Fêrbûn an jî pîvanê nivîs, gotar an jî şîroveyê di devkî de li gorî dîroka mijaran pêk hatiye. An jî dîroka kengî, li ku derê, çawa û encam çi ye li gorî mijaran pêk hatiye.
Şerê ku di van rojan de di navbera Îsraîl û Hemasê de gur bûye, hemû çapemeniya cîhanê, siyasetmedar, rêxistinên sivîl, rewşenbîr û mirovên kolanan wek stranekê gotinên hev dubare dikin. Dev, ziman, deng cuda ne lê gotin naguhere. Despêka şer, kê çiqas kuşt? Wê çiqas berdewam bike? Kîjan çek? Destê kê û kîjan welatî tê de heye? Lê ya kanbax devê kesekî, an jî tû partî û sazî; aqil û hişmendiya vî şerî analîz nakin. Yanî rabirdûya hişmendiya dînê yek xwedayî, her wiha nakokiyên Îbrahîm pêxember, cudabûna Hacer Îbrahîm pêxember û kurê xwe Îsmaîl, Îbrahîm pêxember Jina wî Sara û kurê wan Îshaq.
Li gorî teolojîya îslamê rêzdar Muhemed nebiyê nebiyan ê Îsmaîl pêxember e. Yanî pişta Îbrahîm pêxember tê. Cihû jî pala xwe didin Îbrahîm û kurê wî Îshaq. Li gorî teolojiya cihûyan; “Ew evdê Xwedê yên bijarte ne. Xweda axa pîroz di navbera çar rubaran de wekî xelat daye wan.” Xwedê kengî gotiye? Ne diyar e. Lê Xwedê yê gotiye, ‘Ji min mestir kes nîne’. Tişta dikeve li ser şanê me evdalan jî, bawerkirin e!
Îsa, dîroka zayina wî ne diyar e. Lê mirina wî, yan jî çûna wî ya erşê ela (erşê herî bilind) 2 hezar û 23 sal beriya niha ye. Ew jî di cihûyan de ye. Lê Xwedê destê yek nijadî derxist û got: “Xweda her tişt çêkir. Mirov xuliqand. Nabe ku aîdî yek qewmî, yan jî milletî be. Ew Xweda; xwediyê her tiştî ye. Di navbera qewman de cudahiyê nake.” Encamê vê gotinê û gotina herî giran, an jî ku nayê bexişandin; gotin “Dayika Îsa ji nefesa Xweda, an jî pifa Xweda ducanî bûye. Îsa kurê Xweda ye.” Di encamê de Îsa kuştin. Çarmix kirin. Lê Xweda ew darvekir û ew bir erşê ela. Di encama vê de, xiristiyaniyan li Dadgehên Engîzosyonê serê cihûyan dan ber giyotînê û jenosîdê. Naziyî bi tunebûnê re rû bi rû man.
500 sal piştî Îsa, kesekî 41 salî di nava feqîrî, xizaniyê de li çola Mekeyê bi navê Hz. Mihemed derket û li dijî xizaniyê têkoşiya. Li dijî feqîrî û xizaniyê got: “Ez pêxember im û pêxemberê dawî me. Xweda ji ezman fermana Xwedayê mezin ji pirtûka Quranê’ ji min re şandiye”. Di encamê de tekoşîna Hz Muhemed bi Şûr, rola zorê li qada welatên eraban bû desthilatdar.
Nakokiya di nav malbata Hz. Muhamed de piştî mirina wî, bû sedema aloziyan. Di encamê de şerê di nava malbat û deshilatê de komkujiya li Kerbelayê pêk hat. Di encama komkujiya di navbera malbata Hz. Muhamed de, dînê îslamê bû du şax. Yek milê sûniyan, ya din jî milê şiiyan. Piştî vê parçebûnê hezar û 500 sal in xwîn tê rijandin.
Bêguman di hersê dînên semavî de jî her çendîn şaxên wekî mesheban pêş ketin, di roja me de jî bi navê ‘tarîqat’ bi dehan rêxistin, sazî hene. Bi pênaseya modern partî hene.
Îsraîl li gorî Tewratê tevdigere
Bêguman nakokiyên olan, şerên bi navê olan ne mijara îro derketiye. Serpêhatiya van formên di zîhnî de di nava gelen û çandan de pir bi bandor in. Mînak; dîndarên cihû û dewleta Îsraîlê îro jî li gorî paradîgma Tewratê tevdigerin. Di welatê xwe de xelat dayê. Wek dixwazin yeqîniyê pê bînîn; di navbera rûbarê Nîlê heta Firat û Dîcleyê de welatê Kenanê ava bikin.
