12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serokê Israîlê li Îmaratê yê

Di dema ku serokê Israîlê Yitzak Hertzog serdana Îmarata Erebî dikir dîsa paytexta wê Ebû Zebî bûbû hedefa êrîşa fûzeyek husiyan. Der barê bûyerê de serokatiya Israîlê daxuyaniyek da û got: “Serdana serokê Israîlê  Yitzak Hertzog a li Îmaratê berdewam dike û fûzeyên ku avêtine Ebû Zebî hatine bêbandorkirin.

Berdevkê serokatiya Israîlê wiha got: “Me serokê xwe ji vê rewşê agahdar kiriye û tu talûkeyên li ser jiyana wî û heyeta pê re tune ye. Ev serdan dê li gorî bernameya xwe ya ku berê hatibû destnîşankirin berdewam bike.

Li gorî wê daxuyaniyê beriya ku fûze bigihîje hedefa xwe hatiye îmhakirin û bermayên wê jî li derverekî vala ketine xwarê. Wekî tê zanî serokê Israîlê roja yekşemê serê sibehê gihabû Îmaratê û dê ev serdan 2 rojan berdewam bike.

Hêjayî gotinê ye ku Îmarata Erebî yek ji welatên destpêkê ye ku têkiliyên xwe bi Israîlê re normal kirine.