Li qada ku bi balafirên şer, SÎHA û topan tê topbarankirin, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiveke tund didin êrîşan. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê 2 wesayitên leşkerî yên ku hêzên paramîlîter doçda danîbûn ser, îmha kirin. Li gorî agahiyên ji herêmê şer û pevçûnên dijwar li deverê diqewimin û gelek çeteyên hêzên paramîlîter ên girêdayî Dewleta Tirk di encama bersivdana Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê de gelek çete hatine kuştin.
Ji aliyekî din ve li ser banga Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro ji bo şermezarkirina êrîşan girseyeke gel berê xwe dide Bendava Tişrînê. Duh Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê bala raya giştî kişandibû ser talukeya mezin ya êrîşên li dijî Bendava Tişrînê û gotibû heke bendav zirarê bibîne dê gelek dever di bine avê de bimînin û rê li ber felaketeke xwezayî veke.