Dema em dibêjin DAIŞ dema em dibêjin YPJ-YPGê mirov carekî din dikeve kûrahiya dîrokê û ber bi paş de dizivire û dikeve nava gengaşeyekî mezin li ser hûrgûliyê dîroka derbasbûyî de. Gelo di dîrokê de herdemê mirov xwestiye ku azad bijî?
Di dîroka her netewekî de cihê serpêhatî û destanên wan hene. Hindek cara hin tiştên biçûk hene çiqas dikarin mezin bibin; yek ji wan jî cihê rumet û bexteweriyê, bajarekî biçûk yê ber ava firatê ku milê wî deşt nêzî Deşta Heranê ye ango bajarê Kobanê ye.
Li ser vî erdnîgariyê gelek serpêhatî, çîrok, destan derketine. Ev jî destanekî ji wan destanê ku di dîroka netewa kurd de û di dîroka hemû mirovatiyê de ew cihê biçûk yê ku di xertîteyê de wekî dilopek ji avakêye; çawa mezin bû gerdûnî bû û bû malê hemû mirovatiyê. Ew jî bajarê biçûk yê Kobanê yê ku şahidîtiya bi hezaran keç û xortên ciwan û herkesekî azadîxwaz kir. Çawa ‘biçûk’ dikare mezin bibe û gerdûnî bibe; bibe hêvî, bibe cihê rumetê û kerametê.
Dema mirov dibêje ‘Kobanê’ tiştek tê bîra mirov ku ew cihê şunwarê merdana ne, ew cih şunwarê pêxembera ne, ew cihê şunwarê gavê pîroz li ser vê xakê hatiye avtinin. Ev tiştekî tesaduf nîne ji ber dîrok zindiye û bi ruh e herdemê xwe nûjen dike. Çawa ku Hz. Îbrahîm ser wê erdnîgariyê derbas bû Rêber Apo jî di heman cîhî de di heman bajarî ji heman erdnîgariyê derbas bû. Çawa ku Hz. Îbrahîm li hemberî Nemrûdan Rêber Apo jî li hemberî faşîzma dewleta tirk li hemberî neheqiyê heman erdnîgariyê de serî rakir. Nemrudê serdemê cunta dewleta tirk bû. Ji wê rojê heta îro herdemê ev bajar bû cihê welatparêziyê. Bû cihê merdan, bû cihê hêviyê, bû şûnwarê fedaiyane yê keç û xortên kurdan.
Salvegera Rizgarkirina Kobanê ya Cîhanê yê ku gerdûnî bûye bêguman ji ber xwe ve nehat; gelek bedel, gelek têkoşînên bêhempa hatin meşandin ji ber wê 1ê mijdarê bû roja ‘Rizgarkirina Kobanê ya Cîhanî’ li wir qêrînek derket, li wir dengek derket ew deng belav bû berbelav bû, bû pêl, bû ba û bablîsok sînoran derbas kirin û derbasî her cîhekî bû. Êdî ev roj bû rojekî gerdûnî ji bo mirovatiyê.
Gelo çima cihan ev roj wek roja Kobanê ya cihanê hilbijart?
