Em di serdemeke wisa de ne ku pergala serdest a mêr ku di nava qeyranê de ye, li tevahiya cîhanê di asta şer de êrîşên xwe yên sîstematîk li dijî jinan pêk tîne. Kurdistan yek ji herêmên ku herî zêde ev êrîş û şerê sîstematîk li dijî jinan pêk tê ye. Têkoşîna jiyana azad a bi pêşengiya jinan li Kurdistanê tê meşandin, bi şerê qirkirinê tê xwestin ku were pûçkirin. Tişta ku DAIŞ li Rojava û başûrê Kurdistanê dikir, AKP û hevkarên wê yên tifaqa faşîst li bakurê Kurdistanê dike. Di vê wateyê de DAIŞ û AKP ji bo jin û gelên Rojhilata Navîn du aliyên heman madalyayê ne.
Şerê Sêyemîn ê Parvekirinê ku navenda wê Rojhilata Navîn e, niha li Kurdistanê her ku diçe gurtir dibe. Sedema bingehîn a vê jî berxwedana kurdan e ku li ser esasê xwerêveberî, xwe rêxistinkirin û xweparastinê sîstemeke alternatîf a rast ava kirine. Ev pergala ku bi pêşengiya jinan û li ser esasê beşdariya wekhev a jinan tê meşandin, îro herî zêde li Kurdistanê tê avakirin. Sîstema Xweseriya Demokratîk ne tenê ji bo Kurdistanê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn modelek e. Ji ber vê yekê li hemberî kurdan êrîşên ewqas giran û nemirovane tên pêşxistin. Di esasê xwe de hewl didin rêyên jiyana azad û demokratîk a gelan ji holê rakin.
Şer û qeyrana ku îro tê jiyîn rasterast bi dîlgirtin û tecrîda li ser Rêber Apo a li girava Îmraliyê ve girêdayî ye. Êrîşên qirkirinê yên eniya faşîst a tirk a bi pêşengtiya AKP-MHP’ê de li Kurdistanê pêk tîne û tecrîda di nava tecrîdê de li ser Rêber Apo bi awayekî paralel pêş dikeve. Ji ber vê yekê jî her xebat, her hewldan ku ji bo azadiya Rêber Apo tê kirin, di heman demê de ji bo rawestandina êrîşên qirkirinê yên li ser kurdan û gelên li Îran,Tirkiye, Sûriye û Iraqê ye. Her têkoşîna ku ji bo şikandina tecrîd û esareta Rêber Apo tê armanckirin, têkoşîna azadiya jinan jî xurtir dike. Ji ber ku di şexsê Rêber Apo de jî hesreta azadiyê ya jinên kurd e.
Tevî ku di nêzîkatiya azadiya jinan de di beşeke girîng a civaka me de bi pêşxistina têkoşîna azadiyê re guherînek erênî çêbû jî, ev têgihiştin ji ber bandorên tund ên feodaliyê di jiyana civakî û têkiliyan de diyarker in. Ji ber vê yekê îdeolojiya azadiya jinan nekariye weke zihniyeta civakî bi giştî civakê serdest bike. Her çiqas di qada civakî de di aliyê jinan de guhertinek çêbûbe jî, di zîhniyetê de guhertineke radîkal di asta tê xwestin de pêk nehatiye. Her çiqas tundî hişmendiya baviksalarî ya ku di van salên dawî de jin di nava civakê de rû bi rû maye heta radeyekê derketibe holê jî, ji bo çareseriya van pirsgirêkan encamên cidî dernakeve holê.
Ji bo jiyana ku îro ketiye nava pergalê ji pirsgirêkan rizgar bibe û bibe jiyîn, divê beriya her tiştî pirsgirêka jinan bê çareserkirin. Tu civak bêyî misogerkirina azadiya jinan nikare bigihîje azadiya xwe. Hemû şoreşên ku hatine kirin ev rastî îspat kirine. Hemû şoreşên ku ji bo wekhevî, edalet û jiyana azad di civakê de pêk hatin, nîşanî me da ku heta jin negihêjin azadiya xwe, şoreş bi tevahî bi ser nakevin. Dibe ku hin destkeftiyên berbiçav werin bidestxistin, lê ev nayê wê wateyê ku civak bi rastî azadiya xwe bi dest xistiye. Em dikarin vê di mînaka herî konkret a sosyalîzma reel de bibînin. Ev tê wê wateyê ku serkeftina şoreşên civakî tenê bi şoreşên jinan ên serkeftî pêkan e.
Azadiya Rêbertiya me û gelê me rojeva sereke ya hemû qadên xebata me ye, weke armanceke ku divê di demeke kurt de pêk were. Ji bo bidestxistina van armancan çalakî girîng in, ji bo afirandina jiyaneke nû, ferdekî azad û civakeke demokratîk xebatên me yên bênavber parçeyek ji armancên me yên demkurt û demdirêj e.
Ji ber vê yekê jî xebatên hişyarkirin û rêxistinkirina her beşê civakê li gorî îdeolojiya azadiyê pêwîstî bi berdewamiyê heye. Têkoşîna azadiya jinan esasê afirandina civaka demokratîk û ferdê azad e.