12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şerê li Rojhilata Navîn û xeteriya li ser Rojava

Dema em bala xwe didin qewimîn û bûyerên dema dawî, em dibînin ku rewşa aloz her ku diçe li Rojhilata Navîn aloztir dibe. Şerê di navbera Îsraîl û Hamasê û şerê di navbera Rûsya û Ûkranya ji hev ne qut in.

Di nivîsa xwe ya borî de min bahsa xeteriya li ser cîhanê kiribû. Min behsa Şerê Cîhanê yê Sêyemîn kiribû û bi taybetî behsa xeteriya li ser Rojhilata Navîn û Kurdistanê kiribû. Wek berdewama wê nivîsa xwe dixwazim îro li ser şerê li Rojhilata Navîn û bi taybetî jî şerê li Kurdistanê rawestim. Dixwazim di vir de balê bikişînim bazarên qirêj yên li ser Rojava.
Dema em bala xwe didin qewimîn û bûyerên dema dawî, em dibînin ku rewşa aloz her ku diçe li Rojhilata Navîn aloztir dibe. Bi taybetî jî şerê ku di navbera Îsraîl û Hamasê yê de di sala 2023de dest pê kiribû. Bêgûman şerê di navbera Rûsya û Ûkranya jî ku di sala 2022de destpê kiribû, ji hev ne qut in û bi awayekî girêdayî hev in.
Dema ku em nirxandinekê li ser vê rewşê bikin, em dibînin ku cîhana me bi guhertinên gelek mezin re rû bi rû maye. Pergalên heyî wek kapîtalîzm û herwiha komunîzm û girêdayî wê jî sînorên ku heya niha hatine xêzkirin di nava xetimandineke gelek mezin de ne. Guhertinên gelek mezin ji bo vê xetimandinê pêwîst in. Em dema baş lê binihêrin, çend faktor derdikevin pêşiya me.

1. Guherînên jeoplolîtîk: Dewletên wek Rûsya û Çîn dixwazin bi tevgereke dij NATO û Ewrûpayê pergala cîhanê biguherînin. Ev nakokî û dijberî jî dike ku gelek hevgirtin û peymanên nû derkevin holê; wek mînak BRICS ku di pêşengtiya Rûsyayê de ye.
2. Nakokiyên di navbera fikir û bîrdoziyan de: Di koka gelek şer û pevçûnan de şerê fikir û baweriyan heye; şerên di navbera bîrdoziyên cûda hene. Ev jî carek din xuya dike, ku pergalên kevnar û heyî êdî xetimîne û neçarî guhertinek mezin in.
3. Desthilatdariya aborî û desthilatdariya hegemonî: Yek sedemên herî mezin ê van şer û nakokiyan jî aborî ye. Li bin sîwana aborî yê mirov dikare hemû dewlemendiyên binerdî jî têxin nav. Li milê din jî herdû aliyên ku cîhan parve kirine dixwazin heremên ku li bin bandor û desthilatdariya wan de ne zêde bikin.

Kurt û kurmancî em dikarin bibêjin ku xeteriyeke gelek mezin li pêşiya hemû cîhanê ye. Dema ku em bala xwe didin Rojhilata Navîn em dibînin ku ev xeterî hê mezintir e. Armanca şerê ku di navbera Îsraîl û Hamasê de dest pê kirî û dûvre êrîşa li ser Libnan û Hîzbulahê ew bû ku ‘baskên Dewleta Îranê’ jê bikin, ji hev veqetînin. Îsraîl û hevkarên wê NATO û Yekîtiya Ewrûpa dixwazin pergala Îranê ji holê rakin. Ji bo ku wê pêk bînin divê hemû ‘baskên wê’ yek bi yek jê bikin. Dema ku Îranê têk bibin Rûsya jî dê bi awayekî têk biçe û qels bibe.

Niha li vir aktorek heye, ku vê xeteriyê dibîne û dixwaze hemû siyaseta xwe li ser tunebûn û têkçûna gelê kurd saz bike; ev aktor jî Dewleta Tirk e. Dewleta Tirk xeteriyeke mezin li ser xwe dibîne. Ji ber wê jî hewl dide ku lîstokeke piralî bilîze anku qumareke mezin dilîze. Em dikarin vê qumarê bi 5 xalan bi rêz bikin:
1. Dixwaze bi rejîma Sûriye û Esad re bazariyê bike. Mebesta Dewleta Tirk ne demokrasî û mafên mirovan e, ne parastina sînor û erdnîgariyê ye, ne jî Artêşa Azad ya Sûriyeyê ye. Armanc û mebesta wan hemû ev e: “Em ê çawa bikaribin statuya Rojava têk bibin!?“. Ji bo vê jî wek di paşerojê de niha jî hemû lîstokên qirêj û nemirovane dimeşîne. Herî dawiyê em dîsa dibînin ku Dewleta Tirk piştgiriyê dide çeteyên DAÎŞê. Ew çeteyên ku Tirkiye jê re dayiktiyê dike jî êrîşî heremên xweser yên Rojava dikin. Bi van çeteyan dixwaze hemû herêma li ser sînor bi cih bibe, çeteyan bi cih bike û herwiha erebên ku niha li Tirkiyeyê dijîn li wir bi cih bikin û bi vî awayî jî sînorên xwe berfireh bike.
2. Li aliyek din ve jî bi Rûsya û Pûtîn re bazarên li ser Rojava dike. Herî dawiyê Rûsyayê gotibû ku em li dijî operasyoneke li ser axa Rojava ne. Li vir jî derî li ser çavên Dewleta Tirk hatibû girtin.

3. Li aliyekî din jî dixwaze di binî re bi rejîma hov û wehş a Îranê re hevkariyê bike. Ji bo ku bibêje “Ez li rex te me, ku rojekê Îsraîlê êrîşî me kir, divê em alîkariya hev bikin.”
4. Di rewşa asayî de jî li rex NATO, DYA û Yekîtiya Ewropayê cihê xwe digire û hinek caran li gor wan tev digere.
5. Di dawiyê de jî dixwaze ku bi axaftina li ser pirsgrêka kurd hemû welatiyên xwe û kurdên li bakûrê Kurdistanê bixapîne. Bi tayînkirina qeyûmên dagirker derket holê ku ev jî parçeyek ji siyaseta xapandinê ye.
Dema em van 5 xalan bidin ser hev, em dibînin ku hemû siyaset, dîplomasî, tevger û axaftina Dewleta Tirk li ser tunekirina vîna gelê kurd e. Hemû kar û xebatên ku dimeşîne, gotinên ku bi kar tîne, xizmeta vê qirêjiyê dikin.
Li dijî vê xeteriyê li hemû Kurdistanê û bi taybetî jî li Rojavayê Kurdistanê tenê rêyek dimîne ji bo kurdan, ew jî berxwedan û têkoşîn e.