Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi şandeyek hikûmetê re berê xwe da Amerîkayê. Derbarê mijarê de ofîsa serokwezîrê Iraqê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, wê serdan çend rojan dewam bike û dê têkiliyên Iraq-Amerîkayê di hemû aliyan de û dozên dualî yên ji bo her du welatan girîng bên nîqaşkirin.
Hêjayî gotinê ye serokwezîrê Iraqê beriya serdana xwe gotibû: “Ev serdan di çarçoveya hewldanên Iraqê yên xurtkirina têkiliyên bi Amerîkayê re û li ser esasê rêzgirtinê û di hemû aliyan de hevkariya dualî pêk tê.”