3 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Serokên Polonya û welatên Baltîkan ji bo hevdîtina Zelenskî diçin Kîevê

Şandeya Polonyayê û welatên Baltîk yên ku dê serdana serokê Ukraynayê Vlademir Zelenskî bikin ji rayedarên van welatan pêk tê:  Ji bilî Serokkomarê Polonyayê Andrzej Duda, Serokkomarê Estonyayê, Alar Karîs, Serokkomarê Lîtwanyayê Gitanas Noseda û Serokkomarê Letonyayê Egil Levîts jî beşdarî vê şandeyê dibin.

Îro serokê Polandayê û şandeya ku dê biçin serdana serokê Ukraynayê Zelenskî li ser hesabên xwe yên dijîtal parvekirin ku berê wan li Keîvê ye.

Serokê Estonyayê, Alar Karîs armanca vê serdanê nirxand û wiha got :” Em diçin Ukraynayê ji bo ku em piştgiriya xwe ya bi gelê wî welatî re bidin xuyakirin û em ê bi dostê xwe Zelenskî re hevdîtinê bikin.”

Hêjayî gotinê ye ku ev biryara serdan û piştgiriyê piştî axaftina Zelneskî ya ji bo parlamentoya Lîtwanyayê hate rojevê.  Her wiha di encama êrîşên li dijî Ukraynayê de di navbera Rûsya û Polandayê krîza dîplomatîk derketibû.  Polandayê di encamê de 45 dîplomatên rûsî ji welatê xwe derxistibû, wekî bersiv Rûsyayê jî heman hejmara dîplomatên Polandayê ji welatê xwe derxistibû.