Desthilata Şamê di Adarê de danezaneke destûrî ya li gorî xwe û bêyî beşdariya nûnertiya gelê Sûriyeyê derxist. Rewşenbîr, siyasetmedar û nûnerên civakê û saziyên jinan ên herêma Rêveberiya Xweser bertekên xwe anîn ziman.
Endama Desteya Serokatî ya MSDê Şêra Osê ewil li ser Danezana Destûrî ya Şamê nirxandin kir û got: “Meclîsa Sûriyeya Demokratîk danezana destûrî ya ku di Adarê de ji aliyê desthilata Şamê ve hatiye pejirandin red dike. Her wiha wekî berdewamiya rêbaza yekalî û dûrxistinê dibîne. Ji ber ku bêyî lihevkirineke neteweyî an diyalogek berfireh hatiye ferzkirin. Ev danezan pirengiya siyasî û çandî ya welêt paşguh dike û bi zanebûn Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, Rêveberiya Xweser a Demokratîk û pêkhateyên wê dûr dixe, tevî rola sereke ya van aliyan di şerê li dijî terorê û parastina aramiyê de.”
Şêra Osê da zanîn ku ev danezan gaveke ber bi veguherîna demokratîk ve nîşan nade, lê hewldaneke ji bo ji nû ve hilberandina rejîma otorîter a berê ye. Ji ber vê yekê, divê destûreke bi temamî nû, di bin çavdêriya desteyeke neteweyî ya serbixwe de bê nivîsandin, ku nenavendîbûn, wekhevî, dadmendiya civakî û mafên hemû pêkhateyan, tevî jinan, dabîn bike. Li gel hişyariyeke zelal li dijî berdewamiya rêbaza yekalî re were kirin, ji ber ku ev yek dê tenê parçebûnê kûrtir bike û krîzê mayinde bike.”
Şêra Osê li ser mijara komkujiyên li dijî elewî û durziyan û helwesta Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ya li dijî êrişan jî rawestiya û wiha axivî: “Der barê komkujiyên ku li dijî sivîlên elewî hatine kirin, komkujiyên ku li dijî mezhebê durzî li gundewarên Şamê hatine kirin, MSD van tawanan bi tundî şermezar dike û wan wekî hewldanên xerab ji bo têkbirina yekîtiya civaka Sûriyeyê bi rêya sorkirina mezhebî dibîne. Meclîs wan aliyan berpirsiyarê komkujiyan dibîne ku dabeşbûn dagirt û tundûtûjiya mezhebî ji bo pêkanîna ajandayên otorîter gur kirin. Herwiha teqez dike ku lihevhatina neteweyî li ser înkarkirina sûcan ava nabe, lê li ser pejirandina wan, rastkirina zirara qurbaniyan û misogerkirina dubare nebin.”
Têkildarî nerîna MSDê ya ji bo çareseriyê li Sûriyeyê jî Şêra Osê anî ziman ku Meclîsa Sûriyaya Demokratîk bawer dike ku çareseriyeke bingehîn li Sûriyeyê bi pêvajoyeke siyasî ya berfireh dest pê dike û got: “Çareserî vîna neteweyi ya Sûriyeya azad birêve dibe, ne ji derve ve were ferzkirin an jî aliyekî bêyî aliyên dîtir yekdest bike. Meclîs daxwaza pejirandina serpêhatiya nenavendîbûna demokratîk wekî formuleke ji bo rêveberiya piralî dike, ku desthilatan di navbera herêmên cuda yên welêt de belav dike û beşdariya hemû pêkhateyên netewî û olî di rêveberina karûbarên xwe de misoger dike.”
MSD Destûreke demokratîk dixwaze
Şêra Osê da zanîn ku MSD daxwaza nivîsandina destûreke nû dike, ku daxwazên Sûriyeyiyan piştî zêdetirî deh salan ji şoreşê nîşan bide û wiha lê zêde kir: “Bawer dike ku dadmeniya veguhêz û hesabpirsîn bingehên vê çareseriyê ne, ji ber ku aştiya mayînde bêyî hesabpirsîna sûcdarên bûyeran û misogerkirina mafên qurbaniyan nayê avakirin. Meclîs pêwîstiya pejirandina rêveberiya xweser wekî serpêhatiyeke serketî ya rêveberiya demokratîk a herêmî teqez dike ku veqetandinê armanc nagire. Lê nerînek ji bo yekîtiya Sûriyeyê li ser bingehên nû pêşkêş dike. Bang li civaka navneteweyî dike, ku piştgiriyê bide vê rêgehê û beşdarî ji nû ve avakirin û aramiya welêt bibe û hemû cureyên dagirkerî û destwerdana biyanî red bike.
Di encamê de, MSD teqez dike ku Sûriyeya nû divê li ser bingeha aştiya navxweyî, pevjiyana hevbeş, pirengiya siyasî û nenavendiya demokratîk ava bibe, ji ber ku ev yekane garantiyên parastina yekîtîya welêt û mafên hemû welatiyên wê ne.”