26 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Şerê bazirganiyê yê gûr dibe!

DYAyê baja bazirganiyê zêde kir. Çîn, Kanada û Meksîkayê ragihandin ku wê bersiva baca gumrukê ya DYAyê bidin

Serokê DYAyê yê Komarperest, li pey Meksîkayê ji dewletên din re jî %10 bac zêde kir. Meksîkayê ku %80’î îxracata DYAyê pêk tînê, %25 baca gumrukê dide. Heman tişt ji bo Kanada jî derbasdar e. Bazirganiya Çîn û Amerîkayê di sala 2024an de bi qasî 500 mîlyar euro bû. Li gorî Washingtonê hevsengî li gorî berjewendiya DYAyê ye. Çîn, Meksîka û Kanada anîn ziman ku wê bersiva baca gumrukê ya DYAyê bidin.

Wezareta Bazirganiyê ya Çînê di daxuyaniya ku dabû de wiha got: “Çîn di nav nerazîbûnekê de ye û bi awayek tund li dijî vê derdikeve.” Çîn ragihand ku ji bo maf û berjewendiyên Çînê were parastin wê tedbîrên pêwîst bên girtin.

Kanada jî ji bo li hemberî van daxuyaniyên serokê Amerîkayê wek bersiv ji malên DYA re baca gumrukê bîne.

Serokwezîr Justin Trudeau anî ziman ku, “Ger serok Trump dixwaze ji bo DYA serdemeke zêrîn bide destpêkirin, riya herî baş cezakirina me nîne, divê bi Kanadayê re hevkariyê bike.”

Serokê Meksîkayê Claudia Sheînbaum jî ji bo Donald Trump heman awayî bertek nîşan da. Serokê Meksîkayê ev yek anîn ziman: “Pirsgirêk bi danîna baca gumrukê nayên çareserkirin. Wek hefteyên dawî me bi wezareta derve re li ser mijara koçberiyê nîqaş kir, bi diyalogê re û rêz girtina mafê mirovan re çareser dibin.”