12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serenada gul û kulîlkên pêşwaziyê

Em dizanin ku ew kulîlk hişk bûne, nema şîn tên. Lê ev rewşa wan tu car me bêzar û bêarmanc nake û hin gul û kulîlk, tim ji nû ve vedibin. Ronahî li ku em li wê, geryana li dermanan û netebatî li ku, em li wir in

Dema ku tê gotin; ”bi gul û kulîlkan hat pêşwazîkirin”, kes napirse û ji bo ku napirse nizane ka ew gul û kulîlk çawa ne, çi dikin, bi ku ve diçin? Kes li halê gulan, kes li halê kulîlkan napirse ax!

Hozanek gotiye: ”çûyîn hişkbûna kulîlkan e”(Îlhan Çomak). Lê ez ê wiha li ser zêde bikim;

Hatin jî hişkbûna kulîlkan e. Lew kulîlkên ku ez li ber deriyê zîndanê û balafirgeha Amedê pêşwazî kirim hişk bûne, zûda zûda hişk bûne. Qey hatina min emrê wan kurt kir? Ku ez nehatama, dê ew nehatina min, nebûya sebebê wê hişkbûna wan a ku berê hêdî hêdî bi çilmisînê tê û paşê wan hipîhişk dike ne? Her wiha min ê li ber hemû kulîlkfiroş û gulfiroşan bi dizî ji xwe nepirsiya:

Gelo ew kulîlk ji vir hatibûn, gelo ew gul ên vir bûn? An jî bi hestiyarî negota: Wey, çiqas dişibin wan kulîlkên pêşwaziyê, gelo dê ew kê pêşwazî bikin, li ku biçilmisin û li ku bibin bîranîn? Bi kulîlkan hat pêşwazîkirin, çi gotinek emirkurt e, dewama wê çi ye, li ku ye? Çîrok hema li wir diqede an bi hişkbûna gul û kulîlkan dibe tiştek din?

Belam ew destegulên wek xwediyên xwe xweşik, ew destegulên li wê kelegerma havînê birêketî niha li ku ne?

Camekan

Gulên çilmisî razayîne

Li odeya bîranînan di qomodînan de kes nîn e

Darçîn û qerenfîl bûne toz li ser sandiqan

Pirtûkên zerbûyî ji dolabê distrên

Li her rûpela wan awirek ronak

Şûşeyên vala gazî esansên qediyayî dikin

Rojên kulek di bin qenepeyê de

Xeyalên şermok di vîtrînê de

Çîçekên jibîrçûyî razayîne

Di qomodînan de êdî kes nîn e

Fîncanên tije zaroktî

Di camekanan de li hêviya kê ne

Gulên çilmisî razayîne li odeya bîranînan

Şûşeyên vala behsa qolonyayên

Her kes sax e her kes li vir e dikin

Di çarçoveyan de dest dihejînin

Rojên berê rûyên berê

Li paş camên dûr mexmûr

Dema min sê sal berê li zindanê vê helbestê nivîsî, min nedizanî ku dê sê sal paşê bi kulîlkên min ên hişk, dîsa were bîra min. Min nedizanî ku min vê helbestê ji bo wan rûgeş û hêjayên ku her gavek wan, her kêliyek bendewariya wan ji bo min dilgeşî û rûmet bûn nivîsandiye.Lê ev jî heye, kulîlk hişk bûbin jî ew pêşwazên ku dê ez û pênûsa xwe tim liyaqê wan bin, her dem geş bin. Serboriya min û wan kulîlkên li destên wan niha di nav qawanoz û qomodînan de veşartî be jî, ew bi rûyên xwe yên ronak ên li wê roj û şeva havînê tim bi min re ne, ji lewre jî çîroka me naqede, çîroka me ya rûgul û bêhnçîçek bi gavên Herne Pêş, her bi pêş ve diçe.Lew gula ku dê qet neçilmise dilê we û min e.

Belê dibe salek min û we, min û wan gul û kulîlkan, me û wê şeva havînê ya bendewar.

Û ji bo ku hûn gulemirov, gulejin, gulemêr, guleheval û guledostên vî welatê şeyda bûn û ez jî gulemêvanek ji zîndanê hatî bûm, ew gul û kulîlk bûn helbest û xwe li ser zinaran nexşandin. Niha wiha di qawanozan da razayî bin jî, her demsal geş in li bîra min.

Ji bo ku em perçeyên canê vî welatê xezeblêhatî û cegerpola ne, wek her salan îsal jî zor bû. Ji havîna par heya vê havînê çi bû çi nebû, çi hat çi nehat, lê em her li cîhê xwe ne.

Li aliyê din, em û ezên havîna borî û vê havînê qet ne yek in êdî, lew gelek tişt wek wan kulîlkan çilmisîn, hişk bûn û bi bayê re çûn. Gelek tişt wek wan gul û kulîlkan niha di qawanozan da nebin jî, em dizanin ku hişk bûne, nema şîn tên. Lê ev rewşa wan tu car me bêzar û bêarmanc nake û hin gul û kulîlk, tim ji nû ve vedibin.Ronahî li ku em li wê, geryana li dermanan li ku, em li wir, netebatî li ku, em li wir in. Nema disekinin, bi kulîlkên xwe yên hişk û geş her dimeşin û carna jî wiha ji nav camekanên kulîlkên hişkbûyî bo we serenadê dikin.

Belê, ev serenada min û wan kulîlka ye ji we re, ji bin pencereya we ya şevê ji we re spasdar e; kulîlk çilmisî bin jî çîroka me domdar e, dê ew nûhatiya li wê bîranînê jî, kulîlkên ku li her derê tim we tînin bîra min jî her li pey we bin, lew pêşwazîkirin, bi şopandinê temam dibe, şopandinek domdar.

Kulîlkên hişk kulîlkên hişk

Nehêlin bila welat hişk nebe

Gulên ziwa gulên ziwa,

We bo çi reng li xwe nehîşt wiha