Tirkiye 5 sal berê di 9’ê Cotmeha 2019’an de Serêkaniyê dagir kir. Tirkiye li dijî zagonên navdewletî Serêkaniyê dagir kir û sînor îhlal kirin lê Neteweyên Yekbûyî hêj bedeng in. Piştî Tirkiye Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir, li van bajaran komên çeteyan bi cih kirin û van çeteyan li welatên cuda didin şerkirin. Li başûrê Kurdistanê didin şerkirin. Bi minasebeta 5’emîn salvegera dagirkirina Serêkaniyê em bi Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso re axivîn. Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso anî ziman ku aliyê siyasî yê komploya 9’ê Cotmehê siyaseta qirkirin û tunekirina gela kurd bû û wiha got: “Xwestin di şexsê Rêber Apo de gel bê vîn bihêlin. Xwestin gelê kurd ji mafê siyasî, hiqûqî û bê vîn bihêlin. Lê sekn û felsefeya Rêber Apo, têkoşîna Rêber Apo; ji bo azadiya jinê û vîneke azad li seranserî Kurdistanê û Rojhilata Navîn belav bike bû.”
Tirkiye bû amûrê komployê
Xerîb Hiso, da zanîn ku di 26 salan de komployê tu encam negir û wiha axivî: “Li herêmê encama dixwest bi dest nexist. Dijberî vê yekê siyaseta wan di 26 salan de parçe bû. Van netewên bi hevre komplo pêk anîn bi hevre ketin nava nakokiyên mezin. Di serî de dewleta tirk a dagirker bû amûrekî komployê. Dewletên komploger ketin nava nakokiyên navxweyî. Şerê sêyemîn bi komploya 9’e Cotmeha 1998’an dest pê kir. Navenda vî şeri kurdistan e û li herêmê belav bûye. Cîhan jî xistiye nava vî şerî. Van dewletên ku nekaribûn aştiyê pêş bixin şer pêş xistin.”
Xerîb Hiso, da zanîn ku ji ber siyaseta komplogeran îro li Rojhilata Navîn û Cîhanê di aliyê siyasî, aborî de qeyranek pir kûr derbas dibe û wiha pêde çû: “Siyaseta komploger qeyran û şer zêde kir. Ji bo Tirkiye xwe ji vê qeyranê rizgar bike her tim tecrîdê ferz dike. Tirkiye ji rêyên çareseriyê direve. Şensa xwe jî winda dike.”
Bandora Rêber Apo a li ser ewropa
Xerîb Hiso bal kişan ser ser têkçûna siyaseta tirk û wiha berdewam kir: “Tecrîd û kompo li dijî hiqûqê ye. Tecrîd bi komployê ve girêdayî ye. Tenê tecrîd di destê dewletên komploger de maye. Ji ber tenê tecrîd di destê wan de maye tecrîdê giran dikin. Dema Rêber Apo berê xwe da ewropa şerê li Rojhilata Navîn asteng kir û rê li pêş qeyrana mezin girt. Dema Rêber Apo berê xwe da ewropa bi sed hezaran gel li Ewropa bûn xeleka ji agir û bi dirûşma “Kes nikare roja me tarî bike” xwe li dora Rêber Apo kom kirin. Vê xwedîderketina gel bandorek mezin li ser gelê ewropa kir. Hikûmetên dewletên ewropa jî ketin nava panik û tirsê. Dewletên ewropayê dîtin ku nikarin xelasiya xwe ji Rêber Apo bikin. Çawa Rêber Apo li ser civaka Rojhilata Navîn bandor kir, li ser civaka Ewropa jî bandor kir. Ji ber vê yekê Rêber Apo dîl girtin û şandin Tirkiyeyê.”
