Çalakiya malbata Şenyaşar a Nobeda Edaletê 339 roj in li pêş edliyeya Rihayê didome. Çalakiya malbatan li gel hemû astengî û zextên polîsan her ku diçe belav dibe û mezin dibe.
Di 14’ê hezîrana 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişê malbata Şenyaşar kiribûn. Di êrîşê de 3 ferdên malbatê kuştibûn. Emîne Şenyaşar a di êrişê de hevjîn û 2 kurên wê hatin kuştin û kurê xwe Ferît Şenyaşar, li dijî vê zilma li wan hat kirin bi daxwaza edaletê di 9’ê adara 2021’ê de li ber Ediyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kirin. Nobeda Edaletê 339 roj in didome. Emîne Şenyaşar û kurê xwe li gel astengî û zor û zahmetiyan her roj tê ber edliyê û edaletê dixwazin. Serdana sazî û rêxistinên civakî ya malbata Şenyaşar didome. Heri dawî Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn hatibû serdana malbatê û sitûmala ku Dayikên Şemiyê jê re çêkiribûn diyarî Emîne Şenyaşar kiribû.
Ev komkujî ye
Têkildarî çalakiya malbatê kurê Emîne Şenyaşar Ferîd Şenyaşar nirxandin kir. Ferîd Şenyaşar anî ziman ku li Pirsûsê dikana wan hebû û wiha got: “Em serê sibê diçûn kare xwe û êvarê dihatin mala xwe. Nêzî hilbijartinê parlamenterê AKP’ê ket dikana me. Piştî ew ji dikanê derket mirovên wî êrîşî dikanê kirin. Li dikanê em 5 bira bûn. Êrîşî me kirin û em tev birîndar kirin. Em rakirin nexweşxaneya Pirsûsê. Li nexweşxaneyê jî êrîş kirin. Li nexweşxaneyê bi çekan 2 birayê min û bavê min linç kirin û kuştin. Ez û birayekî xwe jî birîndar bûn. Ez û birayê xwe bi mucîzeyê xelas bûn. Piştî vê bûyerê em bi şopa heq û edaletê ketin. Me got eger Tirkiye dibêje ‘Em dewleta hiqûqê ne’, wê demê hem dîmenê kamara heye û hem şahidê êrdîşê heye. Ev komkujî ye. Di dewletê hiqûqê de yên ev komkujî kirine divê bêne girtin û cezakirin. Lê ji ber ên ev komkujî pêk anîn parlamenterê AKP’ê û xizmên wî ne, edalet pêk nehat. Ji bo edaletê em çûn cem dozgeran. Lê dozgeran em qebûl nekirin. Me jî serî li vê çalakiyê da. Me jî got heta edalet pêk bê em ji pêş Edliyeya Rihayê naçin.”
Di 50 dereceyî de nobet girt
Şenyaşar qala zor û zahmetiyên derketin pêş wan jî kir û wiha axivî: “Nêzî salekê ye em li vir in. Pir zor û zahmet derketin pêşiya me. Vegotina van zor û zahmetiyan bi rojan naqede. Roja ewil em çûn cem dozger, lê dozger em qebûl nekir. Bajarê Rihayê havînan pir zêde germ e. Me havînan di bin 50 dereceyî de nobet girt. Zivistan jî berf û baran bû. Em ji navçeya Pirsusê her roj tên Rihayê. Navbera Riha û Pirsus 45 kîlometre ye. Zivistanî rê girtî bûn. Lê me got em nikarin di bin vê zilmê de li malê rûnên. Me got em mirin jî bila em di rêya edaletê de bimirin. Bes bila ev zilm bi dawî bibe. Li pêş edliyeyê pir zilm li me kirin. Çalakiya me salek xwe temam dike. Midûriyeta Polîsan her roj dihatin zext li me dikir. Destûr nedida em li pêş edliyê rûnên. Heta edalet pêk bê, me her tişt daye ber çavê xwe.”
Çalakî roj bi roj mezin bû
Ferîd Şenyaşar li ser xwedîderketin û mezinbûna çalakiyê jî rawestiya û ev agahî parve kir: “Me ji dozger re got hûn destûr nedin hevdîtinê em ê li pêş edliyê rûnên. Lê dozger got ‘Hûn naçin jî necin. Ji bom in ne pirsgirêk e’. Hemû partî û rêxistinên sivîl ên çalakiya me bihîstin tevan hatin serdana me kirin. Gotin ‘Em ê ji navenda xwe re bêjin û ji bo edaletê çi lazim be em ê bikin.’ Roj bi roj çalakiya me mezin bû. Gelê me yê nêzîk hatin serdana me û hêdî hêdî belav bû. Heta ji Edîrne, Mûgla û Qersê hatin serdana me. Di nava kesên hatin serdana me de parêzer, baro, nûnerên rêxistinên civakî û rewşenbir hebûn. Piştî serdana me çûn bi serdozger re hevdîtin kirin û xwestin daxwazên me bên qebûlkirin.”
