Tez yek: Di kurditiyê de tiştê herî hêsan xiyanet e! Her xayinê Kurd, bi fotografekî veşartî tevdigere. Lê PDK’ê fotografê xwe ji berika xwe derxistiye û di riyek tarî de dimeşe.
Helbet, PDK dikare bi her kesî re, bi dijminê xwe re jî derkevê rê. Lê ne bi kujerê bavûkalên xwe re. Vê care, bi gotina Lord Gurzon, “mikrobên weba-qotikê” re, bi gotin jingehparêzan jî, bi “qirêja binê deryayê ku weke kefzêya jehrê jiyanê tune dike” re derketiye rê.
Rewşeke pirr cîddî û metirsînî li herêma başûrê Kurdistanê heye. Ji bo fêhm kirina vê rewşa metirsinî û pirr cîddî, dive akademisyen, sosyolog û psîkologên Kurd, di çarçoveya bîrdoza sosyologê Rusî SOROKÎN û bîrdoza PAVLOV, li ber çavan bigirin û jiyana civakî ya nava 37 salan lêkolîn bikin. Di nava 37 salan de, du tişt hatin pêşxistin; Yek, birçîbûn. Dudu, tirs! Birçîbûn di aliyê fîzyolojîk de bandor li civakê kir, tirsê jî di aliyê pskîlojîk de… Di nava 37 salan de eger kargeh, dezgehên kar neyên avakirin, gundîtî, cotkarî bê kuştin, tenê karsaziya avaniyan derbikevê pêş, pêşî ferd, piştre civak xwe di aliyê ewlehiya aborî û fîzik’ de nabîne.
Ev gotinên min pêşniyazek e. Dive zanist, bi taybetî romannivîsên Kurd vê pêşniyazê ciddî bigirin. Min beriya niha derbarê stratejiya PDK’ê de nivîsek nivîsîbû. Naveroka wê nivîsê û encama îro, bi yek gotinê; “Malbata Barzanî ji bo Kurdistanê nine, Kurdistan ji bo Malbata Barzani heye.”
Bûyer û pêşketinên li herêmê jî, sosyolojîk, biyolojîk, fizyolojîk û psîkolojîk in û dive rewşa heyî di van çarçoveyan de were analîzkirin. Rast e. Li herêma Başûr “kurdîtî” heye. Lê ev hebûn ber bi qiyametek antik ve diçe!
Ev hebûn herçiqasî, di “zanist û huner û toreyaan” de bijî, di dîmenê jiyana rojane de, tiştekî din xuya dike. Tiştê xuya dike jî, têra fêhmkirin û têgihiştina paşerojên herêma Başûr nake. Tabloya li holê, gelek tiştên cûda vedibêje. Mixabin mirovên din tîtra prof û akademisyen jî bêdeng in! Li herêmê, “kûfr û şîrk” heye, lê dijberî nine. “Kûfr” li hundir pîkolê dike, “şîrk” jî ji derve hatiye û li erdnîgariya herêmê pîkolê dike. Bi gotineke balkêş. “ŞOREŞA REŞ-faşîzm” heye. Min gotina “şoreşa reş” (black revolution) mezin, faşîzm biçûk nivîsî. Ji ber ku şoreşa reş, ji faşîzmê metirsîdartir e û berhemê dewşîrmeyan e!
Gelê Kurd, ji berê de kesên xayin weke “miriyê li ser piyan” bi nav dikin, dîse jî wan bi gotina “bira” himbêz dikin. Ji xwe dijmin jî, ji bo Kurdan dibêjin, “em bira ne” û Kurdan dikujin. Lê “bira”tî, ne bi rastî be, weke Gurgumî-Mereşî dibêjin, “birre” ye, yanî kêr e, xencera du aliyên wê tuj e!
