Çalakvana îranî û girtiya siyasî Sepideh Qolian ji hundirê girtîgeha Evîn a Tehranê peyamek şandiye û malpera “Iran International” ev name belav kiriye. Di nameyê de behsa belavkirina îtirafên bi zorê li televîzyona Îranê kiriye û wiha gotiye: “Pêvajoya îtirafên bi darê zorê yên girtiyan dewam dike” lê niha piraniya wan “dengê şoreşê” ne.
Sepideh Qolian nivîsiye ku dîwarên girtîgeha Evînê nikarin rêgiriyê li dengê “jin, jiyan û azadiyê” bigirin ku ji hemû deverên Îranê derdikeve, lê ev hemû “tirsa min a ji îşkence, îdam û zordariyê kêm nakin”.
Qelian anî ziman ku “avahiya çandê” ya li Girtîgeha Evînê ku beriya niha di dema girtîgehê de weke cihê îmtîhanê ji bo xwendina girtiyan dihat bikaranîn, veguheriye “avahiyeke lêkolîn û lêpirsînê.”
Li gorî vê hişmendiyê xwezayî ye ku cihê çandî di girtîgehê de bibe cihekî ji bo îşkence û lêpirsînê, di demekê de ku dibistan dibin kamp û zanîngeh dibin meydana êrîşa hêmanên rêjîmê.
Qelian amaje bi hevdîtina xwe ya bi yek ji girtiyên ciwan ên li vê avahiyê re kir û wiha nivîsî: “Ciwan dibêje: “Bi Xwedê sond dixwim, min li tu kesî nexist.” Ji wî daxwaz dikin ku îtiraf bike, ez jî bang dikim: “Nexwe. îtiraf bikin û mirin ji we re ye ey zalim. Hûn ê di demek nêz de berdêla xwe bidin.” Paşê devê min digre, yek ji gardiyanên jin bi zorê min digre.
Qelian balê dikişîne ser îtirafên bi darê zorê û wiha dinivîse; kesên lêpirsînê dikin jê re gotine: “Tu fahîşeyeke komunîstî, vaye tu niha li virî, de ka bêje te bi kê re seks kiriye?”
Vê çalakvanê got ku wê di dawiyê de piştî îşkenceyê qebûl kir ku li ber kamerayê îtirafên bi darê zorê bike û wiha got: “Piştî 3 rojên berdewam ji şiyarbûnê, belkî zêdetir jî, lêpirsîn û girtina di tuwaletê de. Min nivîsa hazirkirî hilda û nîvhişî xwend û bi her rêzê re mîna ku qamçiyek li can û laşê min bikeve.
Qelian bal kişand ser gerandina wê ya li zindanên cuda û wiha nivîsiye daye xuyakirin ku ew ji zindana Spîdar a bajarê Ehwazê, piştre bo zîndaneke li çolê û ji wir jî bo girtîgeha Evîn a Tehranê û piştre bo zindana Qerçeqê hatiye veguhestin û li wir li ber televîzyonê îtîrafên xwe yên bi zorê kiriye.
Qelian diyar kir ku wê li dijî rojnameger Amna Sedat Zabihpûr ji ber rola wê di derxistina îtirafên bi zorê de doz vekiriye.
Qolian berî niha ragihandibû ku çend deqîqeyan piştî gilîkirina Amna Sedat Zebîhpûr, dezgeha dadweriya Îranê biryara astengkirina dadgehkirina vê rojnamevanê derxistiye.
Ji aliyekî din ve Wezareta Xizînedariya Amerîkayê sepandina dewreke nû ya sizayan li dijî rejîma Îranê ragihand, ku bandorê li ser berpirsên payebilind ên Saziya Televîzyona Îranê û du rojnamevan, Elî Rezvanî û Amna Sedat Zebîhpûr dike, ku di televîzyona Îranî de wek “lêkolînerên ewlehiyê” tên binavkirin.
Sepideh Qolian: Dîwarên zîndanê rê li ber dengê şoreşê nagirin