Li Kurdistanê belavbûna şîrketên taybet ên ewlekariyê bi her awayê bal dikşîne ser xwe. Bikaranîna van şîrketan zêde dibe. Bi taybetî di warên wekî têkoşîna li dijî “terorê”, ewlehiya sektora enerjiyê û parastina rêxistinên şerê taybet dikin
Ji destpêka salên 1990’î vir ve, şîrketên taybet li ser navê bazirganiyê li seranserê welêt bi awayên cuda bi cih bûne. Ev serdem bi pêşveçûna şerê li Kurdistanê ku gûr bûbû, kolonyal di warê pêşveçûnê de aciz kiribû, di têkiliyên navxweyî û aborî de têk çûbû ku pêdivî bi guhertineke kûr re dî bû. Bi taybetî li welêt bi rêya van şîrketan hewldanên sermaya navxweyî girt destê xwe. Gelên niştecih bi avakirina van şîrketan êdî bûn karkerên wan. Her wiha ji ber bêmuhatabî û tûndiya van şîrketan li herêmê, bi yek carê rûyê şerê taybet gûherî. Pergalê bêhn stendibû. Û van şîrketan rolek wiha lîstin ku di navbera pergalê, rêxistinên navxweyî û nûnerên civaka sivîl de jîngeheke tûndiyê ya nû bi dest xistibûn.
Pergalê qaşo bi vê rêyê, ji bo welatekî têkûz û rêya “rêveberiyeke baş” li ser navê “pêvajoya demokratîkbûnê” ku aboriya welat baş bike, berpirsiyariya xwe wiha da destê van şîrketan. Lê hat dîtin ku li şûna pêşketina demokratîkbûnê, hewldanên tûndî yên kontrolkirina aborî û siyasî heye.
Bi taybetî, rol û bandora şîrketên ewlehiyê yên taybet her ku diçe zêdetir dibe. Van şîrketan niha ne tenê ji hêla pergala kolonyalan ve, ji hêla kes, pargîdan û rêxistinên navxweyî ve li herêmê bûne pêşkêşkerên ‘ewlehiyê’ yên bijare. Bi taybetî, şiyana wan a ku bi hêsanî têkevin herêmên taybet an deverên giring, bandora van şîrketên ku li ser navê dewletê dixebitin zêde ne.
Li Kurdistanê belavbûna şîrketên taybet ên ewlekariyê bi her awayê bal dikşîne ser xwe. Bikaranîna van şîrketan zêde dibe. Bi taybetî di warên wekî têkoşîna li dijî “terorê”, ewlehiya sektora enerjiyê û parastina rêxistinên şerê taybet dikin. Lê ev rewş hin tiştên cuda jî bi xwe re tîne. Operasyonên ku ji hêla şîrketan ve tên kirin, bi gelemperî ne di bin kontrola van şîrketan de ye. Li ser navê têkûzkirina jiyanê, polîtîkayên pergalê bi xwe ye.
Di polîtîkayên ewlehiyê yên pergala kolonyal de, rola şîrketên ewlekariyê yên taybet cihê nîqaşan e. Bi taybet, ku ev pargîdanî ne di bin rêgez û kontrolên qanûnî de ne, di warê bandor û berpirsiyariya karûbarên ewlehiyê de pirsgirêkek girîng derdixîne holê. Mînaka leşkerên derdikevin operasyonan û tên kuştin, bi rêya bazirganiya aborî ku mafê jiyana wan ji destê wan hatiye girtin, di encama dawî de bêbertek û bêxwedî tên binaxkirin. Malbat ji ber ku bi qasî serê derziyê hêviya parastina mafê jiyanê li ber deriyê dozgeriyê nabînin, neçar dimînin ku bêdeng bimînin.