Pêşiyên Kurdan jî dibêjin; “dostanî bi germî, dijminatî bî nermî”;. Ev gotin jî, tê wateya dijminatiya di nava demê de veşartî û bi bêdengiyê êş û azarê mezin dike. Rûniştina li ser êşê jî weke maqultî û zerafeta artistik tê dîtin, Lê her du alî jî di wateya nekarî û neçariyê de ne, yanî kêfaret û gevzeka fetsinok e! Eş û azara veşartî jî her dem bûne sedema trajedî û travmeyên civakî.
Tez du; Di şerê cîhanê yê sêyemînde “faşîzm devşirme” bi êrîşên dijwar dixwaze hafizeya drokê ya Kurd ji hole rake. Vê jî dibin transformayonek olî, nîjadperestî de dikin û navê mirovaniyê jî bikartînin. (Kî çi dibêje bila bêje, ji bo Kurdan şerê cîhanê yê 3’mîn e û bi hemû dijwariya xwe dewam dike.)
Guman têde nîne; Eger rojekê dibistanên Kurdan yên sosyolojîk û psîkolojk vebin, wê li ser van mijaran rawestin û lêkolînên balkêş derxînin hole. Ji ber ku, trajediyên bi serê Kurdan hatine, di nava rûpelên tozgirtî yên dîrokê de veşartî mane. Nivîskarê Ermenî M. S. Lazarev jî dibêje, “lêkolîna balkêş a têza 2’mîn wê bibe “Şoreşa Jon Turkan”. Çi şoreş, çî şoreş?! Bi gotian Tirkan “dewrîm”e, ji dewirmek- xerakirinê tê. Sed sal in her û her xera kirine. Nivîskarê Ermenî Lazarev, şoreşa Jon Turkan, di navbera salên 1905 û 1912an de digirê dest, lê qet li ser darbeya paşayên Osmanî ya sala 1909’î ku li dijî ciwanên Osmanî-(jon Turk) kirin û behsa dagirkirina rêxistina Îttîhat û Terakî nake. Eger darbe şoreş be, şoreşek tarî ye, bi gotina Ewropiyan, “blac ravolatîon” e. Ji xwe Jon Turkan, qet behsa “komarê” nekirine, qet behsa dewletek nû û modern ne kirine, li dijî despotizma Abduhamîd derketine. Lê paşayên Osmanî, piştî komele dagirkirin, di kongreya 1909’an, 4 xalên ku bûne bingeha qirkirina gelan û avakirina neteweyeke Turk-î îslam, Turk-î turan girtin û kirin bingeha têkoşîna xwe. (gotina turan jî ne tirkî ye, di Şehnameya Firdewsî de wateya vê gotinê heye, “arî” ye, têkiliya “arî” bi tirk-mogolan re nine.)
Stratejiya wan a siyasî jî, bi “Beyannameya Amasya” (1919) dest dike. Beyannameya Amasya, hem li dijîî Mondros û Sewrê ye, hem meşrîkirin û qebûlkirina pêşengiya Mustafa Kenal ya li dijî hêzên biyanî û dagirker e. Ev stratejiya siyasî jî, 117 sal in di pratîkê de ye û di gotina “devrim”de, yanî danerdê, xerakirin, wêranikrinê de, yanî di “şoreşa reş-black revolution” de pêşxistine. Cihê diçine ji bingeh diguherin. Eger şoreş guhertin be, dewşîrme vî karî, di aliyê guhertina sosyolojîk, psîkolojîk û fîzyolojîk de baş dikin. Zanistê Rusî Pavlov, li ser kuçikan azmune kir û guhertin kirin, dewşrimeyên Îttîhat û Terakî jî li ser mirovan azmune kirin û guhertin kirin. Îro jî mîratzadeyên wan vî karî didomînin.
Şoreşa Reş, li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî, kirine pratkê, niha jî li Herêma Başûr û Iraqê dikine pratîkê. Mîratzedeyên dewşîrme, her karên “turkî” weke şoreşê binav dikin. Rast e, ev şoreşa tarî ye û sînorên sucên mirovaniyê û sucên li dijî xwezayê derbas dikin e.
