Li rojhilatê Kurdistanê helbestnivîsî xwedî kevneşopiyeke pir kevn e. Dengê helbestên kurdî; bi zaravayên cuda, di her çaxekê de û rexmê zext, qedexe û derfetên pir kêm ên çapê jî bi awayekî xwe gihandiye çar aliyên welat û gelek caran jî sînorên heyî derbas kiriye. Ev deng bi şêweyekê bûye bilêvkirina hestên jina kurd û kariye bi van peyvan li dijî qeyd û bendên heyî serî rabike.
Nemaze helbesta kurdî li rojhilatê welêt wek kevneşopiyek a ne pêkan e dest jê bê berdan li çiya û deştên welat olan daye. Gelek caran bûye deng û rengê serîrakirina li dijî zilm û zorê, ranewestiyaye û her carekê wek aveke zelal rê û rêçik ji xwe re dîtiye. Belku vê yekê hişt ku di demeke kin de helbesta kurdî bi awayek pêtî bi pêş bikeve û bandorek erênî li ser helbest, çîrok, zargotin û romannivîsiya jinên îranî jî bike.
Mixabin hizr û feraseta nêr a pergala serdest a zilam bandoreke neyînî li ser çanda civakan jî kiriye, gelek caran dest avêtine vê qadê jî û hewl dane peyvan di qirika jinê de bifetisînin û nehêlin ev peyv azad biherikin, zînde û herikbar bin. Lê jinan rê nedaye vê yekê û peyv ne di sînga xwe de, ne jî di nav çar dîwarên mala jê re pêşan kiribûn, fetisand. Bi awayekî li dijî serdestî û pergala nêr, serîrakirina peyvan dide destpêkirin. Ev jî ji bo jina kurd şerê herî mezin ê di qada wêjeyê de bû. Ev şerê li dijî her cure zextan serkeftinê misoger dike.
Di dîrokên cuda de gelek helbestvanên jin ên mohra xwe li serdemekê dane derketine û karîne bi deng û rengên xwe, nemaze di qada helbestnivîsiyê de rê nîşanî jinan bidin. Her çend helbestên gelek ji wan jinan heya roja me ya îro nehatine, yan jî pir kêm behsa wan û helbestên wan bê kirin jî, pergala mêr û serweriya wî tu caran nehiştiye dengê jinê bi awayekî gur û geş biherike; her tim wek siyekê bi ser jinê de xwar bûye. Lê li rexmê wê jî, jinên helbestvan ên wek Dayê Tewrêzî Hewramî ya wek yekem jina helbestvan a kurd jî tê pejirandin, Fatime Xanim, Celale Xanim a di serdema hikûmeta Dîlmiyan û di qirna 10’emîn de jiyane, Şaxiveşîn qirna di qirna 13’emîn e, Xatûn Mîzred û Daye Xezan jiyane. Mirov nikare bandora van jinan a li ser helbestvaniya jinên rojhilat jinedîtî ve bê. Dîsan Mestûre Erdelanî dîroknas, lêkolînvan û helbestvanek jêhatî ya serdema xwe bûye. Helbet li vir mirov nikare jina hebestvan, Cîhan Ara Paweyî, Nazdar Xatûna Şirazî (sedsala 13’emîn) Semen Xanim a li Erdelanê di sedsala 16’emîn de jiyaye, ji bîr bike.
Helbet gelek jinên li ser rê û rêça van jinan meşiyane û her carekê jî deriyekî nû ber bi helbestên kurdî ve vekirine, hebûne. Lê ez ê xasma behsa Jîla Huseynî bikim. Jîla Huseynî yek ji wan jinan e ku deriyek nû ber bi helbestên nûjen ên kurdî vekiriye. Ew bi taybetî bi helbestên xwe yên li ser jinê yên bi navê “Geşeyî evîn” û “Qelay raz” rengek nû dide helbest û wêjeya kurdî. Ew bi awayekî herî wêrek, bêtirs û zelal dest davêje helbestan û balê dikişîne ser rewşa jinê.
