22 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Serlêdana temyîzê ya ji bo Pexşan Ezîzî hat redkirin

Serlêdana temyîzê ya ji bo rakirina cezayê darvekirinê ya girtiya siyasî Pexşan Ezîzî ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranê ve hat redkirin

Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da rojnameger û aktîvîsta Kurd Pexşan Ezîzî. Serlêdana ji bo rakirina cezayê darvekirinê ya Pexşan Ezîzî, ji hêla Dadgeha Bilind ve hat redkirin. Parêzerê Pexşan Ezîzî, Emîr Reîsiyan li ser hesaba xwe ya X’ê peyamek parve kir û got ku serlêdan hatiye redkirin.

Reîsiyan, da zanîn ku serlêdana wan a bi daxwaza jinûvedarizandinê di 25ê Çileya 2025an de kiribûn hatiye redkirin û biryar di 5ê Sibatê de hatiye teblîxkirin. Reîsiyan, diyar kir ku ji bo jinûvedarizandinê dê careke din serî li Dadgeha Bilind bidin û ji bo pêşîlêgirtina cîbicîkirina biryarê jî ew ê daxwaz bikin ku madeya 477an were esasgirtin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHRNGO) jî têkildarî Pexşan Ezîzî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de gotin ku Pexşan Ezîzî bi xetereya darvekirinê rû bi rû ye. Dîrektorê IHRNGOyê Mahmood Amiry-Moghaddam, wiha got: “Redkirina serlêdana temyîzê ya Pexşan Ezîzî, nîşan dide ku Komara Îslamê ji bilî darvekirin û zextan tu rêyên din nabîne. Gefa darvekirinê ya li ser Pexşanê cidî ye û tenê bi protestoyên gel û zexta navneteweyî dikare rê li ber were girtin.”