Dema em dibêjin DAIŞ dema em dibêjin YPJ-YPGê mirov carekî din dikeve kûrahiya dîrokê û ber bi paş de dizivire û dikeve nava gengaşeyekî mezin li ser hûrgûliyê dîroka derbasbûyî de. Gelo di dîrokê de herdemê mirov xwestiye ku azad bijî? Dema em li Rojhilata Navîn dinêrin bi taybet jî li Mezopotamya dinêrin meydika mirovatiyê ya ku mirovan li vir xwe afirandine, jiyan dîtine, hêvî dîtine û ji bo jiyanekî bextewer têkoşînekî çawa dane baş dibîne. Ev dîroka ku hatiye honandin bi fikir û ramanê jin ya ku derdora xwe civak, zanist, hêvî, nûjentî, evîn, heqîqet honandiye, tevna jiyanê vedaye û rastiya jiyana rast rêsaye em dibînin bi destê jina xwedawend hatiye çêkirin. Ji ber wê bû ku pergala mêr a serwer ya zalim xwe kom kir û bi taybetmendiya hesûd li hemberî xwedawenda Tîamat hev û din girtin, grubê xwe çêkirin wekî qatîlê qastîk xwe di nava dîrokê de kom bûn carekî din hemberî xemla ku hatiye çêkirin, ev jiyana wekî bihûştê hatiye afirandin û wekhevî, evîntî û demokrasî heyî li hemberî vê carekî din li hemberî jin ketine nava şerekî û şerekî dane meşandin. Lê dema em carekî din vedigerin roja xwe ya îro şerê ku li Kobanê hatî meşandin hêzê DAIŞê ku di bin navê îslamiyeta tund-derew de xwestin mirovatiyê tûne bikin; tarîtiyê, kaosê û neheqiyê bikin Rojhilata Navîn bikin gola xwînê û dayika xwedawend ya ku vîna jiyanê rêsandiye û neqiş kiriye dixwestin bi tariyê carekî din hunda bikin. Ev qatîlê vê serdemê, serdema 21emîn qatîlê qastîk DAIŞ bixwe ye. Li hemberî vê neviyê huriyan jinên xwedawend yê ku tîhnbûna bîra azadiyê dil û mêjiyê xwe kiribûn çeper keç û xortên kurdan, yê ku ji evîna azadiyê sermest bibûn li hemberî qatîlê qastîk DAIŞê dest bi cengekî bêhempa kirin. Ew bi çeka destê xwe, DAIŞ jî bi hemû derfetê ku ji wan re hatibûn dayîn ango bi çekên pêşketî şerekî asîmetrîk dane meşandin. Lê wana tiştekî jibîr kiribûn ku ew keçên xwedawend ew lawên kurd ku bi hêviya evîndarî û demokrasiyê hişê xwe bi heqîqeta heyî hunandibûn û havêyna dilê xwe, havêyna mêjiyê xwe bi fikir û ramanê ‘civaka ehleqî- polîtîk û aştî-demokratîk’ hûnandibûn. Bi evîna azadiyê dijîn. Hişmendiya xwe ya li hemberî pergala serdest bi hemû hûrgûliyên wê wekî nexşekî tu li ser desenekî xweşik çêbikî ava kiribûn û ew bêrîkirinên azadiyê cengekî bêhempa da meşandin.
Ew qêrîna ku li Kobanê destpêkir êdî di guhê herkesî de ol da, xwe carekî din ji nû de afirandin, jiyanekî nû hat avakirin. Êdî bi hezaran ji çarparçeyên Kurdistanê, ji herderî de; yê ku dilê wan ji bo azadiyê lê dida, yê ku hêviyê azadiyê dijîn, yê ku ji bo azadiyê dil, mêjî û hişê wan bi bêrîkirinê tijî bû carekî din berê xwe dan Kobanê ser wan sînoran. Ew bajarê biçûk her ku çû gerdûnî bû, bû hêviya mirovatiyê. Dema ku em îro jî temaşe dikin di Rojhilata Navîn de şerê mezhebî, şerê teyfî, şerê eşîrtî, şerê bê edeletî yê ku tê meşandin li hemberî wê tiştek pêwîste ew jî çiye? Hêviya jiyana azad e, hêviya xwişk û biratiya yê ku bi hev re bijî ne. Ji bo ku ev were ava kirin keç û xort yê ku bedenê xwe dane ber guleyan, yê ku canê xwe bi narincokên xwe teqandin her yek ji wan destanekî nû afirandin. Her yek ji wan hêviyekî nû di jiyanê de çêkirin.
