Li ser rûyê cîhanê îro du şer têne meşandin. Şerê yekemîn; Şerê Gel ê şoreşgerî ye. Ev şer li dijî qirkirina çandî, ekolojîk û înkara nasnameyê ye. Ji bo parastina civaka ahlaqî polîtîk û civaka demokratîk e. Yanî şerê parastina pergala Modernîteya Demokratîk e. Şerê duyemîn jî; Şerê înkar, îmha, talankirin û wêrankirinê ye. Şerê dagirkirin, serwerî û desthilatiyê ye. Şerê serwerkirina pergala Modernîteya Kapîtalîst e. Şerê serweriya hêzê ye
Îro em dibînin şerê cîhanê yê sêyemîn ku di 11ê îlona 2001an de bi êrîşa li dijî cotkuleyên(Bircên Cêwî) yên New Yorkê dest pê kir, bi şerê Îraq û Efganîstanê berdewam kir û îro bi şerê li Filistin, Sûrî, Iraq, Îranê li cîhanê belav dibe.
Rêber Abdullah Ocalan dibêje êrîşa 11ê Îlona 2001ê ya li dijî Bircên Cêwî ya New Yorkê, bi îhtîmaleke mezin komplo bû. Rêber Abdullah Ocalan destnîşan dike ku bi vê êrîş û hewldanê sîstema kapîtalîst ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ da destpêkirin û vê nirxandinê dike: “Piştî ku di sala 1990î de Rûsya Sovyetê ji hev de ket, NATOyê ango sîstema hegemonîk a dinyayê Îslama radîkal a ji zû ve weke dijminê nû îlan kiribû, ya rastî weke maskeya îdeolojîk bi kar dianî. Armanca vê bi xwe jî ew bû, piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn li welatên Rojhilata Navîn ên bi çanda Îslamî radibûn, temamkirina hegemonya kapîtalîst a nîvcomayî û nexasim dewletên Îran, Iraq, Sûrî, Lîbya û hwd. yên weke dewletên asî û eşqiya hatine ragihandin bi awayekî bi rêkûpêk entegrekirina wan bi sîstemê ve û bi giştî jî bi hêzkirina hegemonya DYEyê li dinyayê esas hat girtin.”
Rêber Abdullah Ocalan di analîz û dahurandinên xwe de destnîşan dike ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn êrîşên li dijî Cotkuleyan dest pê kiriye. Em dibînin ku DYA, Îngîltere û Îsraîl ji bo karibe Projeya Mezin a Rojhilata Navîn têxe meriyetê û pergala Modernîteya Kapîtalîst serwer bike, ewil bi komployek Navneteweyî Rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derdixe û radestî Tirkiyeyê dike. Piştre sal bi sal Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li Rojhilata Navîn belav dike. Em di belavbûna şer de jî dibînin ku hemû pêşdîtin û nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan yek bi yek pêk hatiye. Ji bo hêzên serdest ango hegoman karibin bi rehetî şer pêş bixin û projeya xwe têxin meriyetê, ewil Rêber Abdullah Ocalan dîl girtin û xwestin ev rastî neyê dîtin. Lê tevî ku Rêber Abdullah Ocalan di binê zindana tarî de 26 salan dîl hat girtin jî dîsa ev rastiya wan û projeyên wan yek bi yek raxist ber çavan. Li dijî vê yekê pergala Modernîteya Demokratîk, Ekolojîk, Azadiya Jinê esas girt.
Rêber Abdullah Ocalan ji kurahiya dîrokê heta îro sedem û armanca şer baş analîz kir. Di lêhûrbûn û lêkolînên xwe de dît ku serê serdestî, serwerî, dagirkerî û desthilatdariyê çareseriyê bi xwe re nîne. Serê desthilatdariyê wekî şerê hegomonyayê pênase kir û destnîşan kir ku ev şer tu çarî aramî û çareseriyê bi xwe re nîne. Her tim bi bîr xist ku şerê desthilatdariyê bêtir qeyranan kûr dike û rê li pêşiya aramî û aştiyê digire. Ji ber vê yekê her tim di şerê mirovahiyê de israr kir.
Dema em jî li dîrokê dinerin, em dibînin ku ji avakirina dewletan heta niha şerê desthilatdariyê didome. Em dibînin ku hêzên ji bo zêde ax, mal, milk û serweriyê bi dest bixin, hev tune dikin. Hêzek, hêza dtin tune dike. Her ku hêzek hêza din tune dike, bêtir serî li talankirin, wêrankirin, tunekirin, înkar û îmhayê didin. Bêtir di serwerî û desthilatdariyê de israr dike. Di herikîna dîrokê de, hêza desthilat, her ku desthilatiya xwe xurt kiriye, bêtir mafê mirovan, mafê jinê, mafê xwezayê, mafê civaka demokratîk, mafê bawerî û çandên din înkar kiriye û tine kiriye.
Îro em vê rastiyê bêtir di şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de dibînin. Dîsa em bêtir di şerê navbera Îsraîl û Filistinê de dibînin. Em vê rastiyê herî dawî di navbera Îsraîl û Îranê de dibînin. Armanca wan ne parastina mafê bawerî, çand, ziman û nasnameyan e. Armanca wan bêtir bi çekên kîmyewî, nukleer û teknolojiya herî pêşketî serweriya xwe li ser ax, welat û hemû nirxên civakê mayinde û mîsoger bikin. Em dibînin ev şerê Modernîteya Kapîtalîst e. Şerê serwerî û desthilatiyê ye. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku 25 sal berê dest pê kir, her ku diçe belav dibe.
Minaka herî dawî vê rastiyê bêtir şênber dike. Binerin di 13ê Hezîranê de Îsraîl li ser navendên atomê, leşkerî û fermandarên Îranê dest bi êrîşên giran kir. Ev şer derbeya pergala desthilatdar a cîhanê ya li dijî desthilata Îranê ye. Ev ne pêvajoyek dem kurte. Beşek girîng a pêkanîna projeya Rojhilata Navîn a Nû ye. Ev şer şerê desthilatdariyê û pevçûna berjewendiyên di navbera hêzan deye. Ne şerê rizgariya civakan û netewane. Ev şer bêyî ku li êş û azarên gelên Îranê binêre, di encama siyasetên êrişkar û berfireh ên Komara Îslamî de derket holê.
Rêber Abdullah Ocalan li dijî vî şerî çareseriyê di perspektifên ku pêşkêşî Kongreya 12emîn a PKKê kir de berfirehî tîne ziman. Destnişan dike ku çareserî di Neteweya Demokratîk, Civaka Demokratîk, Konfederalîzma Demokratîk de ye. Rêber Abdullah Ocalan çareseriyê di civaka Komîn civaka demokratîk, Sosyalîzma demokratîk ango civakparêziya demokratîk e de dibîne.