13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serhildana gelê Îranê roj bi roj geştir dibe

Koma “Ciwanên Taxên Sineyê” : Divê 7’ê kanûnê bibe bingehek ji bo destpêkirina bizaveke neteweyî ya yekane û hevahengî di navbera Tevgerên cuda yên civakê de."

Li Îranê bangawaziyên ji bo beşdariya girseyî di xwepêşandan û grevên giştî de zêde dibin. Îro xwendekaran dest bi gera nû ya greva xwe ragihandin, bang li gel kir ku xwe ji bo xwepêşandanên girseyî yên rojên 5, 6 û 7 Kanûnê amade bikin.

Koma “Ciwanên Înqilaba Îranê” bi vexwandina welatiyan ji bo beşdariya di kombûnên rojên 5, 6 û 7’ê Kanûnê de ragihand ku ew ê di van sê rojan de ji saet 10:00’ê sibê ve li xaçerêya “Valiasr” û xaçerêya Kolanên “Şerqî Ferdûs” û “Kaşanî” li Tehranê li hev kom bibin.

Koma “Ciwanên Taxên Sineyê” jî bi heman bangê, di daxuyaniyekê de ragihand ku têkoşîna ji bo rûxandina rejîma Îranê berdewam e û got: Divê 7’ê kanûnê bibe bingehek ji bo destpêkirina bizaveke neteweyî ya yekane û hevahengî di navbera Tevgerên cuda yên civakê de.”

Koma “Ciwanên Taxên Ehwazê” jî di rojên 5, 6 û 7’ê Kanûnê de greva giştî ragihand û got ku “Bi rêya yekîtiya gel, rejîma Komara Îslamî dê di demek nêzîk de were rûxandin”.

Koma “Ciwanên Taxên Erdebîl” ji bazar, ajokarên kamyonan, ajiokarên taksiyan û otobusan xwest ku di 5, 6 û 7’ê Kanûnê de bikevin grevê.

Hêjayî gotinê ye ku ji her alî ve dor li rejîma Îranê teng bûye, ji aliyekî ve ji alî civaka navnetewî ve rastî zext û ambargoyên nû tê û ji aliyekî din ve gelê Îranê yê ku kefenê tirsê çirandiye û bi reng û şêweyên cuda serhildana xwe berdewam dike, rejîm xistiye sergêjekeke mezin.

Bi berdewamkirina serhildana gel êd,î dengê reforparêzên Îranê jî bilind dibe û rexneyan li rayedarên dewleta xwe dikin. Ji wan helwestan jî yek ya cigirê Mihemed Xatimî bû. Cîgirê berê yê serokomarê Îranê Mihemed Xatemî Mihemed Elî Ebtehî got: “Desthilat divê hewla avakirina aliyên navbênkar  bide. Ku navbênkariya di navbera wan û vî nifşê serhildêr de bikin. Her wiha bal kişand ser reformxwazan ku ew dikarin vê navbênkariyê bikin û wiha berdewam kir: “ Bijarteya rejîmê ya herî baş di vê mijarê de reformxwaz bûn, lê wan ev bijarte hilweşand.”