4 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Serkeftina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk

Divê zagonên ku tirk û tirkîtiyê li ser hemû gel û neteweyan ferz dikin, ji avabûna komara Tirkiyeyê heta vê demê bûne sedema polîtîkayên bişaftinê û entegrasyona negatif, li pêşiya maf û azadiyên bingehîn û demokratîkbûnê asteng in, werin guherandin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi banga xwe ya Aştî û Civaka Demokratîk rêya ronahiyê li pêşiya gelê kurd, tirk û gelên Rojhilata Navîn vekiriye.

Li hember helwesta înkarê ya rayedarên dewletê, ji wan re dibêje:  “Dînamîkên dinyayê dihêjin, dilerizin. Şerê mezin li vê herêmê û Rojhilata Navîn diqewimin, yan hûn ê weke hêştirmeyan serê xwe bikin binê xîzê, çavên xwe ji rastiyan re bigirin, di siyaseta înkarê de israr bikin, li hemberî cihana hemdem weke sûcdarên li dijî  mirovahiyê mehkûm bimînin, an jî hûn ê maf û azadiyên çandî, zimanî û nasnameyî yên gelê kurd nas bikin û rêya demokrasiya cîhana hemdem û mirovbûnê li pêşiya we vebibe.” Baş tê zanîn ku rayedarên dewletê ji bo temenê komara Tirkiyeyê dirêj bikin vê pêvajoyê dan destpêkirin.

Ji xwe Bahçelî dibêje, ji bo ku ez temenê dewleta Tirkiyeyê dirêj bikim min vê pêvajoyê da destpêkirin. Pêwiste Bahçelî jî û rayedarên dewletê yên din jî, baş zanibin ku wekî birêz Ocalan jî dibêje, şer jî, aştî jî, helwest û nêzîkatiyeke ji dil û durust dixwazin.

Loma jî, çawa ku tevgera gelê kurd ji bo ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk  bi serkeftî û li gorî dil û daxwaza gel û civakê pêk were kongreya xwe li dar xist, xwe fesih kir û çekên xwe li pêşberî çavên raya giştî ya cihanê avêt nava agir û şewitand, pêwiste rayedarên dewletê jî, ji bo ku cihana hemdem a ku vê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dişopîne, gavên jidil û pêbawer biavêjin, ku karibin raya giştî ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê qanih bikin.

Bi gavên ku heta niha tevgera kurd avêtine, tiştê ku ketiye ser milê wê kiriye. Ji biryara kongreyê ya xwe fesihkirinê heta çek şewitandinê ji bo aştiyê her tişt kiriye û gavên pêwist avêtiye. Niha dora gav avêtinê ya rayedarên dewletê ye.

Ji bo vê jî, pêwiste;

*Zagonên ku tirk û tirkîtiyê li ser hemû gel û neteweyan ferz dikin, ji avabûna komara Tirkiyeyê heta vê demê bûne sedema polîtîkayên bişaftinê û entegrasyona negatif, li pêşiya maf û azadiyên bingehîn û demokratîkbûnê asteng in, werin guherandin an jî, ji zagona bingehin werin derxistin.

Ji bo ku dinya û çavdêrên vê pêvajoyê niyet û nêzîkatiya baş a rayedarên dewletê bibînin, di serî de girtiyên nexweş, hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan.

*Perwerdehiya bi zimanê dayikê, ku daxwaza gelê kurd a sereke ye û nebe nabe ye bi destûra bingehîn were mîsogerkirin û bikeve meriyetê ku hêvî û bendewariyên civakê yên pêvajoya ku hatiye destpêkirin werin bersivandin.

Daxwaza gelê kurd jî û tevehiya civakê jî ew e ku, ne  kêm, ne zêde.

Li vî welatî hemû derfet, maf û azadiyên ku ji  gelê tirk re hatine pêşkêşkirin, pêwiste ji gelê kurd û hemû gelên din ên ku welatiyên Tirkiyeyê ne re jî werin pêşkêşkirin. Ango hemû gel û neteweyên ku li Tirkiyeyê dijîn xwedî heman maf û azadiyan bin. Bêguman, di vê pêvajoyê de tiştê ku dikeve ser milê gelê kurd jî hene. Loma jî, pêwiste gelê kurd û hemû gelê aştîxwaz û azadîxwaz, bi hêz û hişmendiya rêxistinbûyî, heman fikir û feraset, hest û helwestê, bi heman lêhûrbûn, dûrbînî û pêşbîniyê, di Aştiya mayînde û jiyana bi rûmet de bi israr bin, piştgirî û piştevaniyê bidin banga Aştî û Civaka Demokratîk û bi têkoşîna xwe ya bi biryar û hevgirtî, aliyê dewletê mecbûrê çareseriyê bikin û gavên şênber ên ji bo aştiyê bi rayedarên dewletê bidin avêtin.