7 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Şerê bendavên Mezopotamyayê

Li Mezopotamyaya Jorîn/Kurdistanê çendî mêrsalarî bi pêş ket jî, lê wek sumeran di asta xwedayan de nebû. Bêhtir erkên jiyanî di nava zayendan de hatin parvekirin û pergala konfedaral pêş ket

Têkoşîna werçerxanê ya bîrdozî, ramanî ya ku herî baş tê zanîn B.Z. 4000 û 3000 di navbera çanda Til-Xelef û çanda El-Ubeyd nêzîkî hezar salan berdewam kiriye. Bêguman wê demê tank û top, an jî balafir tune bûn, herwiha têkoşîna wê demê ne antagonîst bû, şer bêtir çandî bû. Çanda Til-Xelef nûnertiya neolîtîk û bermahiyên neolîtîk dikir, lê El-Ubeyd nûnertiya çanda semîtîk a Mezopotamyaya Jêrîn dikir, çandeke mêrsalarî bû. Di encama têkoşîna di navbera van herdû çandan de Mezopotamyaya Jêrîn stargehên Sumer, Akad, Babîl û Asur derketin dika dîrokê. Yek xwedayê mêr yê li ser rûyê erdê bi navê Nemrûd Firewûn û Gilgamêş ma.

Li Mezopotamyaya Jorîn, anku li Kurdistanê çendî mêrsalarî bi pêş ket jî, lê wek li sumeran di asta xwedayan de nebû, bêhtir erkên jiyanî di nava herdu zayendan de hatin parvekirin, herwiha pergala polîtîk bi giranî wek pergala konfedaral bi pêş ket û mirov tu carî nebûn xweda.

Mînak, Hîtît wek welatê hezar xwedayî tê nasîn û 12 xwedayên wan ên sereke hebûn, sembolên bi navê xweda tiştên siruştê bûn, anku totemên wan hebûn. Rêvebirî şah û şahzade pêk ve bi rê ve dibirin, wek hevserokatî bû. Mîtanî, Gutî, Kasît, Med û Koma-gena jî pergalên konfederal bûne.

Mezopotamyaya Jorîn ji aliyê Babîliyan ve tê dagirkirin. Waliyê Babîlê li Rihayê dibe desthilat, Xwedayê ku weliyê dagirker bi keviran ve çêkiriyê bi darê zorê li ser gel zextê dike da ku li dijî xwedayên wê serî bitewînin. Şivanê ku bi çanda Til-Xelef mezinbûyî Birahîm pêxember hemû xwedayên ku ji keviran bûn dişikîne. Şikandina xwedayên ku ji keviran bûn (totem).

Waliyê dagirker Brahîm pêxember tîne qada dadgehê û jê dipirse: “Te çima xweda şikandin?” Brahîm pêxember bi aramî bersiv dide wî: “Xwedayê te yê ji kevir ê herî mezin ên din şikandin.” Nemrûd bi hêrs û jixwebawer dibêje: “Ma kevirê bêruh çawa dikare wan kevirên din bişikîne?”. Brahîm pêxember bersivê bi pirseke din dide wî: “Ma wê demê kevir çawa dibe xwedê?” Li ser vê gotina Brahîm pêxember Nemrûd bi lerzokî dipirse: “Baş e, xwedayê te kî ye?”Brahîm berê xwe dide esmên û dibêje: “Wehawa ye”. Li ser vê bersiva Brahîm pêxember, Nemrûd agirêkî geş amade dike û bi mencelan Brahîm pêxember diavêjin nav êgir. Li gor çîrokê, yan jî li gorî pirtûkên yekxwedayî (Tewrat, Incîl û Quranê) Xwedê agirî dike av, darên di nav da dike masî û Brahîm pêxember bêyî ku bişewite, bîrîndar bibe ji nava avê derdikeve. Gola îro li bajarê Rihayê ji wê demê da maye, masiyên tê de hê jî pîroz in, kesek nagire naxwe.

Nemrûd ji vê rewşê pir ditirse û dizane ku ew ê êdî wek berê nikaribe li ser gel hukim bike, yekser biryara koçberiya malbat û êla Brahîm pêxember dide. Ji ber vê li Rihayê gotinekî pêşiyan heye, dibêje: “Ji derdê nezanan, Xwedê çû esmanan.”

Nakokiyên di navbera dîn û baweriyan de, li Mezopotamyayê ev nêzîkî 3500 sal in şer û alozî qet kêm nekirine. Îro dîsa ser rûbarên Mezopotamyayê şerê bîrdozî, polîtîk û çandî wek penceşerê ketiye bersingê gelan. Vê carê ji ferasetên dînperestî, netewperestî û zayendperestî heremê dişewîtînin.