Piştî biryara girtina 3 partiyên Kurd, reveberî û desthilatdariya Iraqê jî, kete qonaxeke nû. Biryara Konseya Dadgeha Bilind ya Iraqê û girtina Tevgera Azadî, Partiya Azadî û Demokrasî ya Ezîdîyan PADE û Partiya Neteweyî ya Azadî û Demokrasî, dide xuya kirin ku ew jî tevlî, “kûfr” û “şîrk”ê bûne.
Bêguman “şoreş” teva ne pêşwerû ne. Wek pêşketinên nû xuya bikin jî, mirov nikare wan kiryaran weke “pêşketinên xêrdînî” binav bike. Guhertin erê, lê xêrdînî nine. Mamoste, nivîskar, rojnamevan û burokratê Tirk Nurullah Ataç jî, şoreşa Komara (!) Tirkiyê weke guhertina civakan binav dike. Yanî tunekirina civakan!… Tê zanîn ku ev guhertina civakan jî, di qirkirina gelan û kanunên zincîrî û zora romi’yan de çêbûye. Sed sal in ev siyaset ne hatiye guhertin. Şoreşa dewşirmeyên Îttîhat û Terakî, guhertina di tunekirinê de ye, Lewma ŞOREŞA REŞ e!… Guhertina demografîk jî di nav de, cihê ku romî diçine û dibêjin, “evder xaka Tirkiyê ye”, mirovanî û nirxên mirovaniyê têne kuştin.
Ji xwe welatê Tirkiyê jî, erdnîgariyên gelên cûda ku ji aliyê dewşirmeyên Îttîhat û Terakî ve hatine tunekirin e!
Welatek bi nave Turkiye nine, çêkiriye!
Em dasa xwe hinekî fereh biavêûjin: Şoreşa herî mezin ya mirovaniyê, şoreşa karbidestiyê ye. Bi vê şoreşê gundî ji hole hatin rakirin, teva kirin çînê karker û di rasidancên bajaran de dîl hatin girtin. Gotina “koletiya spî”, “koletiya recidansan” di vê wateyê de tê bikaranîn.
Di vê çarçoveyê de; Roman, beşek ji akademiyên sosyolojîk û psîkolojîk e. Eger em hinekî din kûr bikin, em dikarin li ser hewldana Pîcasso, ku di destpêka hunerê xwe de, li Hollanda, “xela”-birçîbûna serdemê, bi tabloya “malbate xizan” xêz kir jî rawestin. Ev xal giring e û Pîcasso dema li Hollanda bû rahibek bû, bi tabloyên li ser birçîbûna gelê Hollanda, dest bi wênesaziyê kir.
Ji bo vê jî mînak hene: Nivîskarê Kurd Haşîm Ahmedzade, di pirtûka “Netew û Roman” de , ev tez hinekî kiriye rojevê. Lê, mebesta min ji nivîsandina romanê, di aliyê sosyolojîk de ye, ku, nivîskar estetîka civaka xwe zemt bike. Ibrahîm Seydo Aydogan hem di pirtûkên xwe de, hem di nirxandinên xwe yê dirêj de, vê mijarê derdixe pêş. Luqman Guldive jî bûyerên rojane di vê çarçoveyê de dinivîse. Lê gotina min ji ya her sê ciwamêran cûdatir e: Dibêjim, dive nivîskar di hevkariya mêjî û ziman de qels nemînin. Bêguman ew jî dizanin ku hiş, ziman û jest têkildarî hev in. Lê, eger nivîskar dînamîzma civaka xwe derneyêxe pêş, nikare pêşengiya guhertina civaka xwe bike. Civak, bedenek pir alî û pirrengî ye. Bi gotineke klasîk, nivîskar mecbur e “sîn qua non” (nebê nabe) nêzîkî civakê bibe. Di zimanê romana modern de jî, tîp û karakter pêşengên guhertin û berxwedanê ne.
