Di 1ê cotmeha 2024an de serokê MHPê Devlet Bahçelî li Meclisa Tirkiyeyê silav da koma DEM Partiyê û rê li ber nîqaşan vekir. Piştî nîqaşên ku hatin meşandin û geşedanên ku pêş ketin dan nîşandan ku Dewleta Tirk demeke dirêj e ji ber rewşa xwe ya ku ketiyê hewl dide bi rêya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîşan bide xwe xelas bike. Di encama hevdîtinên ku ev demeke dirêje ketinê de Rêberê Gelê Kurd di 27ê Sibata 2025an de nameyek şand û ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ li raya giştî kir.
Piştî banga ku hat kirin PKKê di 1ê Adarê de agirbest îlan kir û got li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê kongreya xwe pêk bînîn. Kongreya PKKê ya 12êmîn di 5-7ê gulanê de pêk hat û encamên vê kongreyê di 12ê gulanê bi raya giştî re hatin parvekirin. Li gor encamên ku hatin parvekirin PKKê hemû xebatên xwe yên di bin navê PKKê de tên kirin bi dawî kiriye û xwefesh kiriye. Xwefeshkirina PKKê li hemû cihanê deng veda.
Em der barê avabûna PKKê, banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwefeshkirina PKKê bi yek ji gerîlayên yekemîn Ahmet Aktaş re axivîn.
Wek kesek ku ji destpêka avakirina PKKê heta niha di nav vê têkoşînê de yî biryara ku hatiye girtin çawa dinirxînî?
Heke ji du alî ve mirov bala xwe bide vê mijarê, wê baştir û zelaltir were nas kirin, yek; hestiyarî, du; zanistî. Ji aliye hestiyarî ve em bala xwe bidinê, bêguman xemdarî û dibe ku hinek nerazîbûn jî bi mirov re peyda bibe. Ez bawer dikim ji vî alî ve, di despêkê de weke herkesî ez jî hinek xemdar bûm.
Lê jiber ku him ji nêz ve Rêber Apo nas dikim û him bi giştî kesên mîna me bi bingehîn ji aliyê zanistî li hemû mijaran dinêrin û wisa şîrove dikin, em nikarin li gor hestên xwe û daxwazek demkî li bûyeran binêrin û wisa binirxînin.
Lewma, li ser mijarên wisa aliyê min ê hestiyarî û xemgînî gelek wext nastîne, ji ber ku ne hema di wê roja 27ê Sibatê de me ew bang dît û em hinek xemgîn bûn, nexêr, jixwe demek dirêj bû ku em li bende bangek wisa bûn û em amade bûn ji nirxandina wê ya ji aliyê zanistî ve.
Belê karê dikeve ser milê me ew e ku, kesên baş tênegihiştine bi lez wan têbigihînin û wan serwext bikin.
PKK di pêvajoyeke çawa de û ji bo çi hat avakirin?
Di pêvajoyek wisa de PKK derket holê, hema hema tiştek di Kurdistanê de li ser piya nema bû, her tişt ji navê xwe jî, ji naverok û cewherê xwe jî hatibû dûrxistin. Tê gotin ku, ji aliyê çand û bi taybetî ji aliyê zimanê kurdî ve, di asimilasyonek e giran re derbas bû û kete pêvajoyek otoasîmîlasyonê. Ev tê wateya ku êdî bişaftina ziman an bêrûmetkirina ziman normal bûbû, êdî gelê Kurdistanê, bi dilê xwe zimanê xwe jibîr dikir û zimanê tirkî ji bo xwe baştir didît; ji ber ku dewleta dagirker a kemalist ewqas bi hostayî û bi zordarî pîroziyên gelên Kurdistanê bi wan ve dabûn jibîrkirin.
Ji aliyê çand û ziman ve ev otoasimilasyon rast e, lê ez dibêjim rewşa me gelê Kurdistanê ji vê jî malxerabtir bû û êdî otoqirkirina nijadî û gelîrî jî pêkdihat û asayî dihat dîtin. Ev tê wateya ku, êdî ewqas qirkirinên hatibûn serê gelê kurd û gelên din ên Kurdistanê jî asayî û normal dihatin dîtin.
Jixwe dewleta kemalisit jî digot; “me kurd û Kurdistan kuşt, xist binê çiyayê agiriyê û êdî nikare rabe ser xwe, zindî bibe!” PKKê gelên Kurdistanê ji vê rewşa mirî ya ketibû bin axê, ketibû qebrê derxist ser erdê û zindî kir.
Pêşî hebûn û rastiya gelê Kurdistanê, bi gelê Kurdistanê da naskirin û paşê bi Rojhilata Navîn û li pey wê jî di nava demdirêjiya 52 salan de, bi ked û xwîna xwe ya gelek bi rûmet û pîroz ve da naskirin. Ev destkeftinên hêja û pîroz, di encama îradeya ji pola û berxwedana lehengî ve hat afirandin.
