4 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Serdestiya baviksalarî û ferheng – 2

Ayşe Gokkan

Gelekî balkêş e ruxmê ku zimanê kurdî “Mê” û “Nêr” e, ê, î, di hevokê de çima pênase nabe? Kesekê/î “Wê/wî” hwd. Bi taybet ji bo hevok ji serdestiya baviksalarî bifilite kurdî hin rehettir e. Çima nayê bikaranîn?

Di ferhenga kurdî-tirkî çapa berfirehkirî (Zana Farqînî) de peyva “Jin” di hevoka yekem de “Gava ku ez diçim malê jina min ji min re derî vedike” heye. Hevok bi dema fireh hatiye sazkirin û wekî ku erka jinê her dem ji mêr re derî veke ye. Ev hevok bi hişmendiya serdestiya mêr hatiye sazkirin. Di bin vê hevokê de bi giştî  56 caran peyva “Jin” hatiye bikaranîn.  Ji van 56 hevokan tenê di 5 hevokan de sixêf (dujin-çêr) an de wateyek pir xerab tune. Ji xeynî wan 5 hevokan di 51 hevokan de, jinê qels, nezan biçûkxistin, xerab, neyînî, di xizmeta mêr de, xizmetkar, bêvîn, cih û war ava dike, lê ne xwediyê wan û hwd hatiye sazkirin.

Peyva mêr (di heman çavkaniyê de di hevoka yekemîn de “Mêrên gund çûbûn xebatê”, “Mêrê jinikê hate malê”, “Jinik mêrê xwe re xerê nake” û hwd. Di 55 hevokan de “mêr” pênase kiriye. Ji wan tenê di 4 hevokan de mêr neyinî pênase bûye. Lê di 51 hevokan de mêr; zana, jêhatî, serbilind, bi hêz, rêveber, serwext, akilmend, ezman û hwd hatiye pênasekirin.

Dîsa peyva “Keç” û “Qîz” ji peyva “Jin”ê hîn xerabtir pênase kiriye. Lê ya “Xort” û “Law” wekî peyva mêr erênî pênase kiriye.

Di ferhenga Biwêjan (Mehmet Oncu), di tîpa “J” de, 10 hevok bi peyva “Jin” saz kiriye. Hevoka yekem “Jin anîn”, “zewicîn”, “bi jinekê re zewicîn”, “Jina bi ziman: Jina pir diaxive”, “Jina devling bigû”. Hemû hevok neyînî ne. Bi zewecê û di xizmeta mêr û malê de pênase kiriye. Di çavkaniyê de “Mê” û “Nêr” tune. Dîsa di 11 hevokan de  “Mêr” bi kar aniye. Ji wan 2 hevok neyînî yên din erênî saz kiriye. Di heman çavkaniyê de 138 çîrok bi kar aniye. Ji xeynî yên ajalan û xwedayê (Ew jî bi piranî bi serkeftî-bindestiyê saz bûne) hemû bi rola mêr dest pê dike. Ango rola sereke ya mêr e ya qels jî ya jinê ye.

Peyva “Keç” û “Qîz” bi heman hişmendiyê (baviksalarî) saz kiriye. “Qîz be tu zanî, jinebî be ez zanim, jina berdayî be serê hespê min berde ez herim: Ji aliyê bi hevrabûna zayendî ve, ya herî xweş bi jina berdayi re bûyîne, ji ber ku yên din bi problem in.”

Ev pênaseya an jî nêzikatiya, dibe sedema kuştina hezaran jinan; ehleq û wicdan çawa dipejirîne? Ji vê hişmendiyê jin heta mirine di bin tundiya mêr de dinalin; ku ji mêr vediqetin jî bi vê hişmendiya serdestan bi mêr re her kêlî têdikoşin, êşên girantir û kûrtir dikişinin. Ev raste rast sûc e. Tu car nayê efûkirin.

Di heman çavkaniyê de “Law” û “Kur” erênî wekî “Mêr” pênase bûye. Di çîrokan de nijadperestî ji bi çîroka “Keçika qereçî nabe xatûn” berbiçav bûye.

Di ferhengê de mêrê nebaş wekî ku tune; ger ku jin nebaş be mêr jî nebaş dibe. Mînak “Mêrê kurê jinikê bûn” An jî mêr ser mêr re panase dike. Di nava mêran de serdestî û bindestiyê ava dike.

Di çavkaniya biwêjeya a mezin kurdî-kurdî (Dîlawer Zeraq) de 7 hevok bi peyva “Jin” saz bûye. Mînak “Jina malê ya jêhatî”, “Jina tiye min destê min hişt hat rûyê min”. Hemû hevok bi zayendperestiyê hatine avakirin. Lê peyva “mêr” di mînaka “Mêrê xwe kirin xew; jinek ku zewicandiye jî bi mêrekî din re ketiye nava ciyan”, “Mêr di ser re heram e” û hwd. 34 hevok bi peyva mêr saz bûye. 3 hevok neyînî di 31 hevokan de mêr erênî pênase kiriye.

