Serhildana gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya dijî dewleta Îranê bi nerazîbûn, xwepêşandan û çalakiyên cur bi cur berdewam dike zêdeyî 3 mehan li pey hişt û çend roj din 4 mehên xwe tijî dike.
Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê piştî qetilkirina ciwana kurd Jîna Emînî di 16’ê îlonê de bi nerazîbûn û xwepêşandanan dest pê kir û paşê veguherî serhildaneke mezin û li seranserê Îranê belav bû.
Duh li gundê Zêwke ya bajarê Pîranşarê, merasîma çileya xwepêşanerekî bi tevlîbûna malbat û welatiyên gund çêbû. Li bajarê Dereşar yê Îlamê jî duh bi şev welatiyan agir berdan wêneyên rayedarên Îranê.
Li bajarê Îranê Zahîdan jî bi sedan kes daketin kolanan û dijî desthilata Îranê meşiyan. Jinan di meşê de bê navber dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qêriyan.
Li bajarên Çebehar, Xaş, Zehek, Îranşar ya parêzgeha Sîstan û Beluçistanê, çalakiyên nerazîbûnê hatin lidarxistin. Darvekirina xwepêşanderê bi navê Muhsîn Şikarî ya ji aliyê Îranê, hem li nav Îran hem jî dervey Îranê bû sedema nerazîbûnan. Li Kirmaşan meşek bêdeng hat lidarxistin, lê hêzên Îranê êrişî xelkê kir û gelek kes birîndar bûn.
Li Rojhilatê Kurdistanê dayîka hunermend Saman Yasîn ku hatiye girtin û cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, bang li Rêxistinên Mafê Mirovan kir da ku ji bo hilweşandina cezayê darvekirinê bikevin nava liv û tevgerê.
Der barê mijarê de dayîka Saman wiha got: “Li ti cihek dinyayê tiştek wiha nehatiye dîtin, kesek li agirek di tenekêde, cezayê darvekirinê lê were birîn. Bang li her kesê dikim ji bo parastina canê kurê min her tiştî bikin.”
Li gelek herêmên Tahranê jî bi pêxistina muman û çalakiyên cuda, welatiyan nerazîbûna xwe ya dijî darvekirina Mohsen Şekarî anîn ziman.
Berteka hunerêmendan
Beriya çend rojan hunermend, sînemager û rewşenbîrên Îranê Îranê bi nameyeke vekirî piştgiriya xwe ji hunermendên girtî destnîşan kiribûn û bang li rejîma Kiribûn ku guh bide daxwazên gel.
400 sînemager, hunermend, çalakvan û rewşenbîran bi nameyek vekirî ku radestî Desteya Rêveber a Sînema û Lijneya Parastina Yasayî û Dadweriya derhênerên fîlman kir û got: “Çima girtina hunermendan berdewam e? Em amade ne soza ketina çalakiya sînemayê bi cih bînin.”
Di nameya ku roja 8’ê Kanûnê radestî desteyê hatî kirin de tê gotin: “Çima li beramberî ew tedbîrên ku hatine girtin, Mackan Iylanlo û girtiyên din ên hunermend nayên berdan?”
Kesayetên ku îmzeyê wan di bin nameyê de cih girt bal kişandin ser azadiya fikir û mafê xwepêşandêran û wiha nivîsandin: “Hunermend dengê gel in û nabe di girtîgehan de bin”
Sînemagerên Îranê roja 5’ê Kanûnê bi daxuyaniyekê de ragihandin ku ger zext û girtin bi dawî nebin û sînemagerên ku hatin girtin neyên berdan, daxwaz ji hunermendan kirin ku dest bi çalakiya bikin û hevkariya li gel projeyên fîlm û televîzyonê red bikin û li ber deriyê sînemayê rûnin û dest bi çalakiya rûniştinê bikin.