Dema em bala xwe didin cîhanê, em dibînin ku hemû cîhan di nava guhertineke mezin de ye. Min di nivîsên xwe yên berê de bahsa Şerê Cîhanê yê sêyemîn kiribû. Bi van pevçûn û şerên ku li cîhanê diqewim, cîhan teqez li ser pira guhertineke mezin e. Bêgûman em Kurd û Kurdistanî jî dê para xwe ji vê guhertinê bigirin. Bi vî şerê ku diqewime, hinek xalên guhertinê derdikevin holê:
*Sînorên nû: Bi van şer û pevçûnan bêgûman dê gelek sînor ji nû ve bêne danîn û hinek sînor jî dê bên rakirin.
*Hêzên nû: Dîroka cîhanê herdem nîşan daye ku bi guhertinan û herwiha piştî şeran hêzên nû derdikevin holê. Em dema bala xwe didin Rojhilata Navîn dibînin ku dê Îsraîl û Sudiya Erebîstanê xwe wek hêzên heremî bi cîh bikin.
*Hegemonên nû: Ne tenê li qadeke herêmî û parzemînî, her wiha li qada cîhanî jî hegemonên nû dê xwe ji nûve bi cîh bikin. Piştî şerê di navbera Rûsya û Ûkranya de, Rûsya hinekî li derveyî lîstikê hate hiştin. Bi vî awayî 2 hegemonên mezin hatin hember hev. Aliyek DYA (Dewletên Yekbûyî yên Amerîka) û aliyê din jî Çîn. Herî dawî jî şer rûyê xwe bi xerc û bacên gumrikê ve xwe da der.
Ji bo me Kurdan jî elbet firsendên nû derdikevin holê. Em ji tunebûnê derketin, bûn hebûn. Ji hebûnê em bûn rêxistinek û partiyek. Bi vê partiyê me hêzêk ava kir. Em bûn aktorek li Rojhilata Navîn. Niha jî dem hatiye ku em xwe wek aktorekî xurt li Rojhilata Navîn bi cîh bikin, da ku em karibin destkeftiyên gelê Kurd biparêzin û pêş bixin.
Di vir de xala herî girîng jî şerê li ser raman, pênûs, xwendin û siyasetê ye. Anku şerê dîplomasiyê ye. Bi xebatên di vî warî de em dikarin li hemû cîhanê hêza xwe ya Lobiyê ava bikin. Ez her tim dibêjim ku sedema dewleta Îsraîl li nava hemû cîhanê ewqasî bi hêz e û xwedan peyv e jî, ji ber hêza wan ya Lobiyê ye. Ku em jî karibin li hemû cîhanê hêzeke wisa ava bikin, em ê karibin destkeftiyên xwe ewle bikin û pêşeroja xwe biparêzin.
Xwe fesixkirina PKKê ve çîrokeke pir kûr û dirêj bi dawî dibe. Bandoreke gelek mezin kir. Dê pêlên mezintir vede. Ez vêya hertim dibêjim, ji ber ku PKK ne tenê rêxistinek, saziyek û partiyek bû. Ew Tevgera Azadiya Gelê Kurd bû. Ji bo wê jî cîhê wê ewqasî mezin û girîng bû. Tevgera ku rehên xwe li nava hemû Kurdistanê û li nava hemû beşên civakê belav kiriye, mirov nikare hema wisa bi dawî bike û nikare tune jî bike. Tenê şikil û şêwazê hebûna xwe diguherîne. Xwe fesixkirin û danîna çekan tê wateya ku êdî rê û rêbazên din xurtir dike. Ev jî tê wateya ku xebatên li Ewropayê, li cîhanê heya niha dihatin meşandin divê 2 qatan zêdetir bibin. An jî 4 qat zêde bibin.
Êdî hemû Kurd û Kurdistanî dibê giraniya xwe bidin ser şerê nû. Serê pênûs û dîplomasiyê. Bi gotineke din, Kurdan di şerê bi çek de xwe îspat kir niha êdî gerek xwe di şerê li ser maseya dîplomasiyê de îspat bikin.