Jîla Huseynî di sala 1964’an de, li bajarê Seqiza rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Jîla di temenê xwe yê 15 salî de dest bi helbestnivîsînê dike. Jîla tevî keça xwe, di encama qezayek maşînê de, di 32 saliya xwe de jiyana xwe ji dest dide. Ew endam û damezînera ‘Encûmena Wêjeyî ya Mewlewî’ li bajarê Sine bû.
Di helbestên Jîla Huseynî de hewldanek rewşenbîrî, femînîstî, evîn û dengê jinê derdiket pêş. Wê tevahî emrê xwe di rêya raman û lêkolînê de derbas kir. Jixwe ev aliyên wê û pênûsa wê ya bisihr hîşt evçend bihêz peyvan li ser rûpelên sipî ên lênûsa xwe xîz bike.
Helbestvan di nav aheng û hêzek mezin a xeyalan de ber bi peyvan diherike, ji hêla dewlemendiya hestê de bêqisûr e:
Dilê tengê min Sêtareke
Dema tiliyên evîna te
Davên keziyên wê dilivînît
Ha li wî demî, bîrhatinên westiyanê dilerizin
Ji xeman avis dibin û
Bi hemû dengê xwe helbestek nû vedihînît (Werger: Şorê Mayî)
Di helbesta “Mîwandarî” de wê wiha rêzikan birêse:
Stêtarekê û sih sitran û sê perên helbestek evîndarî
Hevdû nas kirin, bon hevalên can bicanî…
Jixwe re jorek girtin
Di wê jorê de jî mêvandariya çiya û
Hizir û camê mey dikir
Bi şev heta sibê wî destê wê digivaşt (Werger: Şorê Mayî)
Helbestên Jîla civakî bûn, wê di helbestên xwe de bal dikêşand ser rewşa jin û pirsgirêkên wê, tenêtî û nêzikatiya civakê a li hember jinê, nexasim di mijara kar, zewac û hwd. de dîsa rewşa kambax a malî bû ku bixwe jî di rewşek nebaş de bû. Jixwe Jîla di gelek helbestên xwe de qala rewş û jiyana xwe dike. Ew di helbestên xwe de bi awayekî cihê, dilşikestî û baldar li ser safî û tenêtiya jinê radiweste, li dijî vê rewşê serî radike, bi reng û awayê xwe nêz dibe. Ji hêla şêweya helbestan de mirov dikare helbestên Jîla nêzî helbestên Forox Feroxzad bibîne; şêweya nivîsandin û perspektîfa wan a di mijara serpêhatiya jinê de wek hev in. Belku di helbestên xwe de li pey dengê xwe yê enderûn çûye û di her rêzek ji helbestan de li xwe geriyaye.
Jîla derd û kederên gelê xwe, komkujiyên bi serê wan de derbas bûne jî baş rawe kiriye û aniye ziman: Di van cure helbestên wê de jî mirov dikare dijrabûna wê bi awayekî herî zelal bibîne. Ew vê dijrabûn û kerba xwe di serê her rêzikek ji helbestên xwe de pir baş dihone.
Dîsan mute bikenî
Ser û çavên hîviyên gula dişot
Carek din destê xwe yê reşê kimiyayî
Bi ser û çavên çiya de anî xwar
Carek din tar û mar û qir bo bişkurîn (Werger: Şorê Mayî)
Jîla stêrkek geş bû li asîmanê welêt diçoriskî. Wê di temenek ciwan de gelek kar û xebat di rêya wêjeya kurdî de kir, gelek berhemên biqîmet ên wek Geşey Evîn (Helbest, 1995), Qelay Raz (Helbest, 1998), helbestên berhevkirî yên zarokan ên nehatibûn çap kirin û hwd. li pey xwe hiştin.