Fêrbûn an jî pîvanê nivîs, gotar an jî şîroveyê di devkî de li gorî dîroka mijaran pêk hatiye. An jî dîroka kengî, li kî derê, çawa û encam çiye li gorî mijaran pêk hatiye.
Şerê ku di van rojan de di navbera Îsraîl û Hamasê de gur bûye, hemû çapemeniya cîhanê, sîyasetvan, rêxistinên sîvîl, rewşenbîr û mirovên kolanan wek sitranekê gotinên hev dubare dikin. Dev cuda ne, ziman cuda ne, deng cuda ne. Lê gotin naguhere. Despêka şer, kê çiqas kuşt? Wê çiqas berdewam bike? Kîjan çek? Destê kê û kîjan welatî tê de heye? Lê ya kanbax devê kesekî, an jî tû partî û sazî; aqil û hişmendiya vî şerî analîz nakin. Yanî raburduya hişmendiya ol/dînê yek xwedayî, her weha nakokiyên Îbrahîm pêxenber, cudabuna Hacer Îbrahîm Pêxenber û kurê xwe Îsmaîl, Îbrahîm pêxenber Jina wî Sara û Kurê wan Îshaq.
Li gorî teolojîya îslamê Rêzdar (Hezretî) Mehemmed nebiyê Nebîyan ê Îsmaîl pêxenber e. Yanî pişta Îbrahîm pêxenber tê. Cihû jî pala xwe didin Îbrahîm û kurê wî Îshaq. Li gorî teolojiya cihûyê; “Ew qûlê xwedê yên bijarte ne. Xweda axa pîroz di navbera çar rubaran de wekî xelat daye wan” Xwedê kengî gotiye? Ne diyar e. Lê xwedê yê gotiye, ‘Ji min mestir kes nîne’. Tişta dikeve li ser şanê me evdalan jî, bawerkirin e!
Îsa, dîroka zayina wî ne dîyar e. Lê mirina wî, an jî çûna wî ya erşê ela (erşê herî bilind) 2 hezar û 23 sal beriya niha ye. Ew jî di cihûyan de ye. Lê xwedê destê yek nîjadî derxist û got “Xweda her tişt çêkir. Mirov xuliqand. Nabe ku aîdî yek qewmî, an jî milletî be. Ew Xweda; Xwedanê her tiştî ye. Di navbera qewman de cudahiyê nake.” Encamê vê gotinê û gotina herî giran, an jî ku nayê bexişandin; gotin “Dayika Îsa ji nefesa xweda, an jî pifa xweda ducanî bûye. Îsa kurê xweda ye.” Di encamê de Îsa kuştin. Çarmix kirin. Lê xweda ew darvekir û ew bir erşê ela (Erşê herî bilind). Di encamê vê de, Xiristiyaniyan li Dadgehên Engîzosyonê serê cihûyan da ber gîotînê û jenosîdê. Naziyî bi tunebûnê re rû bi rû man.
500 sal piştî Îsa, kesekî 41 salî di nava feqîrî, xizaniyê de li çola Mekêyê bi navê Hz. Mehemed derket û li dijî xizaniyê têkoşiya. Li dijî feqîrî û xizaniyê got: “Ez pêxenberim û pêxenberê dawî me. Xweda ji ezman fermanê xwedayê mezin ji pirtûka Quranê’ min re şandiye”. Di encamê de tekoşîna Hz Mehemmed bi Şûr, rola zorê li qada welatên eraban bû desthilatdar.
Nakokiya di nava malbeta Hz Mehemed de piştî mirina wî, bû sedema alozîyan. Di encamê de şerê di nava malbet û deshilatê de komkujiya li Kerbelayê pêk hat. Di encama komkujiya di navbera malbata Hz Mehemed de, olê îslamê bû du şax. Yek mile Sûniyan, ya din jî milê Şiîyan.Piştî vê parçebûnê Hezar û 500 sal in xwîn tê rijandin.
Bêguman di hersê olên semavî de jî her çendîn şaxên wekî meseban pêş ketin, di rojame de jî bi navê “TARİQAT” bi dehan rêxistin, sazî hene. Bi pênaseya modern partî hene.
Bêguman nakokiyên olan, şerên bi navê olan ne mijara îro derketiye. Serpêhatiya van formên di zîhnî de di nava gelen û çandan de pir bi bandorin. Mînak; oldarên cihû û dewleta Îsraîlê îro jî li gorî paradîgma Tewratê tevdigerin. Di welatê xwe de xelat dayê. Wek dixwezin yeqîn pêk bînîn; di navbera rûbarê Nîlê heya Firat û Dîcleyê de welatê Kenan avabikin.
