31 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Şer herî zêde bandorê li jinan dike

Endama Înîsiyatifa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a li Ewropayê Havîn Kiye anî ziman ku herî zêde jin ji şer bi bandor bûne û bi înîsiyatifê armanc dikin ku yekîtiya xwe xurt bikin û nexşerêyekê daynin pêşiya xwe.

Jinên kurd hem li çar aliyê Kurdistanê û hem jî li Ewropayê xwe bi rêxistin dikin. Jinên kurd ên li Ewropayê ku ji çar aliyên Kurdistanê hatin, di salvegera 51emîn a şehadeta Leyla Qasim de kom bûn û Înîsiyatifa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê ragihandin. Endama Înîsiyatifa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a li Ewropayê Havîn Kiye, têkildarî armanca înîsiyatifê û xebatê wê ji Xwebûnê re axivî.

Endama Înîsiyatifê Havîn Kiye ku di heman demê de li Fransayê xwendekara Beşa Antropolojiyê  ye, ewil li ser armanca înîsiyatifê rawestiya û wiha got: “Armanc yekîtiya neteweyî ya jinên kurd a li Ewropayê ye. Ewil me xwest jinên kurd ên li Ewropayê li hev kom bibin. Kurd di sedsala 20emîn de hatin parçekirin. Vê parçebûna erdnîgariyê bi xwe re parçebûna bîrdozî, çandî, zimanî û civakî ava kir. Ji ber kurd parçebûyî bûn, her çiqas xwestin kom bibin jî, ji ber parçebûnê nekaribûn sînoran derbas bikin û kom bibin. Lê niha ji bo yekîtiya xwe ava bikin gelek derfet hene. Ev parçebûn berpirsiyariyekê dike ser milê hemû kurdan ku em ji bo yekîtiya neteweyî kom bibin. Ev parçebûn li me farz dike ku em di aliyê civakî, jin, siyaset û pêkhateyên din de kom bibin.”

Havîn Kiye da zanîn ku berê Platforma Neteweyî ya Jinên Kurd hat avakirin û wiha berdewam kir: “Li Silêmaniyeyê Kongreya Koalîsyona Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê (NADA) pêk hat. Me jî li Ewropayê pêwistî bi avakirina înîsiyatifê dît. Heta niha gelek xebat hatibûn kirin. Di 2017yan de di pêşengiya KNKê de komxebat hatibû lidarxistin. Lê rewşa heyî gelek caran rê li pêş vê yekê girtibû.”

Ji ber şer koçber bûn  

Havîn Kiye bal kişand ser bandora şerê li Kurdistanê û koçberiya ku di encama şer de pêş ketiye û wiha pêde çû: “Kurd ji ber şerê heyî û dijminantiya dewletê mecbûr man ku bi darê zorê ji axa xwe û malbatên xwe dûr bikevin. Ev polîtikayên tundiyê yên li ser gelê kurd dibe sedem ku kurd koçber bibin û cihê koçî wê dikin jî pirsgirêkan bijîn. Em dibînin ku ji ber şer dawî li van pirsgirêkan nayê.  Dîsa ji ber rewşa Kurdistanê her tişt li ber çavan e. Di şer de yê herî zêde zerarê dibînin jin in. Li hemberî vê yekê dîsa yên li ber xwe didin jin in. Berxwedana jinan a li dijî vî şerî û koçberiyê dîsa li ber çavan e. Lê parçebûyî ye. Çima parçebûyî ye. Em hemû ji parçeyên Kurdistanê yên cuda hatine Ewropayê. Bivê nevê me li her parçeyekî serbixwe xwe bi rêxistin kir û em bûn xwedî bîrdozî. Me xwe li saziyan xwe bi rêxistin kir û em heta îro hatin. Li Ewropayê êdî nabe em vê parçebûnê bidomînin. Li Ewropayê derfet hene. Eger derfet hebin çima em neyên cem hev. Çima em sînorên heyî ji holê ranekin. Çima em piştgiriyê nedin hev. Ewropa vî aliyê neyînî yê Kurdistanê ji holê radike. Em dikarin bi fikr û baweriyên xwe yên cuda bên cem hev û van sînoran rakin. Ji ber parçebûna berê em dibînin ku em zêde ji derd û pirsgirêkên hev fêm nakin. Zêde haya me ji hev nîn e. Ev kêmasiyeke mezin e. Ji ber em sed sal in parçe bûne û em ji hev qut bûne. Em nikarin zêde ji hev fêm bikin. Jinên koçî vir bûne her tim di bin serdestiya dewletên din de hewldana bijîn. Jinên din hewldana xebatên xwe didin. Gelek jin ji ber hişmendiyên cuda hatine vir. Li çar parçeyên Kurdistanê ji ber desthilatiya netewedewletan ji hemû mafê xwe bêpar in. Gelek jin ji ber van polîtîkayan berê xwe didin Ewropayê. Dema koçî Ewropayê dibin, ji hemû çavkaniyên jiyanê qut dibin. Dema tên Ewropayê zêde hev nas nakin u fêm nakin. Ji ber zaravayê kurmancî, soranî û kirmanckî zêde hev fêm nakin. Dîsa her kes dikeve derdê jiyana xwe ya rojane. Ev dibe sedem ku jin zêde nikaribin li hev kom bibin. Ji ber van pirsgirêkan gelek pirsgirêkên jinan nayên dîtin.”

