24 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Serfermandarê artêşa Lîbyayê û kesên pê re mirin

Serfermandarê artêşa Lîbyayê tevî kesên pê re, dema ji paytexta Tirkiyeyê bi balafirê vedigerîn Terablusê di qezayekê re derbas bûn, jiyana xwe ji dest da.

Serokê hikumeta Wehde El Weteniyê ya Lîbyayê Ebdulhemîd El Debîbe ragihand ku serfermandarê artêşa Lîbyayê û şandeya leşkerî, dema ji Enqereyê vedigerîn, balafira wan qeza kir, di encamê de serfermandar û kesên pê re mirin.

Desthilatên Tirkiyeyê ragihand ku, piştî balafira Lîbyayê “Falcon” ji balafirgeha “Esenboga” ya Enqereyê rabû û berê xwe da Terablusê ya Lîbyayê, peywendî bi balafirê re qut bû. Di balafirê de, 5 kes di nav de serfermandarê artêşa Lîbyayê Mihemed Elî El Hedad hebû.