Desthilata AKP-MHP’ê çeteyên DAIŞ, Hizbûllah û yên din yeko yeko ji girtîgehan berdidin. Herî dawî serçeteyê DAIŞ’ê Halîs Bayancuk ê ku berpirsê Tirkiyeyê ye serbest berda. Hat ragihandin ku Bayancuk ê ji ber rêxistina çekdar a terorîst ava kiriye û rêveberê wê ye li Stenbolê hatibû girtin. Derbarê Bayancuk de li 16’emîn Dageha Cezayê ya Bakirkoya Stenbolê doz hatibû vekirin û 3 sal ceza kê hatibû birîn. Ji dozeke din a ku li 2’yemîn Dadgeha Cezaya Giran Sakaryayê hatibû vekirin de jî 12 sal û 6 ceza lê hatibû birîn. Dadgeha Bilind di 28’ê kanûna 2022’yan de cezayê 12 sal û 6 mehan xerakiribû. Di danişîna dawî de dadgehê sê dosyeyên derbarê Ebû Hanzala kir yek û biryara serbest berdanê da.
Li gorî nûçeya Gerçek Gundemê; Ebû Hanzala di danişîna par de ku hatibû lidarxistin de hatiye berdan. Di nûçeyê de hat gotin ku ev demek dirêj bû ku HUDA PAR’ê ji bo berdana Ebû Hanzala zextan li AKP’ê dikir.
Bayancuk bi malbatî din ava rêxistinên terörist de serçetetiyê dikin. Bavê Ebû Hanzala, Haci Bayancuk, di sala 1992’yan de berpirsiyariya basê leşkerî yê Hizbûllahê kiriye. Serokê Giştî yê HUDA PAR’ê Zekeriya Yapicioglû parêzeriya Haci Bayancuk ê ku cezayê heta hetayê lê hatibû birîn, kiribû.