Piştî dewreyeke din a krîzên siyasî, ku bi hilbijartinên nakok û hilweşîna koalîsyona desthilatdar re hat, serokwezîra japonî ya nû, Sanae Takaichi, dest bi kar dike. Nêrînên wê yên muhafazakar bi yên her endamekî Partiya Lîberal a Demokrat (LDP) ya Japonyayê re reqabetê dikin. Ew berê wekî yekemîn jina ku posta seroka dewletê digire dîrok nivîsandiye. Ew ji nêrîna “burokratek rehet li ser kursiyek rehet” dûr e, wekî ku rêberên berê hatine wesifandin.
Tê payîn ku Sanae Takaichi gelek pirsgirêkan çareser bike: ji pirsgirêkên aborî û koçberiyê bigire heta siyaseta navxweyî ya partî û siyaseta derve. Serokwezîra nû û kabîneya wê dê neçar bimînin ku qeyraneke siyasî ya navxweyî, nehevsengiyên avahîsaziyê di aboriyê de û zêdebûna aloziyên herêmî, bi taybetî yên têkildarî Kore û Taywanê û têkiliyên bi Çînê re, çareser bikin. Bi vî awayî, Takaichi di serdemên herî tevlihev û nakok ên dîroka nûjen a Japonyayê de barê desthilatdariyê hildigire.
Wê ne realîst be ku mirov hêvî bike ev hemû armanc di serdemekê de werin bidestxistin, bi taybetî ji ber bêîstîqrariya xwerû ya şaxa rêveberiyê ya japonî. Lê belê, jixwe aşkere ye ku Takaichi dê di dîroka siyasî ya japonî de cihekî girîng bigire, bi piranî wekî sembola tolhildana muhafazakar û vegera ser rêya serdema ‘’Abe’’. Tevlîbûna Toshimitsu Motegi di kabîneya nû de xwestekek nîşan dide ku mirov xwe bispêre personelên îsbatkirî û berdewamiya sazûmanî bidomîne. Ev gav ne tenê daxwazek ji bo îstîqrara siyaseta derve, lê niyetekê jî nîşan dide ji bo vegera yekîtiya navxweyî ya LDPê.
Zû ye ku mirov biaxive li ser guhertinên têkiliyên ardîkal ên di navbera Tokyo, Pekîn û Moskowê de, an jî guhertinên polîtîkayê yên muhtemel ên li hember Seoul û Washingtonê. Lê belê, tevliheviya daxuyanî û biryarên personelan nîşan didin ku serdema nû ya “Abe 2.0” dest pê dike – rêyek muhafazakar û pragmatîk ku li ser xurtkirina ewlehiya neteweyî û hevpeymaniyên berê disekine. Ji bo Rûsyayê, pêşveçûnek wisa dikare derfetên ji bo domandina diyalogê vebike ku cudahiyên stratejîk biparêze, tiştek ku jixwe bi daxuyaniya Takaichi ya li ser pêwîstiya çêkirina peymana aştiyê bi Rûsyayê re qismî piştrast kiriye.
Bi dengdana xwe ya ji bo Partiya Sanseito ya rastgir a tundrew, tîrmeha 2025an, bi slogana “Berî her tiştî Japonya!”, japoniyan piştgirî da Takaichi. Piştî hilbijartinê nerazîbûnek giştî çênebû, ji ber ku Takaichi bi rojeva heyî ya hilbijêran re li hev dike. Mînak, serokwezîr di axaftineke xwe de got: “Divê em siyaseta xwe ya kişandina hejmareke mezin ji biyaniyan ku ji me û çanda me pir cuda ne, ji nû ve binirxînin.”
Takaichi di demek nêzîk de dê bi ceribandina xwe ya dîplomatîk a mezin a yekemîn re rû bi rû bimîne: Donald Trump di dawiya cotmehê de serdana Tokyoyê kir. Piştî serokwezîr beşdarî civîna bilind a Hevkariya Aborî ya Asya-Pasîfîk (APEC) li Seoulê bû. Tê gotin ku hevdîtina bi serokê amerîkî re erênî bûye. Ji ber ku her du rêber jî li ser serweriya neteweyî û nirxên kevn, nêrînên wekhev par ve dikin. Seroka kabîneyê Minoru Kihara got, “Ev hevdîtin dê ji bo xurtkirina bêtir hevpeymaniya Japonya-DYAê pir girîng be.” Lê belê, beşdarbûna di civîna bilind a APECê de, dibe ku ceribandinek dijwartir be. Tê zanîn ku şandeya Rûsyayê amade ye. Lê zû ye ku mirov li ser îhtîmala têkiliyên rasterast di navbera Moskow û Tokyoyê de nîqaş bike.
