada aboriyê bi vê tenê ne sînordarin. Bi zêdekirina bacê, faturayên nerast, zam û vergîyên zêde civak tê maxdurkirin. Ev hemû di çarçoveya polîtîkayên deshilata sîyasî ve tên plankirin û birêvebirin.
Di civakên pêşketî de Mafê dengdanê û hilbijartinê yek ji mafê bingehîn e. Raste îro em li Tirkiyeyê dinerin ev maf li ser qaxizê heye. Lê gelo bi rastî jî ev maf li Tirkiyeyê heye? Li hemû welatên ku daraz lê ne serbixwe ye, hilbijartin bi awayekî adil pêk nayên. Mudaxeleyî encamên hilbijartinan tên kirin. Siyasetmedar ando keseyatên muxalif bi hincetên cûda ji hilbijartinê tênd dûr xistin, ji bo neyên hilbijartin her tişt tê kirin. Pêvajoya dengdan û hilbijartina dengan jî bi awayekî zelal û demokratîk pêk nayê. Di her hilbijartinên li Tirkiyê de me şahidî ji van binpêkirinan re kir. Li Tirkiyeyê tevî van hemû zextan jî kesên hilbijartin jî bi hincetên cûda tên girtin dikevin zîndanê. Ger îro di zindanên dewleta Tirk de bi dehan siyasetmedar, şaredar û parlementerên girtî hene ev encama vê siyasetê ye.
Eşkereye ku welatê daraz lê ne serbixwebe û di bin kontrola deshilata siyasî de tê bi rêvebirin, hêzê ewlekariyê û polîs jî nayên denetimkirin. Pir eşkereye ku ger îro li Tirkiyeyê hêza bê kontrol ewqas zêde bûye, ev encama siyaseta deshilata AKP’ê ye. Hêzên ewlekatiyê ne li gorî zagon ando destûrê tevdigerin, li gorî berjewendiyên deshilata siyasî tevdigerin. Ji ber vê yekê muameleya xirab, êşkence, revandin û hwd. zêde dibin.
Li dijî van kiryaran û binpêkirina peymanên mafên mirovan di qada navneteweyî de rêze tedbîr hatine girtin. Tevî ku di van mijaran de gelek caran Tirkiye hatiye hişyarkirin jî heya niha li himberî wê hiqûqa navneteweyî neketiye dewrê. Ev jî eşkere dike ku di vir de jî nêzîkatî û hesabên siyasî yên van hêza li ber çavan tên girtin.
Pir eşkereye ku deshilata AKPê di nava van 24 salên dawî de ev mijarên ku me li jor baha wan kirin yek bi yek pêk anî. Di encama vê siyasetê de bi dînamîkên bingehîn ên civakê hate lîstin. Baweriya kesî bi kesî nema. Pêvajoya rê li ber girtina Şaredarê Bajarê Mezin Ekrem Îmamolgu wisa şekil girt. Ger di roja ewil de li dijî binpêkirina mafan a biçûk bi yek dengê nerazîbûn ango bertek hebaya wê îro deshilata AKPê cesaret nekiribaya ku hedê xwe derbas bike.
Gelê Kurd, hêzên aştîxwaz û demokratîk li himberî van sûcan ji roja ewil de xwedî helwestin. Hêzên qaşo xwe muxalif dîdîtin ji bo hin destkeftiyên xwe yên biçûk ji dest nedin li himberî van kiryarên deshilatê bêdeng man. Lê nizanîbûn wê rojekê sira were wan jî. Lewma ger îro Tirkiyeyê ketiye vî halî, qasî deshilata AKP’ê hêzên muxalîf jî sûçdar in.