Civaka Kurd, di aliyê sosyolojîk, psîkolojîk û fizyolojîk de cûda ye û di vê çarçoveyê de bê dîtin û nirxandin.
Rewşa îro ya li herêma Başûr li ber çavan e. Ez gelê ku di sala 1992’an de, li faşîzma BAAS a Saddam raperîn da destpêkirin, îro li hemberî faşîzma Îtîhat û Terakî bêdeng e tînim pêşberî hev. Rewşeke cûda, dîmenekî cûda heye. Bedenek tarî ku weke “kûfr” û “şîrk”ê pîkolê dike heye û tu kes, berê tîra xwe nadê wê bedena tarî. Lewma min di destpêkê de weke “tez” destnîşan kir.
Bi gotina sosyoloagê Rusî Ivan Pavlov; eger gelê Kurd di “refleksa azadiyê” de jî be, pêdiviyê bi pêşengan dibîne. Eger pêşengên hişmendî, ligel pêşengên siyasî cih negirin, zimanê serdemê nayê zemtkirin, pêşketin çênabe, partî, pêşeng, nivîskar. rewşenbîr û gel wê bibin xwarina li ser sifra dijmin.
Sedema nebûna van mercan, bîrdoza Pavlov û sosyologê Rusî Sorokîn e!
Divê rewşenbîrên Kurd, zanistên Kurd, hem bîrdoza Pavlov, hem tezên sosyolog Sorokîn bixwînin. Hingî wê rewşa li herêma Başûr, nexweşiya bedena Kurd, fotografê xiyaneta dinava Kurdan de baş bibînin û fêhm bikin.
Refleksa azadiyê, di 2 rûdênan de derketiye hole; Yek, aliyê winda û metirsînî ya fotofgrafê PDKê ye. Dudu, rûye hêviyê ya forografê Tevgera Azadiya Kurdistanê ya eşkere ye!
Fotografê sêyemîn jî fotografê dijmin e û her dem di “kiyametek antic” de tê xuyakirin e!
Ez ê car din, gotina Îvan Pavlov, “refleksa azadiyê” bi karbînin û bêjim: Kurd, di nava metirsîniyek mezin de ne û ev metirsînî dikare bibe sedema ku gelê Kurd car din bikevê “refleksa xeyal û hêviyên winda”. Ev jî, metfunkirina Kurdan di “gora betonî” de ye; yan jî “aşbetaliya” ku car din dengê aşê jiyanê neyê bihîstin e!
Ji ber ku Kurdên li herêmê başûr, partiyên siyasî jî di nav de, ji ber helwesta PDKe, di rewşek “halîpûrmelûl”de ne. Çîroka sed salî ya tevahiya Kurdan “halîpûrmelûl” e û ji çîrokên gelên cîhanê bi gelekî cûdatir e! Ev rewşa “halîpûrmelûl” jî ne tesadufî ye.
Li aliyekî barê giran yê dîrokê heye û beşek ji Kurdan vî bare giran dihilgirin, beşek ji Kurdan jî, çîroka Habîl û Kabîl dijîn.
Divê Kurd, bi taybetî rewşenbîr, siyastemedar, akademiyenên Kurd zanibin ku îro, Kurdistan di pêvejoya “qiyemeta antik” de ye. Kiyameta antik jî, bingeha “şoreşa tarî-blac revolution” e. Blac Revolution, tê wateya “fetîşîzma meta”, bi gotineke din, tê wateya fetîşîzma turk-î turan. Dewşirmeyên Îttîhat ûTerakî vî karî baş dizanin û baş dikine pratîkê. Hingî wê bi navê Kurditiyê tiştek nemîne.
Rizgariya ji vê tarîtiya kujerî û tunebûnê, bi tevgera rewşebîrên Kurd ve girêdayî ye.
Divê tevahaiya rewşebîr û akademisyenên Kurd, kişumat bi felsefe û diyalektîka dîrokê dengê xwe bilind bikin.