12 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Şerê Îsrail-Îran û pêvajo

Bêguman, her çendîn bar giran be jî, şensê kurdan ê serkeftinê ji her alî ve pirtir e, lê divê ji her alî pirtir em gelê Kurdistanê pêşengtiya vê pêvajoyê bikin

Dîroka nakokî û şerê di navbera Îsraîl (cihûyan) û Îranê (persan) de gelek kevn e; weke dîroka tê zanîn xwe digihîne 2 hezar û 700 sal berê.

Di vê dîroka demdirêj de cihû, ji cih û warên xwe yên dayik û bavan pir caran bi êrîşên qirker hatine sirgûnkirin; bi piranî behsa sirgûna Babilê û hinek jî behsa sirgûna Xoresanê tê kirin. Dîroka wan û kurdan, him ji aliyê neyînî him ji aliyê erênî ve dişibin hev hene.

Aliyên wan ên hevpar ên neyînî yên kurdan û yahûdiyan ev in: Herdû jî pir caran hatine sirgûn kirin, balkêş e kurd jî sirgûnî Xoresanê bûne û heta niha jî li wir hin gelek malbatên kurdan hene. Herwiha êrîş him li ser nasnama wan a gelerî û him li ser olî hatiye kirin; bi taybet misilmanî li ser herdu gelan jî hatiye ferzkirin!

Aliyên wan ên erênî jî, mirov bi kurtayî dikare wisa nîşan bide: Ji ber ku her du jî gelên kevnar in û zûtir bûne gelên xwecih-erdnişîn û serdema neolotik bi giranî jiyane, ziman, çand, huner, exlaq û taybetmendiyên xwe yên din ên resen, karibûn bi hezar salan biparêzin û hîn jî diparêzin.

Belê di sirgûnê de, dibe ku kurd ji yahûdiyan hinek bi şenstir bîn, ji ber ku giraniya wan ji erdnigariya welatê xwe Kurdistanê dûr neketine.

Bêgûman mijara dîrokî ya gelan pir dirêje û di çarçova gotareke tenê de nikare bi berfirehî were şîrovekirin. Lewma piştî vê kurte dîroknasiyê, hema derbasî mijara rojane-aktuel a vê serdemê dibim.

Herwiha hema di serê nivîsê de mirov dikare gotina paşê jî bibêje; ev herdu gelên kevnar ên vê herêmê û ewqas xwedî dîrokek demdirêj a hevpar a erênî û neyînî ne, gelo çima milên xwe nedane hev, çima hêza xwe nekirine yek û li dijî zaliman, qirkeran, talankeran, dagirkeran, kedxwaran û xwînxaran tênekoşiyan e û nebûne xwedî jiyanek hevpar a azad û aram?

Ma gelo mirov, heman daxwazê ji bo îro jî nikare bike û bixe rojevê û ji bo pêkhatina projeyek wîsa ya hevpar a mirovheziyê hewl bide û bixebite?

Ka em hinek bala xwe bidin rewşa konjoktora giştî û herêmî ya heyî, paşê em dikarin dîsa vegerin vê mijara xwe ya taybet.

Wisa diyar dibe, bi despêkirina şerê di navbera Îsrail û Îranê de, êdî him fermî û him merî şerê 3yemîn ê cîhanê derbasî qonaxek nûtir bûye.

Dema ku mirov wisa bala xwe bidê, ev tê wateya ku ev şer, ne ji derveyî siyaset û insiyatifa dewletên hegemonên cîhanê ye; di serî de DYAyê, Rûsya, Çîn, Dewletên Ewropayê û hwd. serperestiya vî şerî dikin û wê ji şer û cengên ku ji niha û pêve werin kirin re jî hevpar bin.

Erê di despêka şer de hinek rayedarên dewletan, mîna wezîrê derve yê DYAyê, xwe ji şer bêrî nîşan da, lê di roja duyemîn û sisêyan ên dewama şêr de, hema hema tu dewletên ku helwestên xwe diyar nekirin neman û bi piranî jî piştgirî dan êrîşa despêkê ya Îsrailê.

Her çendîn hinek dewletên mîna Tirkiye ku xwe bêalî nîşan dan û tew xwe weke dewletên şernexwaz ên navbênkar nîşan dan, lê nikarin baweriyê bidin tu kesan, jiber ku hema hema tu dewlet, di vî şerî de û bi giştî di şerê cîhanî de nikarin xwe bêlayan-bêalî bihêlin.