Lewma divê ev deskeftiyên bi navê PKKê û bi cewherê felsefeya Rêber Apo ve derketin holê, divê neyên jibîr kirin, divê herkes mîna çavên xwe biparêze û bi vêya jî raneweste vê pengavê, di serdema nû de bi şêwazên nûjen ên li goreyî vê serdemê digoncin werin pêşvexistin!
Ji bo pêvajo were vê astê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKKê di kîjan pêvajoyan de derbas bûn?
Ji bo Rêber Apo û PKK xwe bigihine asta bangek wisa, di gelek qonaxên dijwar re derbas bûn. Jixwe sedema ku pêvajoya yekê bi serneket, ji ber ku hem konjokture neteweyî û hem a navneteweyî ne amade bûn, baş ne stewiya bû.
Li gel van amadenebûnan jî, sûd ji pêvajoya yekê hat standin û li Rojava şoreş hat lidarxistin û li gel hemû astengî û xiyanetan jî, heta roja îro bi serkeftî birêve diçe. Herwiha Şoreşa Rojava, ji bo şoreşên parçeyên din û bi taybetî lidarxistina Konferansa Netewî ya Qamişlo re, ji bo şoreşa Rojhilat zemîn xweştir kiriye.
Lewma, mirov bi hêsanî dikare bêje, bi vê gavê re ji bo qonaxa niha ya vê pêvajoya dudan jî, zemîna pêşkeftinên şoreşên parçeyên din jî xurtir kir û ev rewşa heyî li gel konjoktora navneteweyî jî digonce. Ji ber ku hêzên hegemonên vê serdema cenga cîhaniya 3yemîn jî, xwe ji bo êrîşa rûxandina rejîma dagirirker a Îranê amadekariyên xwe dikin û ji bo vê projeyê di nava hewldanên gelek bi lez û bez de ne.
Herwiha Trump, ji bo heman projeyî bi hêztir bike, xwe berdaya Rojhilata Navîn; li Siûdiyê, Qeterê, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban û hwd. ji bo bi xurtkirina Hevpeymandarên Brahîmî re ewlekariya Îsraîlê tekûztir bike dilezîne.
Bêguman di vê çarçoveyê de, bi taybetî ji bo xurtkirina dijberiya rejîma Îranê, hewcedariyek wan a mezin bi desteka Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê heye û loma ew jî erênî nêzî vê Pêvajoya Banga Rêber Apo dibin.
Xwefeshkirina PKKê di nav gelê kurd de bivê nevê hestiyariyeke jî ava kir. Em dikarin PKKê di nav teşaya rêxistineke de asê bikin an bi xebatên ku meşandiye wek felsefeyek binirxînin?
Weke li jor hat behskirin, ji yên mîna me pirtir, elbet li ser gelê Kurdistanê wê bandora xwe ya hestiyarî hebe. Lê ez bawer dikim bi saya hewldanên serwextkirinên hêja û zelal ên pêşengên partiyê û dostên rewşenbîr û akademisyenan, ew aliyê derûnî û hestiyarî kêm bûne, şûna wê aliyê zanistî, hêvî û baweriyê xûrtir bûne û wê hîn jî xurtir bibe.
Li gel ku mijara Kongreya 12an hîn taze ye û hîn biryarên wê bi tevayî û bi zelalî nehatine şîrovekirin jî, piraniya gelê me yê welatparêz û dostan, bi dilxweşî û serbilindî ev bûyer pêşwazî kirin. Jixwe di biryara kongreya 12emîn de, nayê gotin ku “me dawî li PKKê anî”, nexêr, dibêje “ev dawîanîn serdemekê nû ye, lê belê ew ruhê APOyî û deskeftiyên PKKê wê bi şêwaz û navên cuda cuda, werin bi rêveberin”.
Li aliyê din Rêber Apo, herdem baweriyê bi guhertina diyalektik tîne û di vê çarçoveyê de pir caran, li gorê şert û mercên her qonaxên guhertin û nûjentin pêkaniye.
Ji bo vê serdemê jî bi heman nerînê tevdigere û ev jî tê wateya ku kes û hêzen nikaribin xwe li gorî demê nû bikin, wê nikaribin bi pêş bikevin û nikarin serkeftî bin.
Herwiha êdî baweriya gel a ji Rêber Apo gihiştiye asta herî bilind, êdî ew propagandayên kes û hêzên xerabkar bandora xwe zêde nikare li ser gel û dostan bike.
Piştî ku PKKê xwe fesih kir divê Dewleta Tirk kîjan gavan bavêje? Dema Dewleta Tirk kîjan gavên şênber bavêje em ê bikaribin bibêjin ku di çareserkirina pirsgirêka kurd de samîmî ne?