Di şexsê Heval Peyman- Heval Rodî de dibistana Serzorê, di şexsê Cûdî û Rêvana de, Arîn û Botana de, di şexsê Zozanan de her yek ji wan hêviyek dan avakirin. Xaka Kobanê ne tenê bi xwînê av dan bi fikir û ramanekî nû, felsefeyeke nû, hêviyekî nû di morvatiyê de dan avakirin. Bi dehan keç û xortên kurd, ereb, fars, enternasyonal, tirk herkesekî ku bêrîkirina azadiyê di dilê xwe de bişkivandibû li ser vê axê têkoşîn kirin. Ji ber wê wateyê wê ne tenê cengekî bi çek bû; ev hişmendiyekî li hemberî serdestiya mêr, li hemberî pergala qapîtalîzm ya ku mirovatiyê dadiqûrtîne hûndirê xwe li hemberî wê bihûştekî ku hemû mirov bikaribe wekhev bi edelet tê de jiyan bike şervanê heqîqetê yê ku dilê xwe, hêviyê xwe kiribûn rêwîtiya azadiyê di dilê xwe de hewandibûn û turikê li milê wan fikir û ramanê bin hişê wan hêviyekî nû ava dikir. Ji ber wê roja Kobanê ya cihanî ji bo hemû mirovatiyê, ji bo kesên azadîxwaz, kesên ku dixwazin jiyanekî nû biafirînin û hemû netew tê de cih bigirin û bikaribin ji bo azadiyê têkoşîn bikin li Kobanê mil dane milê hev û ketin cenga azadiyê de. Lê dema ku em roja îro jî temaşe dikin çawa ku roja îro roja Kobanê ya cihanê ji bo mirovatiyê bû hêviyek û gerdûnî bû di heman demê de îro jî bi heman hişmendiyê, bi heman nêzîkbûnê dixwazin Sûriyeyekî ne demokratîk ava bikin, dixwazin carekî din hêviyên mirovatiyê vegerînin gola xwînê. Li beramberî vê hemû netewên din; kurd, elewî, sunî, durzî, suryanî, ermenî hemû gel bikaribin mîna bexçeyekî ku hemû cureyên kulîkan tê de jiyan dikin, hemû bêhna bi hev û din ve dide mirovatiyê, hênasekî nû dide jiyanê tevna jiyanekî nû diafrîne, fikir û ramanê Rêber Apo yê ku ji bo mirovatiyê ji bo Rojhilata Navîn dibe hêviyek carekî din yê ku dixwazin dijberiya vê bikin, yê ku li hemberî vê naynê demokrasiyê, naynê heqîqetê û mafê her mirovekî yê ku haveynê xwe ji serdestiyê girtin, ji dagirkeriyê girtin, binhişê xwe bi wê hûnandin wê tu cara nikaribin serkeftinê mîsoger bikin.
Bi vê wesîlê em roja ‘ Rizgarkirina Kobanê ya Cîhanê’ carekî din bibîr tînin û em dibêjin wê ev roj ji bo mirovatiyê taybet ji bo jina wê bibe tevna jiyanekî nû, havêyna jiyanekî nû ku li vêderê hatiye hûnandin wê tirihê xwe ji nû de vebişkivîne û bibe hêviyek mestir ji bo gelê Rojhilata Navîn. Kaos û krîza ku li Rojhilata Navîn heye tenê dikare bi fikir û ramanê Rêber Apo ya Civaka Demokratîk û Aşîtîxwaz re were çareserkirin. Derveyî vê tu hêz nikare pêşiya vê kaos û krîzê bigire; nikare bibe bersiva çareserkirinê. Encex raman û paradîgmaya civakekî nû di ser heman erdnîgariyê wê heqîqet bigihîje armanca xwe. Dîsa wê tevna jiyanekî nû li ser vê erdnîgariya pîroz bi destê jinên xwedawend, jinên azadîxwaz wê ji hemû mirovatiyê re bibe çirûskekî nû, wê bibe modela jiyanekî hevpar, wê bibe havêyna jiyana bi hev re bijî, bi hev re bide jiyankirin û bi hev re biafirîne, bi hev re bikemilîne, bi hev re evîndariya jiyana rast bi xemlîne.
Ez carekî din roja ‘ Rizgarkirina Kobanê ya Cîhanî’ li hemû kesên azadîxwaz, hemû jinên têkoşer li hemû girtiyên ji doza azadiyê de li berxwe didin ez li wan hemûyan pîroz dikim û ez dibêjim ‘ herkes wekî wê rojê îro jî Rojhilata Navîn bi taybet ji bo rojavayê Kurdistanê milê xwe bidin hev dû ji bo ku em bikaribin welatekî azad, demokratîk, wekhev bi hev re bijîn û ava bikin.
