Piştî bidawîbûna lûtkeya welatên cîranê Iraqê ku serokê Fransayê Amanuel Macron jî beşdar bû, Macron raste rast berê xwe da herêma başûrê Kurdistanê û serdana Hewlêrê kiribû. Hevdîtina bi rayedarên başûrê Kurdistanê re di atmosfereke gelekî xweş û semîmî de derbas bûbû. Li gorî çavdêrên siyasî serdana Macron ji bo başûrê Kurdistanê wekî dewirgirtina rola DYA’yê bû. Dibe ku DYA’ya ku xwe bi carekê ji bo vekişandina ji Iraqê re amade dike dê peywirên xwe bispêre Fransayê.
Fransayê jî wekî welatê herî guncav ên ku vê peywirê bigire ser milê xwe, tê dîtin. Ji ber têkiliyên xwe yên xurt û dîrokî bi başûrê Kurdistanê re. Tevî ku Fransayê yek ji welatên ku beşdarî peymana parçekirina welatê kurdan bûbû jî, di dema desthilatiya serokê Fransayê François Mitterrand de gelekî bi pêş ket û têkliyên dostaniyê di navbera Fransa û Kurdan de hatin avakirin. Bi taybetî jî di sala 1991’ê de Fransa roleke girîng lîstibû ji bo firîna ezman li ber balafirên Sedam Huseyin were qedexekirin.