8 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Seroka IFJê: Tirkiye bi zanebûn êrîşê rojnamegeran dike

Seroka IFJê Dominique Pradalié diyar kir ku dewleta tirk bi rêbazên mafyayê rojnamegeran qetil dike û wiha got: “Kujer ji ber necezakirinê hebûna xwe didomînin. Lê divê her kes bizane ku heke rojnameger nebin, demokrasî jî nabe.”

Nerazîbûnên li dijî kuştina rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên ji aliyê Dewleta Tirk ve hatin kuştin, didomin. Seroka Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî (IFJ) Domînîqûe Pradalîê, der barê kuştina rojnameger de ji ANFê re axivî.

Domînîqûe Pradalîê di destpêk axaftina xwe de got ku rojnameger li kadên şer ne aktor in çavdêr in û wiha got: “Kuştina hevrêyên me yên rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn teqez nayê qebûlkirin. Ev binpêkirinên mafên navneteweyî ye. Rojnamevan li herêmê ne aktor in, ew çavdêr in. Li wir çi diqewime dişopînin û bi rêya radyo û vîdeoyan ji cîhanê re radigihînin. Rojnameger ji ber bi erka xwe radibûn hatin kuştin. Em ji hevrê, hempîşe û malbatên rojnamegerên re sersaxiyê dixwazin. Mijara ku me matmayî dike, ew e ku êdî her kes difikire ku mafê wan ê kuştina rojnamegeran heye. Herkes difikire ku dikare rojnamegeran bikuje. Çima? Ji ber ku bêcezahiştin heye. Ji ber ku kujeran bêceza dihêlin. Ez dixwazim hevgirtina xwe ya bi malbat, hevrê û hemû hempîşeyên herdu hevalên me yên rojnameger re, diyar bikim. Her wiha dixwazim diyar bikim ku Federasyona Rojnamegeran a Navneteweyî, li kêleka wan e. Niha divê edalet bê bicih anîn bi gotineke din divê lêpirsîn bê vekirin.”

Domînîqûe Pradalîê bi bîr xist ku rojnameger bi qanûnên navneteweyî tên parastin û êrîşên li ser wan sûc e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelek peymanên ku parastina rojnamegeran dikin hene, bi taybetî peymanên Cinev û Venedîkê. Lê diyar e ku ev ne bes in.”

Domînîqûe Pradalîê, diyar kir ku Dewleta Tirk wek mafyayê rojnamegeran hedef digire û ev tişt anî ziman: “Artêşa Tirk mîna mafyayên Meksîkayê rojnamegeran hedef digire. Armanca wan yek e. Dixwazin pêşî li wan bigirin ku karê xwe nekin, raya giştî agahdar nekin. Divê her kes zanibe, rojnameger nebin demokrasî jî nabe. Kuştina rojnameger sûcê şer e. Heke li pêşiya vê neyê girtin, di dema pêş de wê rojnamegerek sax nemîne. Ji ber vê divê peymanên navneteweyî bên bi cih anîn.”

Domînîqûe Pradaliê, anî ziman ku divê kesên rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn kuştine bên darizandin û axaftina xwe wiha qedand: “Li welat û cihên ku lêpirsîneke cidî der barê kuştina rojnamegeran de nebe, divê lêpirsîneke serbixwe û navneteweyî ya ji pisporên hiqûqê pêk tê bê destpêkirin. Em ji hempîşeyên xwe yên kurd ên li herêmê dixebitin re dibêjin ji ber karê ku we kirî em we pîroz dikin. Hûn lehengên rastî ne. Tevî ku hûn dizanin xetere ye jî, hûn ji bo pêkanîna pîşeyê xwe têdikoşin. Hûn ji bo tevahiya cîhanê mînak in.”