Dîroka Tirkiyeyê bi awayekê dîroka şerê îktîdarê yê faşîzma spî û kesk e. Faşîzma spî ku li ser şopa Kemalîzmê diçin ji avakirina komarê heta niha bi feraseta avakirina neteweyek tirk a homojen tevgeriya. Li aliyê din faşîzma kesk a tirk jî dem dem di hilbijartinan de biserketibe jî heta 2002’yan nebû serwer û mûktedîr. Her tim di bin sahme artêşê de ma. Ev çarçoveya li gelek welatên din ên îslamê dubare bû. Li tevan jî îktîdarên despotîk, faşîst û yekperest serwer bûn. Li çend welatên misilman ên wekî Sûriye, Tirkiye û hwd îktîdarên laîq demek dirêj serwer bûn.
Hem netew dewletên laîq hem jî ên oldar tevan hewildan li ser hestên nijadperestiyê civakek safî û homojen ava bikin. Îro dema em li rewşa welatên misilman dinêrin yek îktîdar, dewlet an jî welatek demokratîk, pêşketî, bi îstîkrar û aram tune ne. Nêzî sed salan e netew dewletên faşîst, despotîk û yekperest li hemû welatên Rojhilata Navîn serweriyê dikin. Lê ev sed sal e jî Rojhilata Navîn di her alî de paşve diçe.
Di aliyê zanist, perwerdehî, teknîk, felsefe, çand, huner û çandiniyê de gavek pêşneketine. Tevahiya welatên misilmanan karî bi qasî ji sedî yekê welatek Ewropayê zanistê biafirînin. Hindî diçe di bin nîrê paşverûtî, nijadperestî û despotîzmê de feqîr û hêjar dibe. Civak û gel di nav xizanî, tunebûn û birçîbûnê de ne. Hemû zengîniyên welat ji hêla komên serdest ve tên talanakirin. Mafya, fihûş, bêdadî û şidet rêgeza sereke û bingehîn e. Dewletên misilmanan bi temamî wezîfeya şebekeyek dizî, talan û şidetê dibînin.
Bi vê boneyê ye tu carî rondikên çavan, mirin, komkujî, koçberî û xizanî ji van axan kêm nabe. Îro li tevahiya welatên misilmanan an şerên navxweyî hene, an ji hêla dewletên biyanî ve hatine desteserkirin, zenginiyên binerd û sererd tên malastin. Îro pêla koçberiyê ya dîrokê ya herî mezin tê jiyin. Ji welatên misilmanan gel pêl bi pêl ber bi welatên xrîstiyanan an go Ewropa û Amerîkayê ve diherikin. Bi sedan ji wan di deryayan û riyan de jiyana xwe ji dest didin.
Li aliyê din ji Sûriyeyê bigire heta Filistîn, Lîbya, Misir, Yemen, Îran, Afganistan, Tirkiye, Iraq û hemû welatên din şerên navxweyî heye. Bi sed hezaran, milyonan mirov di şer de tên kuştin. Bi deh milyonan ax û mala xwe terk dikin û koçber dibin. Tu nîşaneyên ku ev îktîdarên faşîst, paşverû yên oldar dê biguherin jî nîne. Hindî diçe zêdetir ol, nijadperetî û neteweperestiyê bikar tînin û erdnîgariyê talan dikin.
Li Tirkiyeyê jî piştî li hemberî têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê faşîzma tirk a spî têk çû, oldarên tirk hatin ser kar û ev 22 sal in serwer in. Berî bên ser kar behsa umet, azadî û wekheviyê dikirin. Lê piştî hatin ser kar di demek kin de rûyê wan ê paşverû, kirêt û zalim derket holê. Di encama 22 salan de bi zelalî derket holê ku ji îktîdarek olperest azadî, demokrasî û wekhevî dernakeve.
Niha faşîzma olperest a tirk jî di nav qeyranek mezin de ye. Di pratîka AKP’ê de li Tirkiyeyê jî faşîzma kesk a olperest bi faşîzma rej a MHP’ê re mînakek têkçûnê li yên din zêde kir. Niha nikarin dê vê qeyranê çewa derbas bikin. Ji ber ku riyek tune ye. Ji mejiyê paşverû, hişkbawer tu demê çareserî dernakeve. Lê faşîzm tu carî bi hêsanî dest ji îktîdarê bernade. Bi taybetî faşîzma kesk a olperest heta dawiyê dê israr bike.
Faşîzma kesk piştî têkçûna hilbijartina 31’ê Adarê hewil dide faşîzma spî a Kemalîstan jî tev li faşîzma xwe ya kesk û faşîzma MHP’ê ye reş bike. Plansaziya vê yekê jî li ser êrîş û şerê li dijî kurdan çê dike. Ev demek dirêj e amadekariyên tevkujiya gelê kurd dike. Ji bo wê bi tenê hêza wê têrê nake. Hem alîkariya navxweyî hem jî derveyî lazim e. Serdana gelek welatên biyanî kirin û alîkarî xwestin. Lê heta niha hêza bêşert û merc piştgirî ji girtî malbata îxanetkar a Barzanî ye. Ji bilî wê kes naxwaze piştgiriyê bide hişmendî, feraset û îktîdarek paşverû ya têk çûyî. Bes malbata Barzanî ya xwefiroş, bêheysiyet û îxanetkar vê yekê dike.
Faşîzma tirk êdî li hemberî şerê azadiyê yê gelê kurd pişta xwe rast bike. Di hundir de jî nikare tu pirsgirêkan çareser bike. Ji bo wekî berê hêsan nîne CHP’ê bigire gel xwe. Qasî qeyranên aborî, leşkerî, siyasî û civakî kûr dibin, piştgirî girtina beşên din ên civakê jî zehmet dibe. Ji bo wê di demek faşîzma tirk bi hemû rengên xwe qeyranê dijî de, divê têkoşîna gelê kurd li çar perçeyan û hemû deverên cîhanê bilindir bibe. Faşîzm niha bi deztê Barzaniyên îxanetkar amadekariya dagirkeriyek nû dike. Divê hemû gelê kurd li dijî îxaneta Barzaniyan û faşîzma tirk li kûderê be, çi ji dest bê bike.
Berxwedana Tevgera Azadiyê û gelê kurd a deh salên dawiyê gelek zelal nîşan da ku tu hêz nikare meşa azadiya Kurdistanê asteng bike. Dibe zor, zehmetî, îza û eza hebe. Lê serkeftin teqez a gelê kurd e.