12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şerê taybet jinê dike hedef

Kuştin û mirinên bi guman li Kurdistan û Tirkiyeyê her ku diçin zêde dibin. Zagonên wê pêşî li vê yekê bigirin jî bi polîtîkayên şer û dijminatiya jinan dikin tên xwestin ji holê bên rakirin.

Wexta em li sîstema Tirkiyeyê dinêrin her tim polîtîkayeke şer a ku bi taybet jinên kurd dike hedef heye. Bi vê polîtîkayê îktidaran xwestine îdeolojiya xwe û feraseta xwe di nava civakê de belav bike. Ev şer piralî ye û di heman demê de ji ser bedena jinê jî diçe. Elbet têkoşîn û berxwedaneke bi salan a jin û gelê kurd a li dijî polîtîkayên şerê taybet jî jêneger û hêjayî gotinê ye.

Polîtîkayên bêcezahiştinê

Her çiqas têkoşînek li dijî polîtîkayên şerê taybet hebe jî ev polîtîka bi şêwaz û teşeyên cuda derdikevin pêşberî me. Yek ji van şêwaz û teşeyan polîtîkayên bêcezahiştinê ye. Kesên ku zarokan û jinan qetil dikin tecawiz û destdirêjiyê li wan dikin bêceza tên hiştin.

Yek ji mînaka vê yekê Leyla Aydemir e. Di sala 2018’an de li Agiriyê Leyla Aydemir a 4 salî ya ku hat windakirin, piştre hat kuştin. Lê belê kujerên wê bê ceza hatin hiştin. Ji ber kujer nehatin cezakirin vê carê jî bi cesareta ji vê polîtîkayê hat girtin, Narîn Guran a 8 salî li taxa Çûlî ya Rezana Amedê hat qetilkirin. Mînakên bi vî rengî yên zarok û jinan gelek in.Ev tenê jê du mînak in.

Şerê taybet bingeha kuştinê ye

Polîtîkayên şerê taybet çawa dibe sedema polîtîkayên bêcezahiştinê di heman demê de jî yek ji bingeha xurt a tundiya li ser jinê û qetilkirina jinê ye. Ji ber dema jin di nava civakê de xwedî gotin be wê ew civak pêş bikeve loma jî nayê xwestin ku jin pêş bikeve, xwediyê gotina xwe û seknekê be. Loma tundî û kuştin li hember jinan wekî çekekê tê bikaranîn. Li gor çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê di meha tebaxê de 31 jin û 5 zarok hatin kuştin. 15 jin û 3 zarok jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.Ev mînakeke berbiçav a bandorên polîtîkayên şerê taybet e.

Bazara li ser destkeftiyên jinan

Kuştin û mirinên bi guman li Kurdistan û Tirkiyeyê her ku diçin zêde dibin. Zagonên wê pêşî li vê yekê bigirin jî bi polîtîkayên şer û dijminatiya jinan dikin tên xwestin ji holê bên rakirin. Peymana Stenbolê di şevekê de ji aliyê mêrekî ve hat betalkirin. Dîsa zagona 6284’an bi tifaqa AKP, MHP, Huda Par, Partiya Refaha Nû bû mijara bazarê. Di çarçoveya van polîtîkayên qirêj de zagonên ku jinan diparêzin dibin mijara bazarê. Yek ji destkeftiyên jinan bikaranîna paşnavê xwe bû lê belê bi pakêtên ku derdixin dixwazin vî mafî jî ji destên wan bigire. Dixwazin mafê nafaqayê jî ji destên jinan bigirin û zagonên ku zewaca di temenê biçûk de ferz dike bixin meriyetê. Ev hemû ji aliyê iktidara AKP-MHP’ê û tifaqên wê yên qirêj ve dixwazin bên kirin.

Medyayê dikin alav

Şerê taybet di destpêkê de jinê dike hedef lê belê bi vê re civakê jî dike hedef. Tê xwestin bi van polîtîkayan civak bêhafiza û bêmejî bimîne. Ji bo ev yek pêk were jî iktidara AKP-MHP’ê medyayê wekî alavake şerê taybet bi kar tîne. Zimanekî zayendperest û tundiya li ser jinê rewan nîşan dide ji aliyê iktidara heyî ve tê bikaranîn. Dijminatiyeke mezin di nava civakê de ava dike û qirêjiyên ku dikin jî dixwazin bi vî rengî veşêrin. Niha gelek rojnameger bêsûc di girtîgehan de ne. Gelek jê bi awayekî bêhiqûqî tên darizandin, ji karê xwe tên dûrxistin, tundiya derûnî û fîzîkî li wan tên kirin, gelek ajans her roj rûpelên wan tên astengkirin. Herî dawî malpera Rojnameya Xwebûnê ya ku bi kurdî weşana wê tê kirin hat astengkirin. Ev di heman demê de jî dijminatiya li dijî ziman û nasnameya gelê kurd jî nişan dide. Îktidara heyî daraz û medyayê li dijî jin û gelê kurd wekî alavekê bi kar tîne. Dixwazin çapemeniya azad jî bi zextan pasîfîze bikin. Lê belê kedkarên çapemeniya azad tevî hemû zext û zordestiyan jî dev ji pênûs û kameraya xwe bernadin.

Xweparastina li dijî şerê taybet

Bi kuştin, tundî, tecawiz, talankirina xwezayê, destdirêjî, dûrxistina ji nasnameya xwe her tim polîtîkayên şerê taybet li dijî jinên kurd û gelê kurd hat bikaranîn. Bi taybet bi destên leşker û polîsan jî ev yek tê kirin. Mûsa Orhan ê ku tecawizî Îpek Er kir û bû sedema mirina wê hîn li derve bi awayekî serbest digere. Dîsa Gulistan Doku ya ku bi destê vê sîstemê bi heman awayî hat windakirin hîn hay ji aqubeta wê tune ye. Li dijî van rêbazên şerê taybet mijara xweparastinê gelekî girîng e. Bi taybet li Kurdistanê rêbaza xweparastina li dijî polîtîkayên dijminatiya jinan dike divê jêneger be. Çimkî heta ku em xwe neparêzin wê dijmin bi awayekî sîstematik her tim bi ser me de bê û dest dirêjî hemû nirxên me bikin. Ji bo parastina nirx û hebûna xwe, xweparastina jinê û civakê mîna qurteke ava di nava çolekê de ye.