12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serbihura li ser sûrên Amedê hildiweşe!

Serbihura li ser sûrên Amedê ya di navbera Deriyê Mêrdînê û Birca Yedîkardeş de ji ber xemsariya rayedaran bi hilweşandinê re rû bi rû maye.

Sûr-beden û bircên Amedê her çiqas ji aliyekî ve tên çêkirin û restorekirin jî lê ji aliyêkî din ve jî hin sûr li ber hilweşandinê ne. Tevî ku UNESCO’yê di sala 2015’an de sûrên Amedê hilgirt nav Lîsteya Mîrateya Çandê ya Cîhanê jî lê gelek aliyên sûran bêxwedî man e.

Li ser sûrên Amedê ya di navbera Deriyê Mêrdînê û Birca Yedîkardeş de cihek heye û li ser van sûran jî cihek wek serbihur ku dişibe tunelê heye. Ev serbihur bi mîmariyek xweşike hatiye çêkirin lê belê bi hilweşandinê re rû bi rû maye. Dîwarên vê serbihurê hilweşiyan e û hundirê wê di nava kevir û gemarê de maye.

Tevî ku çend sal in restorekirina sûran ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Walîtiya Amedê, Wezareta Hawirdorê û Bajarvaniyê, Wezareta Çand û Turîzmê ve tê birêvebirin jî lê xebata restorekirinê negihîştiye gelek aliyên sûran û ev cih bi hilweşandinê re rû bi rû man e.

Her roj ku bi sedan mirov di ser vê serbihurê re derbas dibin jî nayê çêkirin. Ev serbihura dîrokî li benda restorekirinê ye.