12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şerê Cîhanê yê sêyemîn û pêvajoyeke nû

Şerê nû êdî bi navbeynkar û bi aktorên navîn tên kirin. Weke berê di demeke kurt de dest pê nake û dê di demeke bi dawî nebe. Ev şer ji aliyê dirêjiya demê ve jî cûdatir e. Bi gotineke din şerê cîhanê yê sêyemîn dest pê kiriye û em di nav de ne.

Herçiqas fikra ku em di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ne mirovan dixe nava metirsiyeke mezin, dîsa jî rastiya li holê bi hemû hêza xwe vê yekê radixîne ber çavan. Hema bibêje li gelek parzemîn, welat û herêman şer û pevçûn hene. Ji bo wê jî mirov dikare wek Şerê Cîhanê bi nav bike.

Dema em bala xwe bidin şerên cîhanê em dibînin ku ji bo şer dest pê bike bêguman gelek sedemên wan ê kûr hebûn. Wek mînak di şerê cîhanê yê yekemîn de sedemên wek împeriyalîsmûs, netewperestî, milîtarîsmûs û du bendên ku li Ewropa hebûn û sedemên kûr bûn. Lê bûyerek hebû ku şer pêre destpê kir – ew jî sûîqesta li bajarê Sarajevo bû.

Di şerê cîhanê yê duyemîn de jî gelek sedemên kûr hebûn, weke mînak Peymana Versaille, bilindbûna nijadperestiyê, qeyrana aborî û herwiha hewldana belavbûnê ya dewleta elmanya. Lê dîsa li vir jî bûyerek heye ku bû sedem; ku şer destpê bike ango belav bibe. Ew jî bûyera ku dema leşkerên Hîtler ketin Polonya û xwestin dagir bikin.

Em dibînin ku di herdu şerên cîhanê de jî gelek sedem hebûn ji bo derketin û belavbûna şer, lê bûyerek mezin rû da ku şer eşkere bibe û belav bibe. Di virde dixwazim balê bikşînim ser “sedem“ û “bûyer“ ê.

Ev di şerê cîhanê yê sêyemîn de hinekî cûda ye. Şerê nû êdî bi navbeynkar û bi aktorên navîn tên kirin. Herwiha ev şer wek berê di demeke kurt de dest pê nake û dê di demeke bi dawî nebe. Ev şer ji aliyê dirêjiya demê ve jî cûdatir e. Bi gotineke din şerê cîhanê yê sêyemîn dest pê kiriye û em di nav de ne. Wisa diyar e ku ew ê hê gelek dirêj jî bidome. Ev tê wateya ku  dê bi salan bidome.

Em dibînin ku li cîhanê li gelek cîhan nakokiyên jeopolîtîk û herwiha şerên heremî hene, ku bandorê li hemû cîhanê jî dikin. Bi şerê cîhanê yê nû re gotinek li cîhanê belav bû; ‘hybrid wars’ anku tê wateya ‘şerên hybrîd’, ev jî tê wateya ku êdî şer ne tenê rasterast û bi hêza leşkerî, herwiha bi aborî, siyasî, rê û rêbazên modern (wek mînak Cyber) û bi rê û rêbazên sîxuriya modern pêk tên. Di vir de mirov dikare gotina ‘proxy wars’ jî bi kar bîne. Ev gotin jî tê wateya ‘şerê li ser nûneran’ anku ‘şerê li ser cîgiran.’ Bi gotineke din; êdî şer rasterast pêk nayê; li ser aktorên di navbeynê de pêk tên. Em dikarin gelek mînakan jî bidin:

3 Şerê Sûriyeyê: Di vî şerî de aliyek NATO û dewletên Rojavayî ne, aliyek jî Rûsya û dewletên nêzîkî wê ye. Lê şer di ser aktorên navbeynkar anku cîgiran de pêk tê.

3 Şerê Ûkranyayê: Di vî şerî de aliyek NATO anku DYE (Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê) ye û aliyek jî Rûsya ye. NATO bi pêşengtiya DYE’yê bi awayekî çalak piştgiriya Ûkranyayê dike, çek û hêzê dide wê. Ûkranya di vir de aktor, cîgir û nûnerê NATO û DYE’yê ye.

3 Aloziya li Deryaya Pasîfîkê: Di vir de jî aliyek NATO, aliyê din jî Çîn e. Lê alozî, pirsgrêk û herwiha êrîş û şer di navbera Taywan û Çîn de dimeşe.

Bêguman mirov dikare gelek mînakên din jî bide. Lê ez bawer im mijar hate zelalkirin. Mabesta min ew bû ku cudahiya şerên berê û niha destnîşan bikim. Dîsa ku em bidin ser hev; şerê cîhanê yê sêyemîn li gor yên din cuda ye û em niha di nava wê de ne.

Ev mînakên ku min li jor dan û gelek aloziyên din têrê nekir, li Rojhilata Navîn eniyeke nû ya şerî vebûye. Ew jî di navbera Israîl û Îranê de ye. Êrîşa li ser Xazeyê jî û êrîşa li ser Lubnanê jî hemû encama şerê di navbera Israîl û Îranê de ye. Ev herdû dewlet hiem bi hêz hem jî bi bandor in. Anku tevlêbûna van dewletan careke din xuya kir ku em di nava şerekî cîhanê yê mezin de ne.

Di virde pirsek gelekî girîng derdikeve pêşiya me. Ew jî; gelo pevçûn û şerê niha li rojhilata navîn dikare li Tirkiyê û Îranê jî belav bibe?

Elbet şer dikare belav bibe. Li gora fikra min; ew ê bi îhtimalek mezin jî belav bibe ser Îran û Tirkiyê.

Ji ber ku dewleta dagirker ya Îranê vê xeteriyê dibîne, qet nayê provakasyonan. Îsraîl çi tîne serê Îranê, Îran ber xwe nade û dadiqurtîne. Ev jî bê gûman baweriya bi gotin û gefên Îranê li qada navnetewî nahêle. Dewleta dagirker ya Tirkiyê jî vê rastiyê dibîne. Ji ber wê ye ku wezîrê karê derve bal kişand ser şerê bi Îsraîl ê. Herwiha serokkomarê tirkiyê jî ev xeterî dît û eşkere anî ziman û herwiha bahsa amadekariyan jî kir. Bi gotinek din; “Tirsê dewleta tirk girtiye“.

Hewldana wan ya ji bo pêvajoyek nû jî, ji ber vê tirsê ye. Li gora fikra xwe dixwazin bi aştiya navxweyî de xwe li himber derve biparêzin.  Nêzîkatiya dewleta tirk li himber aştiyê jî wisa ye. Aştî mirov pêk tîne, ji ber ku jê bawer dike û dizane ku ev pêşerojek ronî ye ji bo hemû gelan – ne ji ber ku mirov ditirse ji derve êrîş pêk were. Mabesta dewleta tirk mixabin ne raste û taktîkî ye. Ev ne gavek stratejîke – tenê taktîkek „temen-dirêjkirinê“ ye ango “dem qezenç kirinê“ ye. Ev jî nêta wan ya xirab dîsa radixîne ber çavan. Ku mirov bide ser hev: Dibîne ku pêvajoyek nû di bin van şert û mercan de ne pêkane û nîne!!!