Serokwezîra Ingilîstanê Liz Truss istifaya xwe ragihand û wiha got: “Ez nikarim li ser erkên xwe berdewam bim û ez ê li ser kar bimînim heta ku serokê nû yê Muhafazakar di hefteya pêş de were hilbijartin.”
Hêjayî gotinê ye ku di dema dawî de Liz Truss rastî gelek bertek û nerazîbûnan dihat, derbarê bernameya wê ya aborî de. Wiha jî Liz Truss tenê 6 hefteyan dikaribû serokwezîrtiya xwe berdewam bike û îro istîfaya xwe îlan kir.