Li dijî vê yekê, îslama radîkal li gorî şiroveya Emawîyan “Heya ku cîhan bibe îslam cîhad ê berdewam bike” stratejî tektîkê wê jî “ê bi probaganda, xebatê bîrdozî, xebatên polîtîk û eger bê xastin tundî, yanî çek bê bikaranîn”. Şaxê Şiîyan jî dibêjin “Îslama rast em in.Em malbeta Ehlîbeytîn. Em malbeta pêxenber temsîl dikin. Mifteya bihiştê di destê Hesen Hûseyîn de ye. Eger ew nebin Şiîa nikarin biçin bihiştê.” Li gorî milê sunîyan mijareke herî xeter Şiî dibêjin “Mehdiye zeman dê bê û hemû bêedeletî dê ji holê rake.” Ev têbînî li gorî milê suniyan ji pêxenber re şîrîkbuyîn e. Ji ber ku pexenber gotîbû ku “Ez pêxenberê dawî me”
Di roja me ya îro de şiîayekî ji vê bawer dike, xwe bi bombeyê dorpêç dike û diçe di mizgefteke sinûyan de xwe di nava mirovên bêguneh de bi hêsanî dirûşma “Allah û ekber” diqire û xwe diteqîne. Sûniyek jî heman tiştî li dijî şiîyan dike.
Îro, navenda Îslamiya sûnnî bi navê Îxvanîl Mûslîm, li Tirkiyeya AKP’î bi navê Wahabîzmê li Erebîstana Sudî û hevalbendê wî ne.
Navendên Şîîyan di aliyê bîrdozî de li Îranê bajarê Qum û li Iraqê bajarê Necef e. Lê navenda polîtîk û eskerî Îran e. Wîlayetî Feqîh (serokatîya Ruhanî) ye. Her çend navenda Xirîstiyaniya bîrdozî Vatîkan be jî, di aliyê polîtîk, eskerî û aborî de Evangalîzma Amerîkî ye.
Hamas, desmalê lut-poz paqişkirinê ye
Cihû di vê derê de hem çêkerê van olan e, hem jî qurbanê van in. Ne bi wan dibe, ne jî bêyî wan dibe. Wek çirava zîftê ye. Her ku dest dikevin nava wê bêtir dilewitin. Wek Hanna Hrand gotiye; “Heya ku di nava cihûyan de sedema komkujiyên me zelal nebin em ê her tim bibin qurbaniyên cîhanê.” Ev jî navenda fînaskapîtalîzma sîyonîzme ye.
Di encamê de, Îsraîl, an jî cihû, di gotina “Yekem evdê xwedê emin. Welat diyariya xwedê ye” de israr bikin, dê her tim xwîndarî berdewam bike. Kesên paradîgmaya emavîya bi navê îslama sunnîya radîkal, her weha Şiîya Îranê berdewam bikin, dê qet herikandina xwînê nesekine. Ji ber ku herî kêm sê hezar salin xwîn diherike û nesekine. Dibe ku çareseriyên0 demkî peyda bibin. Lê heya ku formên bîrdoziya sê hezar salan neyê redkirin, dê çareserî pêk neye.
Çareserî; bi yekitiya rengên cuda çêdibe. Çareserî berpirsyariya li henberî hev û parastina hev e. Çareserî perensîbê xwe bes dîtîn, dest dirêjî nirxên hev nîne. Wek gotina kurdî: Pênç tîlî ne wek hevin. Cuda ne. Lê bêyî hev nabin. Derzî li serê tiliyekê keve, janê dide hemûyan. Dîsa di sitrana kurdî de dibêje; “Derd yeke dergeh hezarin”, Lê ya giring ji aqlê rêş û sîpî xilasbûn e. Ji bo vê yekê jî şoreşa zîhnî pêwist e.
Gotineke bajarê Rihayê heye: Ji derdê nezana xweda çû ezmana. Ev çi trajedî ye. Li her alî bi navê xweda hev dikujin. Lê di rastiyê de bi navê xweda suçên xwe perde dikin. Lîderê Ruhaniya Îranê Elî Hamanêy dibêje “Ên ev êriş pêk anîn, ez destên wan maç dikim.” Destên ku serê jin û zarokan jê dike, destên ku dest dirêjî jinê dike!… Ev feraset xwînave.