Pirsgirêk şênber kirin

Havîn Kiye li ser xebatên înîsiyatifê yên heta niha jî rawestiya û got: “Cara ewil em di 12yê gulanê de li hev kom bûn. Beriya ku em kom bibin her tim li ser axaftinan gav dihat avêtin. Lê piştî li Rojava û pişt re li Başûr konferans pêk hatin, me biryar da ku em kom bibin. Ji bo em xwe xurt bikin û piştgriya Kurdistanê bikin, me dîrok diyar kir û em kom bûn. Me xwe gihand gelek jinan û me li Kolnê civîn pêk anî. Cara ewil em li hev kom bûn û me rû bi rû qala pirsgirêkên herêma xwe kirin. Me pirsgirêkên xwe bêtir dîtin. Me pirsgirêkan şênber kirin û ji bo çareseriya wan me niqaş kir.”

Havîn Kiye da zanîn ku wan ewil xwestiye înîsiyatifa xwe ragihînin û pişt re karibin bêtir xwe bigihînin zêdetir jinan û jinan bêtir di bin sîwanê de kom bikin.

Dê 2 mehên din disa kom bibin

Havîn Kiye anî ziman ku dê 2 mehên din dîsa li Kolnê bi hejmareke mezintir kom bibin û got: “Eger em dîsa kom nebin, em ê ji pirsgirêkên jinên din haydar nebin. Em ê pirsgirêkên heyî tevan bikin rapor. Jinên her parçeyên Kurdistanê xwe digihînin jinên ku ji parçeyê wê koç bûne. Her jin xwe digihînin jinên parçeyên xwe. Piştî komxebata duyemîn em ê konferansê pêk bînin. Piştî komxebata duyemîn dê nexşerêya me bêtir zelal bibe. Gava ewil ew e ku em ji hev haydar bibin û pişt re em nexşerêyekê daynin pêş xwe. Di 2 mehan de em ê xwe bigînin hemû jinan û di bin sîwanekî de kom bikin.  Em ê bi rêya bername û medyaya dijîtal em xebatên xwe berdewam dikin. Em dixwazin jin bêtir ji vê xebatê haydar  bibin. Heta komxebatê em ê bi jinên parçeyên din re civînên online pêk bînin. Em ê ewil xwe di nava xwe de bi rêxistin bikin û kom bikin. Ji xeynî piştgiriya jinên kurd, em hewl didin ku piştgiriya jinên enternasyonalîst jî bigirin. Em dixwazin ji tecrubeyên wan jî sûde bigirin. Tecrûbeyên wan ji bo me gelek muhîm in. Pêdiviya me bi tecrûbeyên wan jî heye.”

Havîn Kiye herî dawiyê destnîşan kir ku yekîti ji bo wan hebûn e û ji bo hebûna xwe biparêzin dê yekîtiya xwe xurt bikin.