Jixwe êdî bi tevayî barê gavavêtinê û bawerîdanê ketiye ser milê Dewleta Tirk. Hema di serî de divê Rêber Apo were azadkirin û li pey wî hemû zindaniyên siyasî û nexweş divê werin azadkirin. Herwiha divê şêwaz û pergala qeyûm divê were rakirin, kesên ku hatine hilbijartin dîsa li şûna xwe vegerin.
Him bi tevayî Tevgêra Azadiyê û hevalbendên wê, bi giranî hemû tevgerên Kurdistanê û dostên Kurdistanê, piştgirî dan bang û biryara Rêber Apo û herwiha li aliyê din barê diket ser milê Kongreya 12emîn û PKKê jî hat ragihandin, êdî yê ku gavên bingehîn bavêje Dewleta Tirk e.
Jixwe ji roja ewil ve bi agirbestê re PKKê bersiva erênî da Rêber Apo, piştî wê bersîva mezin a duyemîn jî bi Kongreya xwe ya 12emîn da û her li ser biryarên xwe jidil û samîmî dimeşin. Samîmîbûn û jidilbûna dewletê, wê di kiryarên wê de werin dîtin; herwiha wê di guncavbûna gotin û kirinên wê de were xuyakirin, heta ku ev neyê dîtin ji aliyê gel ve û ji aliyê Tevgerê û dostan ve jî, jidilbûna rêveberên dewletê nayê pejirandin.
Jixwe tê zanîn ku ne baweriya gelê Kurdistanê û ne jî baweriya gelên cîhanê jî bi Dewleta Tirk ve hema hema nema ye.
Ji bo bawerî pê were, divê Dewleta Tirk ji piralî ve xwe bi erênî bide nîşandan, an na ji bo her alî xeter heye, belê ji bo Dewlete Tirk xeter pirtir e, jiber ku li gel “meziniya” wê, sûcên wê jî mezintir û girantir e.
Dewleta Tirk heta niha di çareserkirina pirsgirêka kurd de PKKê wek asteng pênase dikir. PKK bi erka xwe ya ku temam kiriye wê hincetê jî ji destê dewletê sand. Heke Dewleta Tirk di neçareserkirina pirsgirêka kurd de israr bike dê bi çi re rû bi rû bimîne?
Erê rast e berê ji bo hemû gunehê xwe wek sedem PKKê nîşan dida, lê niha bi banga Rêber Apo re û li pey vê bangê bersîva erênî ya PKKê û encamê Kongreya 12emîn, rêveberên Dewleta Tirk gelek tengav kiriye, ew amûrê wan ê propagandayê ji destê wan girt. Niha Dewleta Tirk, him ji hundur û him ji derve di bin guvaştinek berfireh û giran de ye.
Wisa diyar dibe ku nikare ji her du aliyan jî baz de, ji naçarî divê li gor vê pêvajoyê bimeşe. Jixwe di helwesta Devlet Bahçelî de jî tê xuyakirin ku, ev pêvajo ne ji derveyî “aqlê jor” e, ew gotin û helwestên wan yên berî demek kurt çawa bûn, yên niha çawa nakok in bi hev re, li ber çava ne. Ev jî nîşan dide ku nikarin ji bin fermanên wan jî bazdin an birevin.
Bêgûman, her çendin guman kêm be jî heke ku di nava “aqlê jor” de guhertina pêvajoyê neyê xwestin, her çendîn di nava rêveberiya Dewleta Tirk de yên bixwazin provakasyonan çêkin, yên bixwazin astengiyan derxînin wê hebîn, lê wê nikaribin pêvajoyê bi tevayî mîna cara berê rakin “dolaba qeşayê”!
Ji ber ku cara berê jî û niha jî ev rêveberiya tirk ne xwedî îradeyek ewqas mezin e ku karibin pêvajoyên ewqas giring têkbidin û hwd. Erê li pêşiya me xeterî hene, lê derfet ji xeteriyan pirtir in! Ez bawer dikim serkeftinên mezin ne dûr in!
Ahmet Aktaş Kî Ye?
Ahmet Aktaş di 10 Cotmeha 1952yan de li Mêrdînê ji dayik dibe. Dibistana seretayî û navîn li Dêrikê lîseyê jî li Mêrdînê diqedîne û di sala 1973yan de li Enqereyê dest bi xwendina Beşa Aboriyê dike. Li Enqereyê di sala 1975an de Apociyan nas dike. Ahmet Aktaş di sala 1979an de wek yek ji gerîlayên yekemîn derbasê qada şer dibe û xebatên gerîlatiyê dide meşandin. Di li herê Kurdistanê di her qadê de xebatên xwe dide meşandin. Di sala 1989an de rastî bûyerek xedar tê û bi giranî birîndar dibe. Piştî vê bûyerê êdî bi tevahî dest bi karê civakî dike. Piştî sala 1993an derbasî qada Ewropayê dibe û di heman çarçovê de xebatên xwe wek endamê KNKê, PENa KURD û Enstîtuya Kurdî a Almanyayê didomîne.