Li rojhilatê Kurdistanê û Îranê, xwepêşandan û serhildanên ku ji ber ku kuştina jina ciwan a kurd Jîna Emînî dest pê kirin, di roja 38’an de berdewam dikin. Duh li seranserê Rojhilat û Îranê greva giştî hebû. Bi taybetî li bajarên mîna Sine, Bane, Merîwan, Bokan û Mahabadê esnafan dikanên xwe venekir.
Her wiha li taxên bajarên Sine, Urmiye, Kirmaşan, Mahabad, Merîwan, Bokan û Seqizê duh bi şev carek din ciwan daketin kolanan, agir pêxistin û bê navber dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ qêriyan. Li gelek cihan di navbera hêzên rejîmê û xwepêşanderan de alozî derketin.
Xwendekar neçûn dibistanan
Li gelek bajarên Îranê jî xwendekarên zanîngehê çalakî li dar xistin û neçûn dibistanan. Li Tehran, Merkezî, Azerbaycan, Rojhelat, Xozistan, Esfehan, Hurmzgan, Sîstan û Beluçistanê bi pêşengiya jinan xwepêşandan hatin lidarxistin. Li bajarê Dizful ya Xuzistanê çalakiyek mezin hate lidarxistin û li gelek cihan hêzên rejîmê êrişî xwepêşanderan kirin.
Tevî karketên sektora neft û beşek ji karkerên başûrê Îranê, duh karkerên kompanyaya Şîrînemenî ya li Terwêzê jî ketin grevê û nerazîbûna xwe anîn ziman.
Li Berlînê piştgirî
Li aliyê din piştgiriya ji bo gelê rojhilatê Kurdistanê û Îran jî li seranserê cîhanê dewam dike. Duh li paytexta Almanya Berlîna, bi hezaran kes hatin ba hev û serhildana gelên îranî ku 38 roj in berdewam dike, silav kirin.
Li ser banga Desteya Hemahengî ya Sendîkaya Pîşeyî ya Mamostayan biryare îro û sibe mamosta li dijî êrişên ser xwendevanan, bikevin grevê.
Di encama êrişên hêzên Îranê de tê gotin heya niha zêdetirî 215 kesan jiyana xwe ji dest dane, bi sedan kes birîndar bûne û hezaran jî hatine binçavkirin.