Komploger bi hev ketin Hiso destnîşan kir ku Rêber Apo bi peyam, daxuyanî û nirxandinên xwe dîsa rêbertiya xwe berdewam kir û wiha lê zêde kir: “Bi nirxandinên xwe yên siyasî û stratejîk civak agahdar dikir. Îmrali kir navenda şoreşê. Hêzên komploger ev rastî dîtin vê carê xwestin tecrîdê ferz bikin. Tecrîd hewldanên hêzên komploger ên dawî ne. Piştî 26 salan dewletên komploger bi xwe ketine nava nakokiyan. Êdî bi hev ketine û hesab ji hev dixwazin. Ev siyaseta Tirkiyeyê wê dixe nava felaketek pir mezin. Êdî Tirkiye dê aliyê xwe yê jeolopîtîk winda bike. dewletên kapîtalîst dixwazin Tirkiye ji cihê stratejîk derxin û hêzên din li wir bi cih bikin. Ev xeta aborî/enerjiyê ku ji Hindistanê tê û di Kendav û Îsraîlê re derbas dibe û diçe Ewropayê, êdî Tirkiye ji vê yekê bêpar bûye. Azadiya Rêber Apo êdî nêzîk e.”
Çeteyan li Serêkaniyê bi cih dike
Xerîb Hiso bal kişand ser dagirkirina Serêkaniyê û wiha berdewam kir. “Dagirkirina Serêkaniye 5 sal li pey xwe hişt. Tirkiye bala xwe ji kurdan venake. Piştî komployê di 9’ê cotmehê de êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kir. Di 9’ê cotmeha 2021’an de peymana Şengalê ku di navbera Bexda û PDK’ê de pêk hat îmze kir. Di 5 salan de ka Tirkiye û gelên Tirkiyeyê çi fêde ji van herêmên dagirkirî dît? Çi bi xwe re anî? Tenê bû sedema qirkirina gelan û astengkirina avakirina pergalek demokratîk. Ermen, suryan-aşûr û êzîdiyan koç kirin. Gelê Serêkaniyê di konan de dijîn û Tirkiye çeteyan li Serêkaniyê û Girê Spî bi cih dike. Her çend Tirkiye bi şert ev herêm dagir kiribe jî, ya rast tolhildana ji berxwedana Kobanê, Şengal û Efrînê ye. Gelan qir dike. Çima gelê Serêkaniyê di konan de dijî û her roj rastî êrîşên topan tên. Ev nîşan dide ku heta îro siyaseta qirkirinê ya Tirkiyeyê didome. Girê Spî kiriye barageha leşkerî. Kiriye barageha terorê û çeteyan. Pê Kobanê tehdit dike û Eyn Îsa topbaran dike. Zeviyên xelkê dişewitîne. Gundan topbaran dike. Zergan, Dirbêsiyê û hemû derdora xwe tehdit dike. Kiriye barageha terorê û destûr nadin zarok biçin dibistanan. Naxwazin jin û ciwanên kurd pêş bikevin û naxwazin pêşengiya şoreşê bikin.”
Serêkaniyê kirine kampên terorê
Dewleta tirk bi hêsanî vî sûcê navneteweyî dike. Çawa tecrîd li dijî hiquqê ye, êrîş û dagirkerî jî li dijî hiqûqê ne. Her roj balafiran difirînin û gefan dixwin. Her roj mirovan qetil dikin. Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kirine navenda komên çeteyan. Hemû terora cîhanê tevan li vir perwerde dike. Kiriye kampa perwerdehiya terorê. Van komen terorê dişine Qerebax, Kurdistan û gelek cihên din. Kiryarên ku li Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê tên kirin, kiryarên li dijî ehleqê mirov in. Çareseriya herî rast, divê em bi berxwedan û têkoşînê van herêmên dagirkirî rizgar bikin. Divê dagirkeriya Tirkan li Sûriyeyê nemîne. Ev mafê gelan e. Divê Neteweyên Yekbûyî êdî rola xwe pêk bînin. Biryarên xwe pêk bînin. Çawa ku tecrîd di merhameya xwe ya dawî de ye, dagirkerî jî di merhaleya xwe ya dawî de ye. Êdî gelê kurd xwe bi hêz kiriye û vê yekê dibîne.”