Gerdûn bi giştî qeyraneke ramanî û bîrdozî dijî, êdî ev ne gotinek e, ev qeyran û aloziya pergalî ya dewlet û pergala mêrsalarî ye.

Îro şerê cîhanê yê sêyemîn didome, li her çar aliyên cîhanê şerên mezin, biçûk hene. Mij û dûkel bêtir li Rojhilata Navîn e. Bêguman ev şerê cîhanê yê sêyemîn tenê bi çekdarî yan jî bi xwînî nîn e; di heman demê de bîrdozî, ramanî, çandî, derûnî, aborî ye. Herwiha li her warê jiyana cîvakê êrîş hene, bi wateyekî din bîrewerî û hişmendî tên parçekirin.

Di nava vî şerî de 27ê mijdarê Sûriyeyê rêza yekemîn girt; hêzên êrîşkar, îslamîstên tundrew ku ji erebên sunî pêk tên, hevalbendên kapîtalîstên cîhanê, yên ku li gor gotina îslamîstan qaşo ‘kafir’ in, ‘cihû’ne, nîjadperestên tirk in. Rêvebiriya Sûriyeyê bi dînî misilman, bi mezhebî Elewî-Nastûrî, bi netewî ereb e.

Çawa ku di dîrokê de li vê erdnîgariyê di nava pergalan de şerên mezin çêbûne, îro jî pergala serwer wek pergala kapîtalîst dixwaze qeyrana xwe li ser vê axê ji holê rake. Amûrên di destê wan de dê wan bêtir bilewitîne, ji ber ku ferasata wan dubarekirina decalên Nemrûd e, ajoyên xwe difikirin, yek reng in, tenê mêr in û mêrîtiya wan narsîst e, yên li dijî xwe wek pezê serjêkirinê dîbînin.

Nîjadperestên tirk, wek keftarên kurmikî li pey laşên qurbaniyan digerin, ji diranên dirinde gilêz diherikin da ku xwîna kurdan vexwin. Lê akad, babîl, asûr li ser vê axê bi destê gelên Mezopotamyayê têk çûn, Îskender û Helenîzîm û Roma hatin, lê ew jî li ber deriyê Koma-genayê derbas nebûn, şikestin û ber bi dawiyê koç kirin. Herwiha serpêhatiyên du hezar salên dawî jî desthilatên ku xwe xwediyê cîhanê didîtin di vê axê de têk çûn, bûn sergo. Lê kurd ji destpêka malavakirina civakê ve li vir bûn, îro jî li vir in û mirina cihana kapîtalîst û nîjadperestiya Dewleta Tirk û nasyonalîstên ereb dê dîsa bi destê gelên Mezopotamyayê pêk bê.

Gotineke pêşiyên me heye: Di her tiştekî nebixêr de xêrek heye, yan jî her nebaşiyek başiyekê jî tîne. Ev şerê ku 27ê mijdarê dest pê kiribû bi xêr e, ji ber ku nakokiya hêzên ku şer dikin hind zêde ye ku tu carî di nava xwe de nikarin yekrêziyê çekin, ev jî derfet dide me ku em di nava nakokiyan de karê xwe bikin. Karê me jî rêya sêyem, anku karê MEDa ne.

Kî çi dike? Rûsya ji tirkan pir aciz e. Hirç sembola wan e, êdî nizanim çep û rastê hirçê ne diyar e çi bike, lê tiştê ku xwiya ye bo tirkan, duakirina li ser gora Enver Paşa ye!

Îran, tayê pembûyê dirêse, diyar e ev ta jî dê bikeve qirika tirkan.

Şîî êdî tirkan wek dijminên sereke pênase dikin, anku roja îro wan wek nûnertiya kurê Muawiye Yêzîd dibînin.

Îsraîl, tirkan şargirtên Nemrûd dibînin û gurzê bapîrê xwe Brahîm pêxember amede dikin da ku serê pûtê nijadperestiya tirk bişikînin.

Nêzîkî 400 mîlyon kîn û nefreta gelê ereb jî li ser tirka ne, Xwedê qebûl bike.

Lê em kurd? Em jî karê Kawayê Hesinkar bi pêş bixin, pala xwe bidin gelê xwe, gelên heremê; pala xwe bidin ezmûnên dîroka xwe, bi awayekî jixwebawer, serbilind, bê tirs, bê dudilî biçin ser neyarên gelên Mezopotamyayê.