Rêveberên partiyên siyasî û rexistinên civakî di 11emîn salvegera wefata Serokê Giştî yê HADEPê Murat Bozlak de ew li ser gora wî ya gundê Aktaş a navçeya Şereflikoçhisar a Enqereyê bi bîr anîn. Hevserokê Giştî yê DEM Partî Tuncer Bakirhan, Cigirê Hevserokên Giştî yê DEM Partî Mehmet Rustu Tîryakî, endam û nûnerên partiyê, malbat û hezkiriyên wî beşdarî bîranînê bûn.
Bîranîn bi deqîqeyeke rêzgirtinê destpêkir. Piştrê jî Hevserokê Giştî yê DEM Partî Tuncer Bakirhan axivî. Tuncer Bakirhan anî ziman ku ew bi saya têkoşîna Murat Bozlak û hevalên wî hatine vê aste û got: “Em ê bi xwedîderketina van nirxan, xwê mezin û bi rêxistin bikin. Em li ser rêya wan bi biryar dimeşin. Ev meş dê bidome. Êdî em di vê sedsalê de hatin asta ku Kurd dê mafên xwe yên demokratik bi dest bixin. Di serdema ku digotin ‘Kurd tune ne’ Murat Bozlak û hevalên wî bi berdêlên mezin hebûna Kurdan dan qebûlkirin. Dema ew serokê giştî bû kuştinên kujer nediyar hebûn. Her roj hevalên me şehîd diketin. Van hevalên me di nav agir de em anîn van rojan. Em hêvî dikin ku dema careke din em hatin vir em ê mizginiya ku Kurd û gelen Rojhilata Navîn mafên xwe yên demokratik bi destxistine, bidin wî.”
Bîranîn bi danîna qurnefîlan bi dawî bû.