Şîrketên heyî bi rêbazên şerê taybet pratîka xerakirina çavkaniyên binerd û sererdî yên wekî elektrîk, gaza xwezayî, kanî û petrolê li Kurdistanê xebatên xwe didomînin. Van şîrketan çavkaniyên xwezayî bikar tînin, pir caran bi hevkariya pergalê, carinan jî bi alîkariya xwefiroşên navxweyî re dixebitin. Di sektorên elektrîk û gaza xwezayî de ku ji bo berjewendiya pergalê dixebitin; li şûna ku hewcedariya enerjiyê ya gel peyda bikin, hilberîna derfetan têk dibin ku dixwazin gel bi vê rêbazê terbiye bikin. Û mîna amûrekê li ser gel bikar tînin. Di encamê de xebatên van şîrketan ne tenê çavkaniyên xwezayî, hevsengiyên civakî û ekolojîk jî bi vî awayî dixin xetereyê.
Di sektora madenê de, şîrketên taybet bi zêde bikaranîna çavkaniyên jîngeha binerdî û jiyana xwezayî, bi awayekî cidî xera dikin. Xwezaya Batmanê rût kirin û niha dor hatiye ser ya Botanê. Ev şîrketên ku gelek caran zirarê didin qadên jiyanê yên gelê herêmê, hevsengiya ekolojîk ku wiha têk dibin, domdariya çavkaniyên xwezayî dixin xetereyê. Di xebatên lêgerîna neft û gazê de, xebatên sondajê yên li binerdan, qadên çavkaniyên avê dimiçiqînin. Talankirina xwezayê li cî kî, birîna daran ji xwezaya herêmê, avakirina bendavan bû sedem ku zirareke mezin bidin çavkaniyên jiyanî yên li welêt û ji aliyê aborî ve bandoreke neyînî li herêmê dikin.
Hebûna van şîrketên pergalê bi taybetî kiriye meyla tirsandina gelên li herêmê û tepisandina dengên wan. Van şîrketan jî bi saya têkiliyên xwe yên bi pergalê re hêza gel a aborî bi yek carê hildiweşînin. Cezakirinên bêbingeh bi salan bû hinceta ku di warê hilberînê de gel neçar bimînin û aboriya herêmê têk bibin. Fatureyên elektirîkê, ya gaza xwezayî; roj bi roj bû sedem ku gel bi awayekî terbiye bikin. Bi vê rêyê bi ser neketin şûn de, îro bi rêya van şîrketan ku pergalê enerjiya li herêmê ji ber ku têkûz nekirine, dibe sedem ku bi her awayî biteqe, gel û xwezaya wê bide berxwe û bişewitîne. Ev çend rojên dawî ku li her deverên welêt bi rêya şewatê belav dibe, mixabin ji van hewldanên têkbirina aborî ne bêpar e. Û xuya ye ku ew ê qederekî wiha berdewam bike.
Di encamê de, van şîrketan bi taybetî bi xwe re di warê ewlekariya navxweyî de berpirsiyariyeke giring li me ferz dikin ku ji dêvla bi rêya wan pirsgirêkan çareser bikin, divê bi jiyaneke komînal û paradîgmaya konfederalîzmê, tevî şaredarî û saziyên herêmê bi gel re bên gel hev ku ji heq hev derên û van hewldanan têk bibin. Mafên civaka li herêmê û hewldanên parastina jîngehê wiha wê neyê paşguhkirin û wê rê li ber van afetên mezin bê girtin. Ne ku li şûna vê bi armanca berjewendiya herêmê ya demkurt hinek xalan bidin pêş; têkiliyên navxweyî û bi hewldanên berpirsyarî wê nîqaşên nû bi xwe re bîne ku gelê li herêmê bêhnekê bistîne. Biryarên bi vî rengî wê gavên pergalê û van şîrketan di vê çarçoveyê de bide xetimandin. Wê bibe faktoreke girîng ku hem li ser polîtîkayên hundirîn û hem jî li ser pozîsyona ku têne meşandin, gavên erênî bêne avêtin.