Peyva “Kur” (di heman çavkaniyê de) bi 16 hevokan saz bûye. Bi giranî wateya “Kur” jêhatibûn, hêzbûn, serdest û hwd bar kiriye. Peyva “Qîz” bi 5 hevokan saz bûye. Hevoka qaşo erênî jî “Qiza malan, jina malê ya jêhatî” ye.

Di ferhenga tirkî-tirkî de peyva “Kadın” dişi cinsten erişkin kadın”. “Evlenmiş kız” analık veya ev yönetimi bakımından gereken erdemi olan. Hemû peyva “Kadin” bi vê wateyê saz kiriye. Û ku jin vê erka ku mêrperest li wê bar kiriye neke jî nebaş pênase dike.

Heman çavkaniyê peyva “Kiz” 17 caran bikar tîne. Mînak; “Kızı gönlüne bırakırsa ya davulcuya kaçar yada zurnacıya”, “Kızını dövmeyen dizini döver”. Ev hevok tundiya li ser jinê rewa dike. (R.T. Erdogan jî ev hevok bikar anî) jinan bertek nîşan dan.

Peyva “Oglan”: Erkek çocuk, yetişkin erkek”, wekî peyva “Kız” tu wate lê bar nekiriye.

Peyva “Adam” 40 carî bikaraniye. Mînak: Adam; insan erkek kişi, iyi yetişmiş değerli kimse. Eş, koca, her alanda derin bilgisi olan… Hemû serdest zane, zayendperest in. Peyva “Erkek” Di 40 hevokan de saz bûye. Di hemûyan de bi wateya serdestbûnê pêş xistiye. Ruxmê ku zimanê tirkî bêzayend e. Lê peyva “Erkek “ kirine navê amûran jî. Mînak: Erkek anahtar. Elektirîk veya makine alanında dişi yuvaya giren anahtar. An jî “Erkek” insan, hayvan, bitkilerin dişiyi dölleyecek cinsten olanı” û hwd.

Di çavkaniyê de (Türk Dil Kurumu Türkçe- Türkçe) li dewsa “Erîl” “erkek” bi kar aniye. Peyva “dişi”; Erkeği tarafından döllenecek biçimde oluşmuş cinsi: Dişi kedi, kadına özgü.”Dişi” û “Erîl” çawa bû “Kadın” û “Erkek” botanik û zooloji zanistên ji biyoloji cudatir in. Êdi fêm dibe ku hişmendiya  baviksalarî çawa serdest bûye.

Peyva “Dişi”; yumuşak işlenen, şuh, işveli, çekici, kolay işlenen; dişi bakir, dişi demir, dişimeşmek. Dişiye özgü davranışta bulunmak; Karagöz hiç dişileşmez, daîma erkektir. F.R. Atay.”

Bi vê şêwazê 18 hevok hatine sazkirin. Hemû jî jinê bi livkariya mêr pênase dike.

Lê heman çavkaniyê ji bo peyva “Erîl” qasî ku ji bo “Dişi” şirove kiriye, ji bo “eril” nekiriye. Tenê di 3 hevokan de bikar anîye. Mînak: “Erîl s.gr. Bazi dillerde erkek cinsten sayılan müzekker kelimelerin eril olma durumu.”

Di ferhenga kurdî-tirkî ya berfirehkiri (Zana Farqîni) raste rast peyva “Mê” bi pênaseyê ferhenga Tirkî-Tirkî (DTK) kopya kiriye. Kesên ku mekaq dikin bila li her du ferhengan bimêzînin.

Di çavkaniya (Z.Farqînî de) beşa tirkî-kurdî de peyva “Nêr” wergara Nêr-Erkek (însan, hayvan ve bitkilerin dişiyi dölleyecek cinsten olanı) 2- Erkek (bazi bazı aletlerde çıkıntı) 3 Erkek (sert kolay bükülmez) sifira Nêr: Erkek bakır.

Dîsa di ferhenga DTK de neteweyên bêdewlet kurd, suryanî, wekî komekê dide nasîn. Navê Kurdistanê tune lê “Anadolu” berfire pênase kiriye. Di ferhenga kurdî-tirkî (Z.Farqînî) de bi peyva Mezopotamyayê pênase kiriye. Wekî erdnîgariyê cih nedaye pênaseyê.

Gelekî balkêş e ruxmê ku zimanê kurdî “Mê” û “Nêr” e, ê, î, di hevokê de çima pênase nabe? Kesekê/î “Wê/wî” hwd. Bi taybet ji bo hevok ji serdestiya baviksalarî bifilite kurdî hin rehettir e. Çima nayê bikaranîn? (Dê bidome)