13 lêpirsîn li Emîne Şenyaşar vekirin
Şenyaşar bal kişand ser zext û astengiyên polîsan û wiha berdewam kir: “Dozgeran dîtin ku serdana me zêde dibe û kesên li çalakiyê xwedî derdikevin zêde dibin, ferman dan ku me ji cihê çalakiyê rakin. Zextên li ser me zêde kirin. Em 6 caran binçav kirin. Dayika min a 65 salî ye binçav kirin. Dayika min tê pêş edliye dibêje ‘Ez edaletê dixwazim. Kurê min bê sûc 4 sal in girtî ye. Êrîşî dikana me kirin û ji malbatê 3 kes kuştin. Eger heq û edalet hebe divê kurê min ê girtî bê berdan’. Ji ber ku dayika min edalet xwestiye heta niha 13 lêpirsîn vekirine. Dibêjin ‘Te çima edalet xwestiye tu çima li vir rûdinê?’ Dayika min tevî temenê 65 salî avêtin nezarete. 6 caran em binçav kirin û polîsan li pêş edliyê li me xistin. Carekê li min xistin ez birim nexweşxaneyê. Carekê jî bi milê dayika min girtin û ew kaş kirin. Dayika min kriz derbas kir û rakirin nexweşxaneyê. Tim dixwazin em ji pêş edliyê rabin û çalakiya xwe bi dawî bikin. Ji bo dengê me dernekeve û kesên komkujî kirine rehet tev bigerin pir xebitîn. Me pir zor û zhmetî kişand. Ji bo pankarta ku me vekiriye der barê me de doz vekirin û cezayê pereyan birîn.”
Pankartan didizin
Ferîd Şenyaşar destnîşan kir ku polisan pankartên wan dizîn û wiha lê zêde kir: “Navbera nîvro em diçin nimêja xwe dikin. Dema em tên em dibînin ku pankartê me dizine. Ji ber pankartê cezayên pereyan nivîsandin. Demekê em li ber dîwarê edliyê rûniştibû, ji bo em pankarta xwe ji cihê çalakiyê rakin pir zilm li me kirin. Me bikujin û bigirin jî em ji vir ranabin.”
Ji xeynî AKP û MHP’ê hemû partiyan serdana Şenyaşar kir
Şenyaşar, der barê serdanan de jî agahî dan û wiha got: “Hem partiyên siyasî û hem rêxistinên civakî tev hatin serdana me. Em ji hemûyan re spas dikin. Ji xeynî AKP û MHP’ê, hemû partiyên li meclise û li dervê meclise tev hatin. Herî dawî Serokê CHP’ê Kiliçdaroglu hat serdana me. Got vaya zilm e. Tişta li nexweşxaneyê pêk hatiye zilm e û ev mijar bir meclisê. Got li vê malbatê zilm bûye û komkuji hatiye kirin. Ahmet Davûtoglu, Alî Babacan Karamollaoglu hatin serdana me.
‘Zilm didome’
Yên hatin serdana me gotin yên ji destê me tê em ê bikin. Gotin em ê mijarê bibin meclise û bikin rojev. Gotin em ê bi Wezareta Dadê re parve bikin û vê zilmê bînin ziman. Dîsa em ê vê zilmê ji gel re bêjin. Hemû partiyan anîn ziman ku hatin ser îqtîdarê dê edaletê pêk bînin. Lê niha zilm didome.”
‘Me serdana hemû rayedarên dewletê kir’
Şenyaşar, diyar kir ku beriya ku dest bi çalakiyê bikin, çûn Enqereyê û wiha pêde çû: “Ez û dayika xwe 12 rojan li Enqereyê man. Me bi hemû saziyên dewletê re hevdîtin kir. Di hemû hevdîtinan de gotin ‘Ji bo we edalet tune’ herî dawî me çare di çalakiya li pêş edliyê de dît. Eger gelê me û saziyên sivil li vê çalakiyê xwedî derneketa em dê dest ji vê çalakiyê berdaya. Lê niha partiyên siyasî û rêxistinên civakî tev li çalakiya me xwedî derdikevin. Hemû kesên dibêjin em edaletê dixwazin û hemû kesên dibêjin em xwedî wîjdan in divê li vê çalakiya me xwedî derkeve. Heta edalet pêk bê û birayê me yê girtî bê berdan çalakiya me dê bidome.
Eger li Tirkiyeye heq û edalet hebûya diviya bû birayê me bihata berdan. Walî, qeymeqam, dadger û dozger tev vê neheqiyê zanin. Lê ji ber parlamenterê ku ev zilm kiriye li îqtîdarê ye kes nikare tiştekî bike. Kesên vê rastiyê bawer nakin divê bên bi çavên xwe vê bê edaletiyê bibinin. Doza me bi milyonan kes dişopînin. Hevî û aweriya me ev mirovên doza me dişopînin e. Em bawer dikin ku ê edalet cihê xwe bibîne û em ji her kesî re edaletê dixwazin. Em dixwazin ev edalet pêk bê.”
Wêne: Emrûllah Acar