12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şertên vegera Sûriye ya nava Welatên Ereb çi ne?

12 sal piştî taloqkirina endamtiya wê, Sûriye careke din vegeriya Komkara Erebî. Biryara vegerê bê şert e, lê belê bi rêya komîteyeke ji hin dewletên Ereban ên têkildar, dê peywendî bi rejîma Sûriyeyê re bê kirin

Li gorî hin raporan, vegerandina Sûriyeyê ya li komkarê, li gorî hin şertan e. Têkildarî mijarê lêkolînerê misirî û mamosteyê zanistên siyasî Tariq Fehmî ji ajansa ANHA’yê re axiviye.

Fehmî aniye ziman ku biryara vegerandinê ne bi şert bû, lê belê zexteke erebî hebû û ji hin şert ji bo Sûriyeyê hebûn da ku vegera pergala herêmî ya erebî û wiha dom kir: “Mesele ne şertên erebî ji bo vegera Sûriyeyê li Komkara Erebî bû, biryara vegerê bê şert e, lê belê bi rêya komîteyeke eerebî ya ji hin dewletên Ereban ên têkildar pêk tê, dê peywendî bi rejîma Sûriyeyê re bê kirin. Em dikarin bêjin roleke erebî di rêgeha proseya siyasî de ye. Divê hikumeta Sûriyeyê bersivê bide vê gavê. Bawer im tiştê girîng jî ev e; bersivdayîna bangewaziya dewletên Ereban.”

Fehmî destnîşan kiriye ku biryara Komkara Erebî û biryara her dewleteke Ereban a têkildarî vegerandina têkiliyên bi Sûriyeyê re, ji hev cuda ne. Her wiha diyar kir ku şertên erebî yên sereke proseya siyasî ye û wiha pê de çû: “Em behsa platforman nakin, em behsa Astana 1 û 2 û behsa Soçî û hwd jî nakin, lê belê em behsa lêvegerên sereke ji bo Sûriyeyê dikin. Ew jî girêdayî pêkanîna biryara Konseya Ewlehiyê ya 2254’an e û rêveçûna çareseriya siyasî li kêleka çareseriya ewlehî û stratejîk e.”

Li gorî Fehmî, dê hin pêdiviyên vegera Sûriyeyê li komkarê hebin û dê nêrîneke erebî ya bi serkêşiya Siûdiyê di lûtkeya erebî ya 19`ê Gulanê de bê sazkirin, yanî dê nêzîkatiyeke erebî ji bo çareseriyê hebe.

Fehmî bal kişand ser hin astengiyan jî û got: “Hîna helwesta aliyên herêmî (Tirkiye, Îran, Îsraîl) û Amerîkayê dijber in. Bawer im dê Washington hin alternatîfan pêşkêş bike, ji ber ku hêzên wê li Sûriyeyê ne, dê Washington nêzîkî Rûsyayê bibe, dê di navbera wan de li ser mijarên Sûriye, Lîbya û hin dozên din ên têkildarî şerê Ereban-Îsraîlê hin bazar hebin, xetere jî di vir de ye.”

Lêkolînerê misirî û mamosteyê zanistên siyasî Tariq Fehmî anî ziman ku hewlesta Rûsyayê tiştên li jor hatine bibîrxistin derbas dike û wiha dom kir: “Rûsya li Sûriyeyê xwedî hebûna leşkerî û stratejîk e, du baregehên wê hene, hêz û perwerdehî û gelek tiştên din ên têkildarî ji nû ve serwerkirinar rejîma Sûriyeyê li ser asta herêmî û navneteweyî hene.”

Fehmî îşaret pê kir ku amerîkî realîst in, behsa nêrîneke pragmatîk a siyasî dikin, ji lew re dê nêzîkbûnê berdewam bikin û DYA nahêle hikumeta Şamê tu birayarên di vê çarçoveyê de bi serbestî pêk bîne.

Fehmî di dawiya nirxandina xwe de got: “Aliyên herêmî mîna Îran, Tirkiye û Îsraîl dê xirakirina ewlehiya Sûriyeyê berdewam bikin. Îran piştî vegeradnina têkiliyên bi Siûdiyê re dê siaysetên xwe di vê çarçoveyê de di ber çavan re derbas bike. Tevî vê jî têkildarî hebûna Îranê di detayên dosyaya Sûriyeyê de hin pirsgirêk hene. Ji bo Tirkiyeyê jî wiha ye. Doz ne tenê girêdayî Kurdan e, têkiliyên wê bi herêmên temasê û hebûna li ser erdê jî heye. Ji lew re, tirk li hember vê çareseriya erebî bê deng namînin, nexasim ku dibêjin piştî hilbijartinên li Tirkiyeyê dê têkiliyên xwe bi Sûriyeyê re vegerînin.”