7 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

‘Serkeftina li Tişrînê serkeftina Rojava ye’

Berdevkê Navenda Ragihandina YPGê Siyamend Alî ji bo berxwedana li Bendava Tişrînê tê dayîn got: “Berxwedana ku tê dayîn ne tenê ji bo heremekî ye, ji bo hemû gel e. Serkeftina berxwedana li wir tê wateya serkeftina Rojava. Bêguman binketina li wir jî tê wateya binketina destkeftiyên bi salan.”

Dewleta Tirk û çeteyên girêdayê yên wek SMOyê bi rojane êrîşê Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê dikin. Lê şervanên YPJ, YPG û Meclisa Leşkerî ya Minbicê rê nadin ku ev dever bên dagirkirin.

Em der barê rewşa Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê bi berdevkê Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Siyamend Alî re axivîn.

Siyamend Alî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên Dewleta Tirk û çeteyên girêdayê wê û ev tişt anî ziman: “Di nav 20 rojên derbasbûyî de Dewleta Tirk û çeteyên wê yên wek Cêş El Wetanî (Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê-SMO) êrîşeke hovane li dijî hemû herêma çemê Firatê dane meşandin.  Bi taybet jî li ser Pira Qereqozaq ku rojava û rojhilatê Çemê Firatê bihevdu re girêdide. Herwiha êrîşên Bendava Tişrînê û rojavayê bajarê Tebqayê ku di xeta bajarokê Meskena û Dêrhafir de ye êrîşên rojane tên kirin.”

550 çete hatin kuştin

Siyamend Alî diyar kir ku Dewleta Tirk bi hemû amûr û alavên teknîkî û bi deh hezaran çeteyên xwe li dijî şervanan dide şixulandin û wiha axivî: “Li dijî tank, top, teyare û çeteyên girêdayê Dewleta Tirk, şervan ev 20 roj in li ber xwe didin. Bi vê berxwedana ku şervan didin planên Dewleta Tirk û hevalbendên wê têk çûn. Di nav vê têkçûnê de 550 çeteyên wan hatin kuştin, bi dehan maşîneyên wan ên doçka û sîstemên radarê hatin hilweşandin.”

‘Xetereya şerê kolanan’

Siyamend Alî di berdewamiya axaftina xwe de ji bo giringiya xeta Çemê Firatê ev tişt got: “Bêguman ava Çemê Firatê xeta xwezayî ya paratinê ye. Ji ber vê yekê Pira Qereqozaq û Bendava Tişrînê xwedî girîngiyeke stratejîk in. Derbasbûn an jî bi destxistina Pira Qereqozaq û Bendava Tişrînê tê wateya bi destxistina Bajarokê Sirînê û xata M4 a ku bajarê Sûriyeyê bi hev re girêdide. Di heman demê de bajarê Kobanê bi tevahî dikeve dorpêça Dewleta Tirk. Bi dagirkirina Qereqozaq û Bendava Tişrînê ew mertala xwezayî jî dê ji holê rabe. Ev jî tê wateya şerê nav kolanan. Ev şer dê xetereyên pir mezin li ser aramî û hebûna Rojava bi xwe re bîne.”

‘Fînansekirina çeteyan’

Siyamend Alî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi kurtasî em ji bo Pira Qereqozaq û Bendava Tişrînê dikarin bibêjin ku deriyê berxwedana heremên din e. Di serî de jî yê bajarê Kobanê. Yanî dagirkirina Qereqozaq û Tişrînê tê wateya ku şer li hemû heremê belav bibe. Ji ber vê yekê Dewleta Tirk hemû hêz û amûrên xwe yên teknolîjîk li vir kiriye meriyetê. Dewleta Tirk bi hemû hêza xwe ya leşkerî û fînansekirina çeteyan niha hewl dide ew xeta berxwedanê ya ku me daye avakirin têk bibe. Di encamê de rewşa ku ew dixwazin pêk nayê. Hevalên me piştî rewşa parastinê ya 20 rojan derbasê rewşa êrîşê bûn. Di hemleya êrîşê de hevalên me qederê 10 km derdora Qereqozaq û Bendava Tişrînê paqij kirin da ku êrîşên talanker li ser bendavê neyên kirin.”

Xetereya li ser gel

Siyamend Alî der barê xetereya ku bi teqîna Bendava Tişrînê derkeve holê wiha got: “Jixwe tê zanîn ku Bendava Tişrînê di xizmeta gel de ye. Bi taybet jî ji bo ava vexwarinê û enerjiyê. Lê Dewleta Tirk rojane bi obus û teyareyan êrîşê bendavê dike û zirareke mezin dide bendavê. Di encama van êrîşan de bi deh hezaran welatî bê av û bê kerebe man. Ji ber mexdûriyeta gel divê banga navneteweyî were kirin da ku jiyana welatiyan nekeve bin xetereyê. Herwiha di van êrîşan de xetereya ku bendav biteqe heye. Ev jî dê ji bo welatiyên ku dor û berên Çemê Firatê de dijîn bibe sedema keraseteke mezin.”

‘Berxwedana ku tê dayîn rûmeta herkesê ye’

Siyamend Alî ji bo têkoşîna ku li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê didin jî ev tişt anî ziman: “Berxwedana ku îro şervan li ser Bendava Tişrînê didin berxwedana tenê ji bo heremekî nîne. Ew berxwedan ji bo hemû gel e. Serkeftina berxweda li wir tê wateya serkeftina Rojava. Bêguman binketina li wir jî tê wateya ku destkeftiyên bi salan li erdê bimînin. Li ser vê esasê em bang li ciwanan dikin da ku wî deriyê berxwedanê biparêzin. Berxwedana ku li wir tê dayîn rûmeta her kurdekî, her pêkhateyekî ye. Ji ber wê di vê herkes behra xwe di vê berxwedanê de bimîne.”

‘Em bi hêza xwe li dijî planan disekinin’

Siyamend Alî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dewleta Tirk bi van êrîşên xwe dixwaze herêmê tasfiye bike û gelê kurd qir bike. Dixwaze bajarê Kobanê yê ku bajarê berxwedanê ye dagir bike û careke din tevliheviyeke li ser axa Sûriyeyê pêş bixe û berjewendiyên xwe pêk bîne. Şerekî ku li Kobanê dest pê bike bêguman dê li hemû Sûriyeyê belav bibe. Îro kesên ku li dijî van planên Dewleta Tirk disekine dîsa gelê me û hêza me ye.”