Li dijî vê yekê, îslama radîkal li gorî şiroveya Emewiyan “Heta ku cîhan bibe îslam cîhad ê berdewam bike” stratejî tektîkê wê jî “ê bi propaganda, xebatên bîrdozî, xebatên polîtîk û eger bê xwestin tundî, yanî çek bê bikaranîn”. Şaxê şiiyan jî dibêjin “Îslama rast em in. Em malbata ehlîbeyt in. Em malbeta pêxember temsîl dikin. Mifteya bihuştê di destê Hesen Huseyîn de ye. Eger ew nebin şiîa nikarin biçin bihuştê.” Li gorî milê sûniyan mijareke herî xeter şiî dibêjin; “Mehdiyê zeman dê bê û hemû bêedeletî dê ji holê rake.” Ev têbînî li gorî milê sûniyan ji pêxember re şîrîkbûyîn e. Ji ber ku pexenber gotîbû ku “Ez pêxemberê dawî me”
Di roja me ya îro de şiiyekî ji vê bawer dike, xwe bi bombeyê dorpêç dike û diçe di mizgefteke sûniyan de xwe di nava mirovên bêguneh de bi hêsanî dirûşma “Allah û ekber” diqire û xwe diteqîne. Sûniyek jî heman tiştî li dijî şiiyan dike.
Îro, navenda îslamiyeta sûnî bi navê Îxvanî Muslîm, li Tirkiyeya AKP’î bi navê Wahabîzmê li Erebistana Suidî û hevalbendê wî ne.
Navendên şiiyan di aliyê bîrdozî de li Îranê bajarê Qum û li Iraqê bajarê Necef e. Lê navenda polîtîk û eskerî Îran e. Wîlayetî Feqîh (serokatiya Ruhanî) ye. Her çend navenda xiristiyaniyan bîrdozî Vatîkan be jî, di aliyê polîtîk, eskerî û aborî de evangalîzma amerîkayê ye.
Hemas desmala paqijkirinê ye
Cihû di vê derê de hem çêkerê van dînan e, hem jî qurbanê van in. Ne bi wan dibe, ne jî bêyî wan dibe. Wek çirava zîftê ye. Her ku dest dikevin nava wê bêtir dilewitin. Wek Hanna Hrand gotiye; “Heta ku di nava cihûyan de sedema komkujiyên me zelal nebin em ê her tim bibin qurbaniyên cîhanê.” Ev jî navenda fînaskapîtalîzma sîyonîzme ye.
Di encamê de Îsraîl, an jî cihû, di gotina “Yekem evdê Xwedê em in. Welat diyariya Xwedê ye” de israr bikin, dê her tim xwîndarî berdewam bike. Kesên paradîgmaya emewiyan bi navê îslama sûnî ya radîkal, her wiha şiiya Îranê berdewam bikin, dê qet herikandina xwînê nesekine. Ji ber ku herî kêm sê hezar sal in xwîn diherike û nasekine. Dibe ku çareseriyên demkî peyda bibin. Lê heta ku formên bîrdoziya sê hezar salan neyê redkirin, dê çareserî pêk neye.
Çareserî; bi yekitiya rengên cuda çêdibe. Çareserî berpirsyariya li hemberî hev û parastina hev e. Çareserî perensîbê xwe bes dîtîn, destdirêjiya nirxên hev nîne. Wek gotina kurdî: Pênc tîlî ne wek hev in. Cuda ne. Lê bêyî hev nabin. Derzî li serê tiliyekê keve, janê dide hemûyan. Dîsa di strana kurdî de dibêje; “Derd yek e dergeh hezar in”, Lê ya girîng ji aqlê rêş û spî xilasbûn e. Ji bo vê yekê jî şoreşa zîhnî pêwîst e.
Gotineke bajarê Rihayê heye: ‘Ji derdê nezana Xweda çû ezmana’. Ev çi trajedî ye. Li her alî bi navê Xweda hev dikujin. Lê di rastiyê de bi navê Xweda sûcên xwe perde dikin. Lîderê Ruhaniya Îranê Elî Hamanêy dibêje “Ên ev êrîş pêk anîn, ez destên wan maç dikim.” Destên ku serê jin û zarokan jê dike, destên ku destdirêjî jinan dike!.. Ev feraset xwînav e.