Rêxistina DAIŞ’ê ya rojhilatê Afrîkayê da xuyakirin ku lîderê Boko Heram Ebû Bekir El Şekwî hatiye kuştin. Li gorî agahiyên ku DAIŞ’ê belav kirine ew di şerekî de bombeyên li ser xwe teqandine û di encamê de xwe kuştiye.
Hêjayî gotinê ye ku ev ne carê pêşî ye ku kuştina Şekwî hatiye ragihandin lê yên berê te ne rast derketine. Ev agahî li gorî tomareke deng ji alî DAIŞ’ê ve hatiye belavkirin. Tê gotin ku dengê yê lîderê DAIŞ’ê yê rojavayê Afrîkayê Ebû Misab El Bernawî ye. El Bernawî dibêje ku rêxistina wan jê xwestiye ku xwe teslîm bike û tobe bike lê wî bombeyên li ser xwe teqandine û xwe kuştiye. Heta niha rêxistina Boko Heram tu daxuyanî der barê vê yekê de nedane.