19 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Serokkomarê Hirvatistanê hat hilbijartin

Zoran Milanovic yê serokkomarê niha yê Hirvatistanê carek di di hilbijartinan de bi serket.

Serokkomarê niha yê Hirwatistanê Zoran Milanovic ku Partiya Sosyal Demokrat piştgirî didayê di hilbijartinên serokkomariyê de bi sedî 74,66ê dengan bi ser ket. Rikeberê Milanovic û namzedê Yekîtiya Demokrat a Hirvatistanê ya rastgirên navendî Dragan Primorac jî ji sedî 25,34ê dengan standin.

Zoran Milanovic piştî serketina xwe axivî û wiha got: “Ev roj, ji bo min rojeke mezin e. Ez vê serkeftinê wekî pejirandina xebatên xwe yên 5 salên dawî û nîşandana baweriya gel a bi min dibînim. Di heman demê de ev ji bo rayedarên ku divê guh bidin kar û barên dewletê peyameke xurt a gel e. Ez careke din bang dikim, ez desthilatê naxwazim, ev ne mijareke hêzê ye, mijareke erkdariyê ye. Erkê min ew e ku ez bi awayekî wekhev tevbigerim çimkî destûr vê ferman dike.”