Beşera şer wisa xuya dike ku ew ê gûrtir û berfirehtir bibe. Îca di vî şerî de helwesta hinek dewletan, bi taybetî jî yê Dewleta Tirk, yekser têkildarî me ye. Jixwe hebûna îradeya dewletên mîna Iraqê û Sûriyeyê, cîhê pirsê ne.

Li aliyê din helwestên hinek dewletan, bi bingehîn yên DYAyê û hevalbendên wê, herwiha yên Rûsya, Çîn û hevalbendên wan, gelek girîng û watedar in.

Heta niha, bi taybetî van herdu dewletên giregir, siyaset û helwestên xwe yên li ser vî şerê bi zelalî nîşan nedan in.

Erê her çendin her du dewlet, dixwazin xwe dûrî şer bigrin an jî wisa nîşan bidin, lê na xêr êdî herkes zane ku bixwazin jî nikarin xwe dûr û derveyî vî şerî bihêlin, jixwe tê gotin ku di bin perdê de van dewletan û hinek dewletên din jî yên mîna Koreya Bakur, alîkariyê didin Îranê.

Li aliyê din, di gotin û awirên Trump û Netanyahu de helwesta DYAyê û hevalbendên wê, bi piranî tê dîtin ku vê carê ji Îranê nagerin û wê rejîmê hilweşînin.

Her çendîn di vê eniyê de jî nakokî hene mîna, serokwezirê Slovakya Fico endamtiya NATOyê xistiye nîqaşê û bêalîtî pêşniyaz kiriye, demek berê Macron jî gotibû NATO li ber mirinê ye, Şefê Politikaya Derve yê YEyê Kallas ji beşdariya DYAyê ya vî şerî neraziye û hwd. ku di civîna lûtkeya dewletên giregir a Kanadayê de, Trump tu biryarên dixwest bi dest nexistiye û bi lez vegeriya Amerîkayê jî, wisa diyar e şer û cengê bi hemû aloziyên xwe ve wê germtir bibe.

Em vegerin mijara xwe. Weke diyar e, navendek herî girîng û mezin a vê cengê Kurdistan e û bêgûman her alî wê bixwazin ji hêza gelê Kurdistanê sûd werbigirin. Lê belê ji aliyê me ve ya herî girîng ew e ku divê em çi bikin?

Li gor daxuyaniyên hêzên sereke yên Tevgera Azadiya Kurdistanê, helwestên rast ên şernexwaz hatine ragihandin. Herwiha li gel van helwestên bingehin ên ku jixwe weke pêvajoyek çareseriyê ya nû ji aliyê Rêber Apo ve hatibû pêşkêşkirin, wê were birêvebirin.

Di encamê de, çawa her du şerên cîhanê bûn sedemên kuştina bi deh milyona mirovan, ev cenga 3yemîn, wê ji yên berê xerabkartir be û wê zerar û ziyanên mezintir bide mirovan û bi giştî xwezayê.

Lewma mirov dikare bêje dermanê rizgarkirina mirovahiyê ji van zerar û ziyanên giran, ne şer û ceng e, belê rêyên aştî yên danûstandinên siyasî û demokratîk in.

Herwiha mirov dikare bêje, bi giştî dermanê hemû pirsgrêkan, vekirina hemû xetimandinan, felsefe û projeyên Rêber Apo ne.

Ev dîtin û projeyên ku Rêber Apo di vê pêvajoyê de pêşkêş dike, ne bi tenê ji bo çareserkirina pirsgrêkên gelê Kurdistanê ye, belê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û mirovahiya cîhanê ye. Jixwe di qada giştî de, bi giranî wisa hatiye pejirandin û roj bi roj piştgiriya vê pêvajoya çaresiyê berfirehtir û zêdetir dibe.

Di vê pêvajoyê de, ki li gel kurdan hevalbendiya rast bike ew bi serdikeve, yê hevalbendiya bi fen û hîlebaziyan bike û kotekiyê li ser kurdan ferz bike ew têk diçe. Wisa diyar e Îran dereng ma û ev şensê xwe ji dest da, belê  ji Tirkiyeyê re hîn şens heye, lê ew jî pir bi xemsarî tevdigere, heke zêde dereng bimîne, dibe ku ew jî şensê xwe wenda bike!

Bêguman, her çendîn bar giran be jî, şensê kurdan ê serkeftinê ji her alî ve pirtir e, lê divê ji her alî pirtir em gelê Kurdistanê pêşengtiya vê pêvajoyê bikin, da ku em karibin destê Rêberê xwe hîn xurtir bikin û di wexta xwe de karibin bi serkev in!