20 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Serketina pêvajoyê wê bibe cejna gelan

Gaziyê şer Feysel Ebû Leyla diyar kir ku pêdiviya mirovahiyê bi yekitî, xwişk û biratiya gelan heye û got, “Serketina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wê li Rojhilata Navîn bibe cejna gelan.”

Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nav gelan de têkildarî jiyaneke azad rê li ber coş û hêviyên mezin vekiriye.

Endamê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gaziyê şer Feysel Ebû Leyla yê bi xwe ji pêkhateya ereb e, têkildarî banga Rêberê Gelê Kurd  û jiyaneke li ser esasê xwişk û biratiya gelan axivî.

Gaziyê şer Feysel Ebû Leyla destnîşan kir ku pirsgirêkên civakê tenê bi yekîtî, xwişk û biratiya gelan a li ser esasê jiyaneke azad dikarin werin çareserkirin û got, “Gelek nirxandin û perspektîfên Rêber Apo ên li ser mijara şer û tundiyê hene. Ji bo em dawiyê li hemû curê tundiyê bînin, divê ji dil û can em beşdarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bibin.”

Feysel bal kişand ser têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a zêdetirî 52 salan û ev anî ziman, “Rêber Apo diyar dike ku pêdiviya mirovahiyê bi xwişk û biratiya gelan heye. Pêwîst e ciwan, jin û tevahî beşên civakê li hemberî şer û tundiyê bibin xwedî helwest. Ji bo mirov di nav aştî û aramiyê de bijîn, dawî li her cure desthilatdariyê were hewce ye, em xwe di fikir û felsefeya Rêber Apo de xwe kûr bikin. Divê bi taybet jin û ciwan li ser esasê perpektîfên Rêbertî pêşengiyê ji civakê re bikin.”

Gaziyê şer Feysel Ebû Leyla axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Em ê weke gaziyên şer di vê pêvajoyê de tişta dikeve ser milên me bêteredut pêk bînin. Em ê mirovahiyê ji zilmê xelas bikin, cîhaneke bêşer û bêtundî ava bikin. Serketina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wê li Rojhilata Navîn bibe cejna gelan. Li hember her cure êrîş û gefan em ê gelên xwe û şoreşa xwe biparêzin. Hemû têkoşîna me ji bo mirovahiyê ye.”