12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serlêdanên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî dest pê kir

Serlêdanên ji bo 7’emîn Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ku ji bo bîranîna helbestvan Arjen Arî bê sazkirin dest pê kir

Serlêdanên ji bo 7’emîn Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ku ji bo bîranîna yek ji nûnerên Wêjeya Modern a Kurdî Helbestvan Arjen Arî bê sazkirin, dest pê kir. Pêşbirk ji aliyê malbata Arjen Arî û Weşanên Sor ve tê lidarxistin. Şertên pêşbirkê, ji aliyê malbata Arjen Arî û Weşanên Sor ve li Şaxa Hejmar 1 a Egitîm Senê ya Amedê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hatin aşkerakirin. Nunerên Weşanên Sor Reşo Ronahî di daxuyaniyê de diyar kir ku pêşbirkê, bi armanca xwedî derketina li wêje û zimanê kurdî ku Arjen Arî kedeke mezin daye, li dar dixin.

Endamên juriya pêşbirkê ji Berken Bereh, Necla Arî (Xwişka Arjen Arî), Bêrîvan Zînzal, Fewzî Bîlge û Yeqîn H. pêk tê û serlêdanên pêşbirkê di navbera 26’ê mijdara 2019’an û 1’ê adara 2020’an de dê bên qebûlkirin.

Şertên pêşbirkê bi tevahî wiha ne:

  • Xelat dê bo berhemên bi zaravayê kurmancî hatiye nivîsandin bê dayîn.
  • Weke xelata pêşbirkê berhema ku bi ser bikeve dê ji hêla saziya ku vê pêşbirkê li dar dixe ve ji hêla Weşanên Sor ve bê çapkirin.
  • Her kesê ku heta niha berhemeke wî/wê ya helbestê nehatibe çapkirin dikare serî lê bide.
  • Malbata Arjen Arî û Weşanên Sor dê bi hev re kesekî/ê ku ji bo parastin û pêşvebirina ziman û edebiyata kurdî kar û xebat kiriye hilbijêrin û ‘xelata giramgiriyê/xelata rûmetê’ bidinê.
  • Berhemên ji hêla saziyek ve hatibe xelatkirin an di pêşbirkekê de xelat wergirtibe nikare tev li pêşbirkê bibe.
  • Berhemên ku tev li pêşbirkê bibin divê bi alfabeya latînî hatibin nivîsandin.
  • Mafê lijneyê heye ku di dema çapkirinê de li ser berhema ku xelat wergirtiye guhertinan bike.
  • Heke jurî tu dosyeyê hêjayî xelatê nebîne dikare xelat nede.
  • Dosyeyên ku ji bo pêşbirkê bêne rêkirin divê di qabareya (hacm) pirtûkê de, 64 rûpel (4 form) bin.
  • Dosye divê di formata A4 de, 5(pênc) nusxe û bi CD yek, USB yek ku dosye tê de ye bê rêkirin ango bi awayê maîlê bête şandin.
  • Dosyeyên ku bi kompûterê nehatî dîzaynkirin û CD yek, USB yek pêve nekirî ango bi mailê nehatî şandin wê neyên nirxandin.
  • Divê di dosyeyê de nav, nîşan an mexlas hwd. ku xwediyê berhemê bide nasîn tunebe.
  • Helbestvanên ku beşdarî pêşbirkê bibin dê kurtejiyan, navnîşan û pêdiviyên bo têkiliyê di nav zerfeke devgirtî de rêbikin.
  • Encama pêşbirkê dê di 15’ê Gulana 2020’an de, yanê roja cejna zimanê kurdî bê aşkerakirin û xelat jî dê sala bê di Fûara Pirtûkan a Amedê de bête dayîn.
  • Divê dosye bi kargo yan bi posteyê, bo vê adresê bêne rêkirin: Yenîşehir Mah., Alî Emîrî 7. Sokak, No:22/7, Kat:1, Yenîşehir/Diyarbakir (li ser navê Buroya Amedê ya Rojnameya Evrenselê)
  • Serlêdanên rû bi rû nayên qebûlkirin.
  • Dosyeyên ku bo pêşbirkê bêne rêkirin li xwediyê wan nayên vegerandin.
  • Endamên lijneya pêşbirka helbestê ya Arjen Arî, dê piştî encamê bizanin ka xwediyê berhemên ku dengê xwe dane wan kî ne.
  • Kesên xwedî berheman divê di navbera 26’ê Mijdara 2019’an û 1’ê Adara 2020’an de dosyeyên xwe bişînin. AMED