Serokê Cemxaneya gundê Kil Yaşar Seyrek û biraziyê wî D. S. di encama êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest dan. Kesê bi navê H. Y, ji ber sedemeke nehat zanîn bi çekê êrîşî Serokê Cemxaneya gundê Kil Yaşar Seyrek û biraziyê wî D.S kir. Piştî êrîşê Yaşar Seyrek (50) li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Biraziyê wî Denîz Seyrek (18) jî piştî bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tuncelî û li wir jiyana xwe ji dest da.
Piştî bûyerê leşkeran H. Y binçav kirin. Têkildarî bûyerê lêpirsîn dan destpêkirin.